Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
STÊRÊN AVÊ XWENÊN ŞEVÊ – Kovara Şar

Rojê tîrêjên xwe kom kir û hazrîya çûyînê dike, hemwextî wê tarîya şevê hêdî hêdî bi ser erdê ve dibarîya, lê agirê çixareya Mîlad geş û sor e ku yekê ji qûn yekê vêdixîne û dûmana spî bi ser serê xwe de ber dide, bi hêvîya ku ew çixare bêhna wî fireh bike.

Mîlad Mihemed yek ji niştecihên taxa Til Hecer a bajarê Hesekê ye, wekî hemû xelkên bajêr pirsgrêka nebûna avê di malê wî de jî heye, lê di alozîya nebûna avê de her malek xwedî çîrok û êşek cuda ye.

piştî ku Artêşa Tirkîyê û komên çekdar ên opozisyona Sûrîyayê di dawîya sala bûrî de herêma Serê Kanîyê ya Rojavayê Kurdistanê dagir kirin, jêdera ava herêma Hesekê, anku stasyona Elok ew jî ket bin kontrola wan de  û xelkên herêmê ketin bin rehma wan.

Mîladê li ber derîyê malê runştî, ji sibeha ve yek derdê wî heye ew jî stêrek avê peyda bike û xezanên avê yên mala xwe tijî bike, lê tevî ku henefîyên malê bêdeng in stêrên avê jî nema peyda dibin û ew bûna wekî “Seyara Muhafiz” nayên dîtin, wekî ku Mîlad binav dike û dibêje tenê di xewnê şevan de tên dîtin.

Piştî qutkirina avê li ser nêzî mîlonek kes li herêma Hesekê, xelkê ji neçarî berê xwe dan stêrên gerok ên avê ji dervî bajar dadigrin û tên li nava bajar difroşin, lê hejmara kêm a stêran ku dighêje nêzî /150/ stêrî nikare pêwîstîyên xelkê Hesekê ji avê dabîn bike, li gorî ku ajoyerê stêrekê, Mihmed Salih, ji Şar re dibêje.

“Ez ji sibeha xwedê de li bende stêrekê me ku derbas bibe û biçek av bide me, lê ne stêr hat û ne me av dagirt” Mîlad bi acizî dibêje, û sedema nehatina stêran bi xwesteka wan a peryên zêde ve girê dide “ 5 bermîlan bi 5 an 6 hezaran difroşin (…) baş e ku ava bîrên Til Berek e, ne ya Zemzem e”.

Li gorî amarên Gerînendeya Avê ya girêdayî Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatî Sûrîyayê rojane ji Hesekê re /80/ hezar M/3 gerek e, lê ev stêr nikarin %10 ji wê pêwîstîyê peyda bikin.

Ji ber nexweşîyê Mîlad neçar bû zivistana bûrî kurê xwe yê biçûk bibe Şama paytext, piştî nêzî heyvekê ew û kurê xwe vegerîyan lê piştî ku çavê kurê 5 salî li wir hiştin ew jî ji ber penceşêra ku di çavên wî de bûbû mêvanek giran.

“Ji ber ava bîran a tal ew çavê wî nema vedibe û ez ditirsim ku bandorê li yê din jî bike, ez her roj ava (Beqîn) dikirim da ku ser çavên wî bişom”. Bavê kurik wiha ji Şar re dibêje, ji xwe êşa feqîrtîyê ew jî hevalek malbata Mîlad e.

Berî ku hêvîya peydakirina stêrekê têk biçe, stêrk tê û li avahîya kêlka mala Mîlad disekine da ku avê ji cîranê wî re dagire, Mîlad jî hema radihêje xwe û ber bi ajoyerê stêrê ve bilez diçe, û beriya ku xwesteka xwe bibêje yê ajoyer hêvîyên wî li bin guhê erdê dixe, ew jî bi gotina “Mafî/ tune ye”.

Mîladê serkeçel piştî ricayek mezin dikarîbû xwedîyê stêrê bide qebûlkirin ku du galonan ji xwe dagire û vegera mala xwe da ku sibe dîsa hewildana peydakirina stêrekê bike.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170