Hilanîna Kilîtan Malan, Nîşana Vegera Xwedîyên Wan e

Piştî birêketina 6 demjimêran, “Diya Kawa” û keça wê ya bi mêr gihan Serê Kanîyê, lê ew nikarîbûn derbasî malên xwe bibin, yên ku bi destpêka êrîşa Tirkîyê re li ser bajar, di Cotmeha 2019 an de, ji neçarî jê derketin.

«Qufla deriyê mala min guhertibûn, li ser dîwar nivîsandibûn “mehcûz”, û malbata çekdarekî ji koma “Sultan Murad” tê de bicih kiribûn», wiha jina pêncî salî, ji (şar) re, çîroka çûna xwe ya bajar, û destdanîna li ser mala wê, ji aliyê komên çekdar yên dijberîya Sûrîyê ve, tîne ziman.

Qermîçokên di rûwê “Diya Kawa” de, gelek çîrokan li pey xwe vedişêrin, ji nav wan çîroka vegera wê ya Serê Kaniyê, piştî du mehan ji dagîrkirina bajar, ku çekdarên Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyê, rê nedan wê ku vegere mala xwe li taxa “Zorava”, û wê ji bajar qewitandin, ji lewre bêhêvî vegeriya bajarê Amûdê, yê ku ew û zarokên xwe, ji piştî proseya “Kanîya Aştîyê” lê bicih bûne.

Lê tevî wilo, hîn jî “Diya Kawa” kilîtên mala xwe ya Serê Kaniyê hiltîne, û di bêrîkên xwe de radike, û bo wê ev kilît, hilgirê bîranînan, û nîşana vegerê ne, û ew dibêje: «Bê guman ku di dawîya de, emê her vegerin, lê niha, di sîya hebûna wan koman de, em bi vegerê nafikirin, ji ber ku ew di binpêkirinên xwe de dermafê sivîlan berdewam in».

Piştî salekê ji dagîrkirina Serê Kanîyê, ji hêla Tirkîyê û Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyê ve, û pêlên koçberîya ji neçarî, kiryarên komên ku Tirkîyê rêveberîya navçeyê xistîye destê wan de, di barê dest danîna ser malûmilk, saman û zevîyên hemwelatîyên bajar û bicih kirina xelkên hin parêzgehên din ên Sûriyê li şûna wan, hewlên guhertina demografîk, û binpêkirinên din yên wan koman kêm nebûne, û raporên rêxistinên navdewletî, vê yekê tekez dikin.

Bajarê pêkvejiyanê rengên xwe jidest dide:

Bi vê navnîşanê, komek ji çalakvan û rojnamevanên Serê Kaniyê, helmetek li ser amarên hevgihiştina civakî, bi nêzîkbûna salvgera dagîrkirina bajar dest pê kirin, bi armanca hevpiştîya kêşeya bajar û mafê xelkên wê yên penaber di vegereke ewle de, gorî ku daxuyanîya ragihandina helmetê diyar dike.

“Orhan Kemal” yek ji çalakvanên ku bi vê helmetê rabûne ji Kovara (Şar) re dibêje: «Ev helmet gelek haştagan li xwe digre, ku her yek ji wan balê dikşîne ser aliyekî ji binpêkirinên ku ji bandora dagîrkerîya Tirkîyê dermafê bajar û xelkên wê têne encam dan».

Bi gotina “Kemal” ku: «Binpêkirinên Tirkîyê û komên Artêşa Niştîmanî li Serê Kaniyê û gundewarên wê li ser gelek astan hatine encam dan, ji ber wilo pêdivêt bû ku helmet ronîyê bavêje ser tevahîya van binpêkirinan û bandora wan li ser xelkê û bajar».

Helmeta navbuhurî li ser medyaya civakî, wekî “Face book” û “Twitter” belav bû, û bi hezaran kes tevlî wê bûn, û logoyê helmetê ku diruşmeya “Bajarê pêkvejiyanê rengên xwe jidest dide” hildigre, li ser profilên xwe yên kesayetî li ser “Facebook” ê parve kirin.

«Hilbijartina diruşmeya “Bajarê pêkvejiyanê rengên xwe jidest dide” wekî navnîşana vê helmetê, û yek ji haştagan, vedigere rengerengîya ku bajar pê dihat nas kirin» wiha rojnamevan “Izedîn Salih”, ku ew jî yek ji beşdarbûyên helmetê ye, armanca wan ji vê haştagê şirove dike, û her bi gotina wî «Serê Kaniyê ji Misilman, Xiristiyan, û Êzîdîyan, ji Kurd, Ereb, Ermen, Siryan, Çeçan, Aşûr, û Şerkesan pêk dihat, û ev pêkhate tevde ji dagîrkerîya Tirkîyê ziyan dîtin, û ew pirrengiya bajar êdî jidest diçe».

Kîlîtên Vegerê:

Helmeta ji bo Serê Kaniyê di rêya rûpela xwe li ser “Face book” ê, penaberên bajar vexwend ku li ser rûpelên xwe, wêneyan ji Serê Kaniyê parve bikin, wekî wêneyên wan yên kesayetî, wêneyên malên wan, yên kilîtên malan, û her wêneyên ku wan bi bajar ve girê didin.

Derbarê haştaga din a “Kilîtên Malên me Zingar Nagirin”, rojamevan “Izedîn Salih” da zanîn ku «Ew mafê xelkên Serê Kanîyê di vegereke ewle de bo malên wan tîne ziman, û ev armanca sereke ji helmetê ye».

Xebata Aştiyane Di Rûwê Sitemkarîyê De:

Herwiha helmeta navbuhurî haştaga (Bi hev re bo sekinandina guhertina demografîk) jî li xwe digre, ji ber ku ev sûc li gor “Salih” «Bi rêya gelek rêbazan ve birêve diçe, wekî anîna xelkên hin parêzgehên din yên Sûriyê û bicih kirina wan, û ya çekdaran û malbatên wan di malên xelkên bajar yên ku ji neçarî koçber bûne, herwiha Tirkkirina bajar, ya sazîyên fermî, û rêbaznameyên xwendinê».

Helmeta hevpiştîya Serê Kaniyê hin çalakiyên cûr bi cûr li xwe digre, û li gor kesên ku pê rabûne, helmeteke aştiyane ye, ber bi pêkanîna fişarekê bo rizgar kirina bajar û xelkên wê, ji rewşa heyî ya ku tê de dijîn, di siya dagîrkerîya Tirkîyê û Komên çekdar yên girêdayî wê de.

Rola Karê Sivîl:

Bê guman ku karê sivîl yek ji rêyên avakirina rayeke giştî ye, û bi vê sayê helmeta ji bo hevpiştîya Serê Kaniyê ev rê hilbijart.

Rojnamevan “Serdar Mele Derwêş” ku ji xelkên Serê Kaniyê ye, û niha li Elmanyayê rûniştî ye ji (Şar) re dibêje: «Berê helmetên bi vî rengî li ser erdê dibûn, lê di roja me ya îroyîn de, dibe ku di rêya Internet ê de jî bên encam dan, ku di van salên dawîyê de, me gelek helmetên eliktronîk birêve birin, û bi taybet li dijî binpêkirinên Tirkîyê, piştî dagîrkirina Efrînê, û paşê Girê Spî û Serê Kaniyê».

Lê ji bo ku ev helmet armancên xwe pêk bînin, “Mele Derwêş” dide zanîn ku «Pêwîste rêxistin kirin, xebateke pispor û hizreke afrênêr li pişt van helmetan hebe, herwiha bikaranîna slogan û diruşmeyan pêwîst e ku bi zanebûn bibe, da ku armancên wan bi awayekî berbiçav pêk bên».

Derbarê helmeta hevpiştîya kêşeya Serê Kaniyê, Rojnamevanê Kurd dibêje: «Her çiqas ku ev helmet ne li gor hêvîyan be jî, lê di encamê de gaveke erênî ye ji bo zindîhiştina mafên xelkên Serê Kaniyê û şikandina şêwazê kilasîk di şermezarkirinê de, herwiha berdewamîya van helmetan ta bidestxistina hevkarîyeke cîhanî ji bo xizmetkirina bîr û bawerî û mafê gelê kurd pêwîst e».

Girîngîya helmeta hevpiştîyê bo Serê Kaniyê ji wê yekê tê, ku name û nasnameyeke xwerû hildigre, wiha nivîskar “Hisên Cemo” diyar dike, û ji (Şar) re dibêje: «Helmet nasnameya gel dide pêş doza siyasî, çi ku Serê Kaniyê cihê pêkvejiyanê ye, û ti carî nabe bajarekî bi yek rengî, yek çandê û yek zimanî, û tevî ku berxwedana leşkerî awayê herî girînge ji bo rizgar kirinê, lê girîngîya berxwedana sivîl jî pêwîst e, ji ber vê jî ev helmet beşek ji berxwedanê ye».

Bo bi cî anîna armancên helmetên mafên mirovan, nivîskar “Ebas Elî Mûsa” dibîne ku «Divê têkilî di navbera sazîyên civaka sivîl û yên ragihandinê de hebe», û ji (Şar) re dibêje: «Helmeta girêdayî bîranîna dagîrkirina Serê Kaniyê pir girînge, û divê ku her kes piştgirîya wê bike, ji ber ku xelkên Serê Kanîyê pê rabûne».

Close