BÛKA CIZÎRÊ BI KARA XWE ŞAD NEBÛ

Tevî bûrîna salekê ser bikaranîna wan bo cara dawî, hîn jî “Zekî Hecî” (54 salî) ku penaberekî Serê Kanîyê ye, koma kilîtên xwe yên bajar bi xwe re hiltîne, û geh wan dixe bêrîka xwe, geh datîne ser Televîzyonê, û pirr caran jî li ser dîwarê odeyeke rûniştinê li mala xwe ya bajarê Qamişloyê dadilqîne.

«Ji mala min, dikana min, û ofîsa min a parêzerîyê li Serê Kanîyê, bi tenê ev kilît mane, û her kilîtek ji wan cihekî tîne bîra min, û bîranînên wî cihî bo min vedijîne», wiha “Hecî” ji (Şar) re dibêje, û bi rûyekî ku xemgînî ser xuya ye berdewam dike: «Rast e ku derî hatine guhertin, lê kilît bi me re ne, û mafê me di vegerê de derdibirînin».

Ev salek e ku parêzerê Kurd wêneyê wê koma kilîtan kiriye wêneyê profilê xwe yê kesayetî li ser “Facebook”ê, ji piştî ku ew û malbata xwe, ji encama êrîşa Tirkîyê ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê, di cotmeha sala 2019an de, ji mala xwe koçber bûn, û berê xwe dan bajarê Qamişloyê.

Dîwarê odeya rûniştinê li mala “Zekî Hecî” ya Qamişloyê – Izedîn Salih

#Kilîtên_malên_me_zingar_nagirin:

Ev haştag bi berfirehî li ser toreyên medyaya civakî, wekî Facebookê belav bûye, ku navnîşana helmetekê ye, ji alîyê hin çalakvanên Serê Kanîyê ve, bi nêzîkbûna salvegera dagîrkirina bajar re hat ragihandin, bo hevpiştîya kêşeya Serê Kanîyê û mafê xelkên wê di vegereka ewle de bo malên xwe, wiha çalakvanê sivîl “Orhan Kemal”, yek ji kesên ku bi vê helmetê rabûne, armancên wê ji (şar) re eşkere dike.

Zêdebarî bîrokeya hilanîna kilîtên malan, helmeta ji bo Serê Kanîyê hin haştagine din jî li xwe digre, û li gor “Kemal” ku penaberekî wî bajarî ye, û niha li bajarê Hesekê bi cih bûye, ku her yek ji wan navnîşanan kêşeyeke girêdayî rêderdîya xelkên Serê Kanîyê tîne ziman, her wekî jidestçûyîna pirrengîya ku bajar pê dihat naskirin, her wiha guhertina demografîya wê di bin sîya dagîrkerîya Tirkîyê de.

Kanîya Binpêkirinan:

Di 9ê cotmeha 2019an de, Tirkîyê bi piştevanîya Artêşa Niştîmanî ya Sûrî, êrîşek ser Bakurê rojhilatê Sûrîyayê, dest pê kir, û di encamê de, bajarên Serê Kanîyê û Girê Spî, û navçeya di navbera wan de, bi dirêjbûna 120 k.m dagîr kirin.

Ji encama êrîşa Tirkîyê /162.5/ hezar kes ji xelkên Serê Kanîyê û gundewarên wê, ku 45 hezar ji wan zarok in koçber bûn, û li gor amarên Rêveberîya Xweser, herî dawî /9500/ kes ji wan hîn di dibistanên bajarê Hesekê de ne, ku Rêveberîya Xweser bi destpêka pêla penaberîyê re derîyê wan li pêş penaberan vekir, û bêhtirî /12/ hezaran li kampa “WaşoKanî” li bajarokê “Tiwêna” yê rojavayê Hesekê ne, û bi hezaran jî li kampa “Serê Kanîyê” li rojhilatê Hesekê, ku di meha çûyî de, ji bo pêşwazîkirina penaberên di dibistanan de hate vekirin, zêdebarî bi deh hezaran penaberên Serê Kanîyê, yên ku li bajarên Cezîra Sûrîyeyê û herêma Kurdisatna Îraqê bi cih bûne. 

Di heyama salekê de ji dagîrkerîya Tirkîyê û Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyeyê, ku Tirkîyê rêveberîya navçeyê kiriye destê wan de, kiryarên wan koman, derbarê dest danîna ser malûmilk, saman û zevîyên xelkên bajar û bicihkirina çekdaran û malbatên wan, û her wiha xelkên hin parêzgehên din ên Sûrîyeyê li şûna wan, hewlên guhertina demografîk, û binpêkirinên din yên wan koman kêm nebûne, û raporên mafnasî yên rêxistinên navdewletî, vê yekê teqez dikin.

Bi kara xwe ya bûkanîyê şad nebû:

Bi qasî xemgînîya “Zekî Hecî” ser jidestçûyîna malûmilk û bîranînên wî li Serê Kanîyê, wiha jî li ber dizîna kara bûkeke nû ji dikana xwe ya bajar dikeve, piştî salekê ji proseya ku navê “Kanîya Aştîyê” hilgirt.

Kara bûkê wekî sparte li ba “Hecî” hatibû danîn, da ku di rêya ofîseke veguhestinê re bişîne Tirkîyê, berî 2 rojan ji êrîşa wî welatî ser Serê Kanîyê, di cotmeha 2019an de, ku ji encama wê, parêzerê Kurd û malbata xwe, di bin topbarandinê de ji bajar derketin, û ji bilî belgeyan û kilîtên mala xwe, tiştekî din bi xwe re ne birin.

“Hêvî” navê nivîsgeha “Zekî Hecî” li Serê Kanîyê bû, ku tê de keresteyên xwendin û nivîsînê difrot, li kêleka navbênkarîyê di veguhestina bar û kelûpelan de, bo hindir û jiderveyî Sûrîyeyê, lê berûvajî hêvîyên parêzerê Kurd, ew nivîsgeh jî, wekî mala wî, û ofîsa wî ya parêzerîyê, ji alîyê çekdarên girêdayî Tirkîyê ve hate talankirin, û di nava talanîyê de kara bûkanîyê ya wê bûkê jî hate dizîn, berî ku pê şad bibe.

Kara wê bûkê ji bîra “Hecî” nediçû, dema ku berê xwe da Serê Kanîyê, piştî kêmtirî du mehan ji dagîrkirina bajar, ku di vê derbarê de ji (Şar) re dibêje: “Dayika bûkê tembî li min kir ku li kara keça wê miqate bim, û min di her du rojên dawîyê de, bi derketina nîşanên şer re, bêhtirî carekê ji malbata wê xwest ku werin kara bûkê ji ba min bibin, lê ev yek nebû”.

“Bo her keçekê, kara wê ya bûkanîyê li ser dilê wê delalî ye, ji lewre dema ku ez çûm bajar, min çavên xwe berî her tiştî li kara wê gerand, lê mixabin, wekî kelûpelên din, ew jî dizîbûn”, bi van gotinan “Hecî” çûna xwe ya Serê Kanîyê bi bîr tîne, û berdewam dike: “Bajar bûbû mîna daristanekê, nema jîngehek ewle bû ji bo rûniştinê, ji ber wilo ez tenê sê rojan li wir mam, û careke din vegerîyam Qamişloyê”.

Li ba “Hecî”, çîroka dizîna kara wê bûkê ji çîroka talankirina Serê Kanîyê ne cihê ye, ku xelkên wê ji encama dagîrkerîyê, bi xweşbûn û ewlebûna bajar a van salên dawîyê şad nebûn.

“Piştî têkbirina (Daiş)ê li gundewarên Serê Kanîyê, di sala 2015an de, sal bi sal rewşa bajar xweş dibû, û hestên nebûna aramîyê kêm dibûn, û pê re jiyan vegerîya bajar”, wiha penaberê ji Serê Kanîyê rewşa bajar di navbera salên 2015an û 2019an de dinirxîne, berî ku Tirkîyê û komên Sûrî yên girêdayî wê ve bajar dagîr bikin, û li şûna aştî û aramîya ku berê hebû, tirs, kuştin û talanîyê belav bikin.

Close