
Peteya “Corona”yê sîya xwe avêt ser qada perwerdeyê jî; Ji ber ku wê dibistan, zanîngeh û sazîyên perwerdeyê xist zorê û hişt ku derîyên xwe bigirin da ku rê li ber belavbûna vî vîrûsî bê girtin.
Lê alîyên têkldar xwestin ku ev yek şagrid û xwendekaran dûrî xwendina wan neke, lewra wan berê xwe dan “fêrbûna onlaine” ya ku di rêya internêtê re ye, şagird û xwendekar li mala xwe dikarin tevlî waneyên xwe bibin.
Mamosta Heyat Ebas (qonaxa seratayî) dibêje “Tenê maye (xwendina ji dûr ve) wek şêwazeke guncaw bo fêrbûna xwendekaran û hînbûna wan di siberojê de, lê mixabin desteya perwerdeyê ev yek bo qonaxên navîn û amadayî çesipand û ya seratayî li paş ma”.
Ebas wisa didomîne û dibêje: “Bi taybetî piştî ku pêvajoya perwerdeyê rasterast bi belavbûna petaya (Covid 19) bandor bû pêwîst bû ku çareserî jê re bê dîtin”. Çareserî jî li gorî mamosta Heyat ev e, “bi navgîn û alavên teknîkî mîna mobîl, li şûna ku bi lêkolînêna di refê de bi hevkarîya şagirdan, bo fêrbûnê pirr baş e, ji ber ku ew zanyarî û agahîyan li pêş dixe, ku wan jêhatî dikin, ji ber vê yekê divê malbat bizanibin û baldar bin ku encamên vê rêbazê ne weke ku xwendekar di refê de waneya xwe bistîne dê kêmasî jî hebin, lê dimîne çarserîya herî baş da ku hewcedarî çûyîna dibistanan nebin”.
Bikaranîna vîdyoya Youtubeyê zêde bû û xwendekar berê xwe dan rêbazên nûjen di fêrkirinê de. Azad slêman xwendekarê (qonaxa amadeyî) dibêje “ev cara yekem e ku em, di rêya girûpên xwendinê re, dûrî refa xwe fêr dibin, tecrubeyeke me ya bi sûd e, lê birastî di rewşa qutkirina kahrebeyê û lawazbûna toreyên intrnêtê de fêrbûn zehmet bû”.
Tevî fêrbûna elektronîkî, di hişê pirr kesan de pirsên li bara bandorkirina wê, wekî bêkêmasîya rêbazên kîlasîk, û berfirehîya amadekirina ku ji bo wê çêdibin? Çi dijwarîyên li pêşberî hînbûnê hene.
Pisporê perwerdeyê, Selîm Mûsa, balê dikşîne ser alîkarîyên perwerdeya elektronîk û di nerîna wî de zehmetîyek bingehîn e, nemaze “bi hewcedarîya lezgîn a bikaranîna fêrbûna ku bala xwendekaran zêde dike û rasterast bi wan re wekî beşdaran, ne wekî temeşevanan, xwe tevlî dike, û ev ê motîveyê zêde bike û encamên çêtir bi dest bixe”.
Li vir, girîng e ku mamosta hewildanek berbiçav bide da ku ji bo her armancê awayên înteraktîv ên guncaw dîyar bike. Pêvajoya tevlêkirina xwendekaran li deverên cihêreng, û domandina balkişandina wan bi rêya mobîl û laptopan, ne karekê hêsan e, lê bêguman ne zehmet e.
Heman tişt ji bo pêvajoya nirxandinê, bi taybetî ji bo hejmartina poanan. Di pêvajoya perwerdeyê de, bi serê xwe yan bi girûpên teybet her xwendekar li gorî qonaxa xwe û refa xwe, têkilîya wî pêk tê.
Li vir berpirsiyarîya mamosta ye ku rêbazên cihêreng bikar bîne da ku hewcedarîyên cuda bi cîh bîne. Di tevahîya dema rûniştina perwerdeyê de hûrbûyîna li ser axaftina wî dibe ku ji temaşevanan re guncaw be, lewra, pêwîst e ku mamosta bernameyekê hilbijêre da ku li gorî şêwazên cihêreng meteryalên perwerdeyê amade bike.
Bê guman, dê mamosta bi zehmetîyên mezin re rû bi rû bimînin ku bi vê guherîna ji nişka ve li ber xwe bidin, lê bi plansazîyek rast, gellek astengî dikarin werin derbas kirin.
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Rohat Mihemed, da zaînîn ku deste waneyên xwendekaran di rêya vîdyoyan amade kiriye da ku xwendekar li ser ekrana televîzyonê temaşe bikin û sûdê ji zanyarîyan werbigirin.
Rohat wisa didomîne: “Li vir, divê mamosta bi mercên hemî xwendekarên xwe zanibe ku ji bo girûp rêbazên herî guncaw hilbijêrin. Mînak, heke pirsgirêk bi kêmbûna şirovekirina wanayên xwendekaran re têkildar be, wê hingê materyal dikarin di mezinahiyên biçûk an navîn de werin amadekirin, û dibe ku ew çêtir be jî ku di hevpeyvînên rasterast de bikaranîna vîdyoyên kêm bikin an jî ji bo demeka kurt wan bikar bînin”.
Di dawîya axafitina xwe de, Rohat dibîne ku malbat û mamosta dikarin di rêya hevrîzîyekê re xwendekar biser bikevin û têr agahî bikin.