
Nayê veşartin bê çiqasî werziş roleka mezin di jîyana miletan de û bi taybetî di nava ciwanan de dilîze, û gihiştiye astekê ku bandora wê li ser civakê ji her tiştî bêhtir e.
Damezrandina tîmên gelêrî li navçeya Qamişloyê di salên 1970 de dest pê kir û li her taxek gundekî tîmek hate damezrandin.
Lîskên ku di nava ciwanan de, bêhtir ji cûreyên din yê werzişê belav bûn, lîska fotbol û volîbolê bû.
Dîroka Tîmên Fotbolê Yên Gelêrî Li Qamişloyê
Li her gund û her taxekî li bajaran tîmên fotbolê hatine damezrandin û ji salên 1970 ta sala 1985an gellek xole û lehengîyên curbecur hatine li dar xistin.
Di wan salan de yaneya Cîhad a navdar li bajarê Qamişloyê hebû, lê ji ber ku pirranîya tîmên gelêrî li taxan û li gundan girêdayî hin partîyên sîyasî yên kurdî bûn, xwe nêzîkî yaneya Cîhad, a ku rêveberîya wê di destê xiristyanan de bû, û ew bixwe nêzîkî rêjîma Sûrîyayê bûn, loma kurdan xwe nêzîkî yaneya Cîhad nedikirin, ji alîyekî din ve jî rêveberîya yaneyê bixwe jî pêşwazîya lîstikvanên kurdan nedikir.
Di sala 1985an de dawî xoleya fotbolê, di nava tîmên gelêrî de hate li dar xistin, û maça dawî di navbera tîma El-Nehde û tîma Masîs de bû, lê bi sedema ku pirsgirêkek rû da maç sekinî bê ku tîmek bi ser bikeve û ew xole ya dawî bû, ji ber ku tevaya wan tîmên gelêrî sekinîn û nema xuyakirin.
Piştî 7 salan ji rawestandina tevgera werzişê di nava tîmên gelêrî de, û bi taybetî di salên 1992-1993yan de hin tîmên nû ku ji wan tîmên kevin şax dabûn, derketin holê û bi hin şert û mercan ew tîm di pileyên yek û du û sêyan de hatine birêxistinkirin.
Yekîtîya Werzişê hêdî hêdî yaneyên ne fermî damezrandin ku ew yek bû sedema windabûn û jihevxistina tîmên gelêrî.
Dawî xole, anku, lehengîya tîmên gelêrî ya fotbolê di sala 2015an de hate lidarxistin û her du tîmên bi navê Cezîrê û Rê (Elterîq) gihiştine maça dawî û bi encama 3/0 tîma Cezîrê cama wê xoleyê bi dest xist.
Tîmên herî navdar di wan salan de li Qamişloyê ev bûn:
Tîmên Taxa Qidûr Beg:
El-Ixiwe, El-Qelaa, El-Hilal, El-Nehde
Tîmên Taxa Enterîyê:
Meyselûn, Coventos, Tişrîn, Yermûk
Tîmên Taxa Qenat El-Siwês (Taxa Cûdî)
Têkoşîn
Tîmên Taxa Cumayê:
NiÅŸtimanÂ
Tîmên Taxa Xerbî:
El-Nesir, El-Ehlî, El-Şuale, El-Wehde
Tîmên Taxa Hilêlîyê:
Tîma El-Sûrî, El-Telebe, El-Tesedî, El-Wesbe, El-Cemahîr, El-Saaiqe, El-Terîq.
Tîmên Taxa Kornîş:
El-Musteqbel, El-Wesbe, Hitîn,El-Nidal,Emel, El-Cezîre, Peyman, Nicûm, Terîq El-Selam.
Tîmên Pêkhateya Xiristyanan:
Masîs, Fityan, El-Hurîye.
Tîmên Pêkhateya Ereban:
El-Ereb, El-Seqir, El-Qadisîye, Esed El-Bais.
Hêjaye gotinê ye ku salane xoleyek anku “Lehengîya Cama QamiÅŸloyê” li ser asta her sê pileyan dihate lidarxistin, her weha gellek xoleyên din ên bi navê taxan jî dihatine lidarxistin.
Tîmên gelêrî û tîmên dibistanan jêderên bingihîn bûn bo yaneya Cîhad, ku gellek lîstikvan tevlî wê bûn.
Piştî kirîza Sûrîyayê û ji ber hin sedeman wek koçberî, rewşa ewlehî û kêmbûna derfetên kar an jî tunebûna mûçeyan ji lîstikvanan re, tevaya tîmên gelêrî hatine rawestandin û bi carekê re tevgera werzişa tîmên gelêrî yên fotbolê winda bû.
Dîroka Tîmên Volîbolê Yên Navçeya Qamişloyê
Lîstika volîbolê di asta duyemîn de piştî fotbolê tê, lê bêhtirê xwe ev lîstik li gundan xurt bû, çimkî ew yarîgehên mezin û fereh jê re navin û li bênderên gundan rojane mezin û ciwan bi volîbolê dileyîstin.
Di sala 1982yan de hetanî sala 1986an tîma bi navê Wanê li taxa Enterîyê li gel çend tîmên din xoleyeke xwecehî biçûk li dar xistin.
Wan çend tîman projeyek danîbûn ku xoleyeke mezin û berfereh li ser asta devera Sinceqê bête lidarxistin, û di sala 1987an de li gundê Dekşûrîyê yê ku dikeve rojhilatî bajarê Qamişloyê /12 K.M/ dikarîbûn yekemîn xoleyê bi navê xoleya Newrozê bi beşdarîya hejmarek ji tîmên gundên derdorê û çend tîmên din ji bajêr bi rê ve bibin.
Piştî wê xoleyê û ji bo bi birêvebirina karûbarên xoleya Newrozê û birêxistina wê, û ji ber ku gellek tîmên devera koçeran û Alîyan û ta bi Amûdê jî tevlî xoleyê bûn, komîteyek hate damezirandin û biryar hate standin ku salane xoleya Newrozê di meha nîsanê de li yek ji gundên herêmê di nava xwezayê de bê lidarxistin.
Komîteya amadekar her sal di meha çile yan jî di meha sibatê de bi nûnerên tevaya tîmên deverê re civatek saz dikirin da ku hazirîya xoleya Newrozê bikin û cihê xoleyê jî destnîşan bikin.
Her çend salên pêşî /16/ tîm beşdarî xoleyê dibûn, lê ji ber ku hejmara tîmên volîbolê sal bi sal zêdetir dibûn, hejmara tîmên beşdar gihaşte zêdeyî /30/ tîman û ji ber ku yek ji mercên xoleyê ku tevaya maçan di rojekê de bi dawî bikin, komîteyê biryar standin ku 24 tîm beşdarî xoleya Newrozê bibin.
Tê zanîn ku xoleya Newrozê di despêkê de tîmên kurdî bûn, û ji ber ku her sal di werzê buharê de ev xole di sînga xwezayê de tê lidarxistin û gellek cemawer ji xort, keç, pîrejin û kalemêr û zarokan dihatin û temaşeyî maçan dikirin, vê dawîyê çend tîmên pêkhateyên ereb û xiristyan jî tevlî xoleyê bûn.
Hêjaye gotinê ye ku xoleya Newrozê dibû mîna mihrîcaneka werzişê û gellek lîstikvanên jîr û xwedî behre ji nava wan tîmên beşdar derketin û gellek ji wan bi tîma Sûrîyayê re leyistin.
Kirîza Sûrîyayê ku di sala 2011an de dest pê kir û bi sedema rewşa ewlehî û koçkirina hejmareke mezin ji lîstikvanên wan tîman bo derveyî welat, bandoreka neyênî li asta wan tîman kir, lê tiştê herî xweş û balkêş ew e ku wan lîstikvanan li Ewropayê û li kampên herêma kurdistanê heman xoleya Newrozê di heman demê de li dar xistin û careke din ew xole vejandin.
Ji sala 1987an ve xoleya Newrozê nehatiye rawestnadin û gellek caran hêzên ewlehîya Sûrîyayê hewil dan ku vê xoleyê rawestînin yan jî têxin bin sîwana xwe de, lê hewildanên wan têk çûn, û ji ber metirsîya belavbûna petaya “Corona”yê xoleya Newrozê ya sala 2020an hate rawestandin.
Ji bilî xoleya Newrozê her sal xoleyeke din bi navê “Lehengîya Tîmên Herî Xurt” piÅŸtî xoleya Newrozê tê lidarxistin û berî xoleya Newrozê bi hefteyekê, maçeke tekane bi navê “Cama Sopir” tê lidarxistin ku her du tîmên serkeftî ji xoleya Newrozê û ya “Lehengîya Tîmên Herî Xurt” têde beÅŸdar dibin.