DEMA KU JIN DIBE XWEDÎ VÎN

Dema ku kalemêrê heftêsalî derbasî kompanyayê bû, silav da û got: “Kî xwedîyê vê kompanyayê ye?”. Teqez wî bawer nedikir ku dê jê re were gotin ew jina ku li ser kursîyê rûniştîye xwedîya wê ye. Rojane bi dehan çîrokên bi vî awayî bi Hêza Hesen re derbas dibin.

Tev li ku kurdan ji berê ve gotîye “şêr şêr e çi jin e, çi mêr e” lê dîsa jî hinek kar hene jinan nekiriye, ew jî karê ku niha Hêza Hesen dike.

Ev bûye mehek ku Hêza Hesen kompanya barkirinê, ku ew bixwe ya yekem e li bajarê Kobanîyê ye û yekemîn jin jî vî karî dike, vekiriye.

Hêzaya 25 salî, ew ji gundê Yabisê yê girêdayî Girê Spî ye, di dawîya sala par de komên çekdar ên dijberîay Sûrîyayê yên girêdayî dewleta Tirkîyê gund û bajarê wê Girê Spî dagir kirin. Lewra li Kobanîyê bi cih bû û neçar bû ku debara jîyana xwe bike.

Hêza Hesen bi kesereka dirêj ji me re got “min bawer nedikir ku dê êrîş ji bakur were ser me, ji ber berî wê dewleta Tirkîyê dîwarekî mezin û bilind di navbera me û xwe de lêkiribûn”, piştî ku Hêza wiha got çavên wê ji hêsiran biriqîn û dixwest mijar were guhartin.

Em careka din vegerin ser karê wê, kompanyaya barkirinê li gorî ku Hêza ji me re got, xelek ji çar alîyê dunyayê dikarin tiştên xwe bişînin Kobanîyê û ji Kobanîyê jî bişîinin her derê. Bajarê Kobanîyê bajarekê biçûk e, tevî wê jî hevwelatîyê vî bajarî li dunyayê belav bûne, û li gorî taybetmedîyên vê herêmê, kî bi kû de çû be jî lê hîn ji Kobanîyê qut nebûye, lewma jî ev taybetmendîya han bi Kompanyaya Hêza re dibe alîkar.

Rojane Hêza tê ser karê xwe, lê di karê xwe de rastî gellek astengîyan tê, ya sereke ew e ku jin e û her kes nikare qebûl bike ku jinek karekî bike ku li ser navê mêran hatiye naskirin.

Hêza girûpek kes derdor xwe kom kiriye, anku li gel wê kar dikin, derdora 50 kes pê re dixebite hemû jî mêr in, dema ku me pirsî gelo çima jin jî li gel wê kar nakin? Wê got: “Hewldanên min hene lê xelk hîn zû bi zû qebûl nake ku jin vî karî bikin; qaşo ev kar yê mêran dibînin.

Di karekî wisa de, helbet dê çîrokên cihêreng derkevin holê, gellek ji wan çîrokan jî xweş in. Di nav axaftinê de Hêza qale çend bûyerên ku di karê wê de diqewime kirû got: “Wê rojê dayîkek hate cem min dike penêr ji zarokên xwe re bişîne Hollandayê, helbet min nikarîbû ez wê dayîkê bigihînim wê bawerîyê ku Hollanda cihê penêr e, û wê her digot zarokên min gellekî ji penêr hez dikin”.

Ji xwe ev karê barkirinê wek tê nasîn ê mêran e, lê Hêza di bajarê Kobanîyê de ev hişmendî şikand, dibêje “xeyalên min, ez jineke xwedî kar û dewlemend bim, her xeyalên min ku ez bibim bazirganeka mezin”, wiha axaftina xwe berdewam dike û dibêje “dema ku ez li gundê xwe bûm her sal min pêncî şimbil erd diçand”.

Hêza dibêje: “Ez wek jin ji karê bazirganîyê hez dikim û loma min ev kompanya vekir û min xwest ji her kesî re bidim naskirin dema ku jin hez bike dikare di her karî de serkeftinê bi dest bixe”.

Hêvîyên Hêza niha jî ku jin bê kar nemînin û hemî koçber li cih û warên xwe vegerin, li Girê Spî kompanyayeke ji vê mezintir veke û karmendên wê jî hemû jin bin.

Close