
Hin bi hin, ez bi xwendina romanekê re xilmaş dibûm.
Di hundirê romana (99 Morîkên Belavbûyî) de, ez bûbûm leystikvanek, û her gotinekê ez dikişandim a din.
Ji nişka ve, hevala min rista bêdengîyê bi pirsekê qetand, ew jî di karê xwe de mijûlî raporekê bûbû, ji bo ku bi dawî bike pirsa wateya nexweşîya “TELASÎMîYA”yê kir.
Mîna ku sitilek ava cemidî bi ser serê min de bibare, min pêşwazîya vê gotinê kir, ev gotina ku kuleke kûr di dilê min de çandiye, her ku tê bîra min bê çawa bi vê nexweşîyê min yek ji hevalên nêzî dilê xwe (Mihemedê kurê meta min), ji dest da.
Ez bi pirsa hevala xwe re, di xeyalên xwe de, ber bi Şamê ve çûm, û bitaybetî, ber bi odeya ku Mihemedê 23ê salî, li nexweşxaneya “Miwasat”ê, rojên xwe yên dawî di hundirê wê de derbas dikir.
“Tu dikarî werî li cem min li nexweşxaneyê?”, ev xwestek ji min kir di dema ku di sala 2010an de, ez li xewgeha xwendekarên zanîngehê bûm, di cih de min jî xwesteka wî pêk anî, û di nav xirecira li nexweşxaneyê de, min bi zehmetî xwe gîhand odeya wî, li qata sêyemîn a çaremîn bû, nema tê bîra min.
Mihemed xortekî bejin bilind, zirav û bi hêrs bû, lê nexweşîyê rengê wî bi temamî guherandibû, bi rûyekî zer û poreka sivik girnijîneka biêş silava min vegerand, û yekem gotin ji devê wî derket “min pirr bêriya axa Robarîya kiriye” û pişt re ode bê deng ma.
Piştî demeka kurt, min xatir jê xwest, û min pirs ji wî kir eger pêwîstîya wî bi tiştekî hebe, wê demê wî xwesteka tişteke xerîb kir, ew jî sitraneke hunermendê Libnanî “Waêl Kfûrî” ya bi navê “Tebkî El-Tuyûr” bû.
Min soz jê re da ku sitranê jê re peyda bikim, lê qet nekete bala min de ku soza min dê bi cih nebe.
Dem dawîya ezmûnan e, bêhnvedana me dest pê kir, min jî mîna hezarê xwendekaran berê xwe da Robaryayê, bêyî ku sitranê bigihînim Mihemed.
Qerebalixeke bihêz di hundirê Pasa xwendekaran de hebû, xwendekar ji ber ku berê wan li mal bû ew kêfxweşbûn.
Berûvajî min ez û sitrana “Tebkî El-Tuyûr” me xwe li bêdengîyekê pêçabû.
Ji ber ku gundê me dikeve milê bajêr, em ji hêlên telefonan bê par bûn, û têkilîya bi Mihemed re pirr lawaz bû, ta dîroka 14ê sibatê ji heman salê.
Ez û dayika xwe li kolanên bajarê Qamişloyê dimeşîyan, mobîla min lê dixe, “Mihemed koça dawî kir” piştî van gotinan, min hest kir ku jîyan li derdora min rawestiya, sitran, girnijîna wî, silav û xatirxwestina wî, di yek kêlîyê de di nav mejîyê min de çûn û hatin.
Me nedizanîbû ku mirinê Mihemed ji xwe re kirbû hezkirî di roja evînîyê de; ew ji xwe re bir, da ku her sal di wê rojê de gemûşka birîna dilê me veke.
Mihemed bû morîka 100ê ya belavbûyî, ku ji rista jîyanê qetiya, û êşên pirr mezin li şûna xwe hiştin, ku ne tenê di roja hezkirinê de ji jîyanê bar kir, lê mehek mabû ku bikeve sala 24an de ji temenê xwe, lê buhara temenê wî li me bû zivistaneke sar, ne axa Robarîya bi laşê wî şad bû, ne jî li sitrana ku ma kulek di dilê wî de, guhdarî kir.