Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
FELSEFEYA NEMIRBÛNÊ – Kovara Şar

Di navbera mirin û nemirinbûnê de
Milan Kundera ji navdartirîn romannivîsên sedsala 20’an e û xwedîyê berhema afrêndêr ya bi navê “Nemirbûn” e, ku bi zimanê Fransî hatiye nivîsandin, tevî ku Kundera Çekî ye, lê wî Fransî wekî zimanê xwe yê wêjeyî hilbijartiye. Şêwazê nivîsandina wî ji vê romanê re pirr cêywaz e, çimkî destpêk ji bûyeran re tuneye, her weha nivîser dikare têkilîyên jiyanê yên ne cihê têgihiştinê ne ji xwîneran re parçe bike û dahûrîne û paşê di yek wêneyê de û bi awayekî têgihiştî pêşkêş bike.

Kurteya romanê:
Roman li ser heft beşan hatiye vegotin. Nemirbûn li ser Agnes, hevjînê wê Paul û xuşka wê Laura teqezîyê dike. Di beşa yekem de bingeha van kesayetan tê avakirin û dergehên vegotinê tên vekirin. Di beşa duyem de têkilîya Goethe bi Bettina re tê şayesandin ku ew jineka ciwan e û dixwaze cihê xwe di Pantheon a dîrokê de bigire bi rêya desteserkirina mîrata Goethe piştî mirina wî. Di beşa sêyem de Agnes û Laura pev dikevin, dema ku giranîyê didin ser rewşa xerab a têkilîya Laura û Bernard Bertrand. Beşa Çarem Homo Sentimentalis dîroka paşîn a Goethe û hevaltîya piştî mirinê ya bi Ernest Hemingway re vedibêje. Di beşa Pêncem de mirina Agnes tê dîtin û Kundera van bûyerên xeyalî bi axaftina bi profêsor Avenarius re jînenîgarîya xwe vedibêje. Beşa şeşem kesayeteka nû bi navê Rubens di nav bûyerên romanê de pêşkêş dike, ku berî çend salan ji destpêkirina bûyerên sereke yên vegotinê ew bi Agnes re di nav têkilîyeka hezkirinê de bû. Di beşa Heftem û ya dawî de û di heman hola tendirustîyê de, cihê ku Kundera yekem carî pêla îlhamê dîtibû roman hat qedandin.

Kesayetên romanê:
Kundera şêwazê hûnandina romanê ya kilasîk hidiweşîne û awayê pêşkêşkirina kesayetan diguherîne, îcar hin kesayetan weka mêvan derbasî vegotina romanê dike bê ku bandorê li çarçoveya giştî bike, lê belê dixe bin xizmeta armanca ku ew dixwaze bigihîne xwîneran.
Roman ji dewlemendtirîn romanan tê dîtin ji alîyê hejmara kesayetan ve, her weha ji yên herî cêywaz û balkêş ji alîyê girêdana wan kesayetan bi hev ve. Dadgehkirina nemir a Goethe û guftûgoya wî bi Hemingway re û hin kesayetên dîrokî ku dixwazin di rêya şer, hezkirin û mirinê, yan di rêya jiyanê bi xwe re derbasî heman dadgehkirinê bibin. Li gel kesayetên sereke yên ku Kundera romanê bi wan vedibêje; Agnes, hevjînê wê Paul û xuşka wê Laura, hin kesayetên mîna şanogerê mezin Goethe, mûzîkjenê navdar Beethoven, romannivîsê amerîkî Hemingway, sazvan û wênesaza elmanî Bêtîna Von Arnîm (Bettina Von Arnim) û Kundera bi xwe jî derbasî romanê dike, li gel hinine din ku Kundera ew ji berhemine din veguhestine nav berhema xwe, mîna mîr Mîkşîn û Hîpolît ji romana “Hevbira Karamazof” ya Dostiyovêskî.
Ev kesayet hemû carinan di cîhaneka resteqîneyî û carinan di cîhaneka nîgaşî de ku Kundera wê diafirîne; bi hev re dijîn, tevî ku ne di heman serdemê de bûn, lê Kundera bi awayekî afrêndêr ew di teşeyeka romanî de bi têkilîyan hûnandine.

Felsefeya romanê:
Dema mirov li bara nemirbûnê diaxive, yekem tiştê tê hişê wî mirin e, ji ber mirin dergehê ku mirove tê re derbasî cîhaneka din dibe, lê berî ew bigihêje wî dergehî, di gellek qonaxan re derbas dibe û bi gellek awayan jiyana xwe bi gewde dike; lê qonax û pêvajoya herî giring ew e têkilîya wî bi nemirbûnê re ye ku awayê nemirbûna kar, raman û çîroka jiyana wî jê re diyar dike. Paşê bi baldarî û bîrwerî dijî, mîna mirovê di bin çavdêrîyê de be.
Siyasetmedar, ramyar û hemû kesên xwedî raman û pêşveçûnên cêywaz hewl didin ku hejmara herî mezin ji piştgîr û peyrewên raman û îdyolojîya xwe kom bikin û wan li ser fikir, raman û îdyolojîya xwe perwerde bikin, daku mayindebûn û nemirbûna wan misoger bikin. Di vî barî de Kundera têgeha “wênelojî” (imagologie) dide pêş, ya ku xwe li ser rewşa me ya heyî ferz dike. Ew tê wateya ramanên ku xwe ji cewherê tiştan diavêje ber bi teşe û wêneyên wan ve, ku di encama vê guhertinê de wênelojî fikir û raman desteser kirine; çimkî dema îdyolojî di wêneyekê de bi gewde bibe, hingê naveroka wê tê kurtkirin û cewherê xwe ji dest dide. Îcar wêne dibe hêmana sereke ya bandorê li ser çêja mirov ya wêjeyî û bedewîtî û nerînên wî yên siyasî dike. Di encamê de fikir û îdyolojî dimirin û tenê “wêne” nemir û mayinde dimînin.
Di dawîyê de em dikarin armaca Kundera di yek gotinê de biguvêşin, dema dibêje: “Mirov dikare dawiyekê ji jiyana xwe re deyne, lê nikare dawiyekê ji nemirbûna xwe re deyne”.

Kurtejiyana Milan Kundera:
Kundera nivîskar û feylesûfekî fransî bi koka xwe ji Çek e, ji navdartirîn romannivîsên çep e û xelata Êndîpêndint ya wêjeya nîgaşî ya biyanî di sala 1991ê de wergirtiye.
– Di Nîsana 1929an de li Çek ji dayik bûye, ji dê û bavek Çekî, bavê wî mûzîkjenzan û serokê zanîngeha Cankêt a wêje û mûzîkê bû.
– Kundera ji bavê xwe fêrî mûzîjenîyê bû û paşê mûzîk, sînema û wêje xwend, di sala 1952an de ji zanîngehê derçû û di kolêja sînemayê ya akademîya Birag de wekî mamostayê alîkar û semînerdarê hunerên lîstikvanîyê kar dikir.
– Di sala 1948an de tevlî partîya sosyalîst dibe û du caran jê tê dûrxistin, lê paşê lê vedigere.
– Di sala 1953an de yekem dîwana xwe ya helbestî belav dike, lê Kundera wekî nivîserekî giring nayê naskirin ta ku yekem komeçîrokên xwe ya bi navê “Dildariyên pêkenokî” di sala 1963an de belav dike.
– Di sala 1968an de karê wî ji dest diçe, piştî êrîşa Yekîtîya Sovyêtê li ser Çekslovakiya ku Kundera neçar dike koçî Fransayê bibe û wekî mamostayekî alîkar li zanîngeha Rêyn kar dike.
– Di nav wê rewşa jiyana dijwar de Kundera berhema xwe ya bi navê “Zindiyek sivikbûna wî nayê hilgirtin” nivîsandin, ku bi wê bû nivîserekî cihanî û navdar, ji ber nerînên felsefî yên kûr di wê berhemê de.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170