TUNDÛTÛJÎYA LI SER JINÊ

"Serdema Corona"yê

“Ez hest bi aramîyê nakim”

Ronak dibêje: “Rojek derbas nabe bêyî ku ez li pêşîya çavê zarokên xwe negrîm, carinan axiftinên xerab ji min re dibêje û gellek caran jî lêdan û şer e, cîran hemû dengê me dikin, bi vî awayî rojên xwe di serdema “Corona”yê de li gel mêrê xwe derbas dikim, ez li ser jîyana xwe û zarokên xwe ditirsim ne dikarim ji ber zarokên xwe dev ji malê berdim û ne jî dikarim gilî û gazindan bikim, ez hest bi aramîyê nakim”.
Nivîserê Rûsî Andrei Tarkoviskî dibêje: “Mirov ne mecbûr e xwe bi tenê bihêle lê dema bi tenê ma divê azic nebe”. Lê vîrûsa “Corona”yê cîhan bi tevahî mecbûr kir ku, di malê de bimînin û ji hev dûr bikevin di heman demê de hev aciz bikin. Pirsa girîng ew e, gelo bac û berdêla vê rewşê kî dide?
(COVID-19) ya ku, li cîhanê her diçe belav dibe jîyan bi giştî rawestand û sînordar kir, yek ji tedbîrên bergirîya wê jî mayîna li malê bû, vê rewşa kambax ji bilî kirîza tendirustî û aborîyê kirîzeka civakî jî bi xwe re anî û bandor li derûnîya her kesekî kir, êdî ne tenê mirov aciz kir lê moral û piskolojîya wî jî têk bir û bandora wê yekê bi awayeka tûnd li endamê malbata xwe kir.
Rewşa Ronak, ya li Rojavayê Kurdistanê, yek ji dehan e ku, di serdema Coronayê de, li rastî tundîyê tê, û nehatiye belgekirin. Heta niha Rêxistina Sara ya li dijî tundûtûjîya li ser jinê ku, navenda wê li bajarê Qamişloyê ye (9) haletên tundîya li ser jinan belge kirine, ne tenê ew rêxistin, Encûmena Jinê li Sûriyê jî li pêş raya giştî aşkere kir ku, di dema mayîna li malê de ku, tundkirina jinan zêde bûye. Berovajî vê yekê Desteya Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê dibêje ku, haletên tundîya li ser jinê di serdema standina tedbîrên berevaniya li himber (COVID-19) de kêm bûn, sedema wê yekê li ûrif û nerîtên civakî, herwiha hişmendî û şarezayîya jinê ji birêvebirna mala xwe re vedgerîne.

UN Woman

Li gor danayên UN Woman di heyama 12 mehên borî de /243/ milyon jin ku, temenê wan di navbera (15-49) salî de ne ji alîyê mêran ve yan jî ji alîyê yek ji endamên malbatê ve rastî tundîyê hatine û ji vê rêjeyê jî sedî 40 jin daxwaza alîkarîyê kirine, girêdayî vê yekê jî di nav her 4 welatan de welatek yasayên parastina jinan di nav de tune ne. Xweparastina ji vîrûsa (COVID-19) bandorek nerênî li nav malê kir, li ser jinan sê qat zêde bû ji ber vê yekê Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres, hişyarî da û got: “Divê pirsa çareserkirina tundîya li ser jinan gava sereke be ji pilanên we yên niştimanî di bergirîya belavbûna “Corona”yê de, pêwîst e em şerê vî vîrûsî bikin a ku cîhana me wêran dike, tundî ne tenê ew e ya ku li enîyên şer tê ancamdan”.

Li Bakurê Kurdistanê

Navenda Sosyo Politik li Bakurê Kurdistanê tengavîyên jîyana civakî û acizbûna di nav malan de derbas dibe bandora xwe ya herî zêde li ser jinan kiriye û tûndîya li ser jinê /2.8/ zêde bûye, li gor heman navendê ev rêje dibe ku zêdetir e jî ji ber ku, gellek jin hene nikarin înternêtê bikar bînin. Li gor danayên ajansa (Jin News)ê jî di meha adrê de /34/ jin, nîsanê /34/ jin û di meha gulanê de /31/ jin ji alîyê mêran ve hatine kuştin.

Li Herêma Başûrê Kurdistanê

Di dema ku, li seranserî cîhanê rêjeya tundîya li himber jinan di serdema “Corona”yê de zêde bû li Herêma Başûrê Kurdistanê halet kêm bûn, li gor amarên Rêveberîya Rûbirûbûna Tundûtûjîya li serer Jinan a Herêma Kurdistanê hejmara gilîyên jinan di dema mayîna li malê ji ber “Corona”yê /%75/ kêm bûye. Li gor amarên nefermî her meh li Herêma Kurdistanê /670/ skale anku gilî ji alîyê jinan ve tê tomarkirin, lê di dema mayîna li malê û wergirtina tedbîran ev rêje kêm bû û di meha adara borî de tenê /160/ halet hatin tomarkirin, li Silêmanîyê di heman mehê de tenê /39/ halet bûn, sedma wê jî li gor alîyên têkildar ew e ku malbat di vê rewşa hestyar de bêhtir hest bi berpirsyarîyê kirin û pêwîstîya wê yekê dîtin ku divê ev kirîz bi aramî derbas bibe, ji alîyeke din ve jî mayîna li malê bû sedema ku malbat bi giştî bicive û nêzîkî hev bibe.
Di vê dema ku tê texmînkirin de, li gor lêkolîneka zanîngeha neteweyî ya Avusturallya, dibe ku di navbera (40-70) ji sedî li tevahîya cîhanê bi vîrusê bikevin û bi milyonan jî jîyana xwe ji dest bidin, Pirsa girîng ew e gerek jin çi bike? Gelo rola rêxistinên jinan di vê rewşê de çi ye? Kî jinê ji tundî û binpêkirina mafê wê di nav malbatê de biparêze?

Close