JI BER BUHABÛNÊ Û REWŞA ABORÎ YA ALOZ ŞÊNÎ BERÊ XWE DIDIN FIROŞGEHÊN KINCÊN BIKARHATÎ

Ev salên dawî li bajarê Kobanîyê gellek firoşgeh ên kincên bikarhatî (balê) hatin vekirin, ji ber ku kincên bikarhatî êdî bûn jêdera sereke bo malbatên xizan û yên ku dahata wan sînordar e, ew jî, ji bo dabînkirina cil û kincên takekesên malbatê bi bihayine guncaw.

Daketin û bilindbûna nirxê lîreya sûrî hember pereyên din hişt ku bazirgan kirrîn û firotinên xwe bi lîreya sûrî, lê li hember dolarê emerîkî bikin.

Bi vê yekê re bihayên kinc û pêlavan gellekî bilind bûn, û êdî şênîyan nema dikaribûn kincên nû bikirrin. 

Rodîn Xelîl jineka ji bajarê Kobanîyê ye, ew tevî malbata xwe, ya ku ji pênc kesan pêk dihê, li ser muçeya mêrê xwe yê karmend, yê ku sê sed hezar lîreyên sûrî derbas nake dijî. Rodîn dibêje: “Ez neçar im kincên xwe û yên zarokên xwe ji yên bikarhatî bikirre, ji ber ku ez nikarim kincine nû yên ku bihayên wan gellekî bilind bûne bikirre”. Li gorî ku Rodîn dibêje, bi hemû mehaneya mêrê wê deh parçe kincên nû nayine kirrîn, de ew ê ji ku bixwin û ji ku vexwin!?

Emîna Mihemed ew jî koçberek ji Efrînê ye, û di debara jîyana xwe de pişta xwe bi qezencên her du zarokên xwe, ku temenên wan hîn pazdeh sal derbas nekirine û li devera pîşesazîyê kar dikin, girê dide. Diyar dike ku ji ber buhabûna kincên nû, û ji ber ku karê zarokên wê gellek kinc û pêlav jê re divên, ew neçar e ku ew kinc û pêlavan ji xwe û ji wan re ji yên bikarhatî bikirre.

Tê zanîn ku kirîza aborî li Sûrîyayê bigiştî û li Bakur û Rojhilatê Sûryayê jî bandoer li jîyana mirovan kiriye, ne tenê xelkên ku kincan dikirrin, lêbelê yên ku kincên nû difroşin jî, lewma ew jî gazinan ji nefirotinê dikin ji ber bihayê kincan bilind e û hevwelatî berê xwe didin firoşgehên kincên bikarhatî. 

Xelîl Seydo ew jî yek ji (zibûnên) firoşgehên kincên bikarhatî ye, ew di salên xwe yên pêncîyê de ye û dibêje ku “kêfa wî ji  pêkirina pêlavên bikarhatî re dihê, ji ber ku ew pêlav rind û erzan in, ku bihatirîn pêlava bikarhatî 10-12 hezar lîreyên sûrî derbas nake, û ew pêlav demeke dirêj dimîne, berûvajî pêlavên nû, ew gellekî biha ne, û çar pênc mehan li ber xwe nadin”. 

Kirrîna şênîyên Kobanîyê cil û kincên bikarhatî bandora xwe avêtiye ser tevgera bazara wî bajarî û ew sist kiriye, û  xwedanên firoşgehên kinc û cilên nû gilî û gazinan ji vê yekê dikin. Xalid Welîd yek ji xwedanên van firoşgehan e dibêje ku “ji ber buhabûnê, û ji ber wê jî pirranîya şênîyên ku berên xwe didin firoşgehên kincên bikarhatî, rojane ew bêhtirî 2-3 pareçeyan nafiroşin”. Lewra Xalid di berdewamîya axaftina xwe de da zaîn ku ev bo şênîyan baş e, lê ji bo wan ku ew jî xwedî malbat in ne baş e û rewşa wan jî xerab e. 

Wêne: Şevzan Mehmûd

Tev li ku di destpêka belavbûna petaya (Covid-19) de, li nav xelkê belav bû ku ew vîrûs di rêya kincên bikarhatî re jî derbasî nava herêmên me dide û belav dibe, lê vê yekê kirrîna kincên bikarhatî li cem şênîyan kêm nekir.

Ji alîyekî din ve cihê balkêşîyê ye ku pirranîya firoşegehên kincên bikarhatî yan di kolanên nesereke yên bazarê de ne, yan jî li derveyî bazarê li nav kolanên bajar belavkirî ne, ev jî ne tenê ji ber buhabûna kirêyên firoşgehan ên di kolanên sereke yên bazarê de ye, lê ji ber ku çanda şermkirina ji çûna firoşegehên bikarhatî rehên xwe di derûnîya xelkê de kûr berdane.    

Û ji alî xwe ve, Nîhad Mihemed, ku xwedîyê firoşgeheke kincên bikarhatî ye, dibêje ku “zibûnên firoşgeha wî gellek in, çunkî bihatirîn parçe di firoşgeha wî de pênc hezar lîreyên sûrî derbas nake, di demeke ku heman parçeya nû bi bîst hezar lîreyên sûrî dihê firotin”. Herwiha xwedîyê firoşgehê amaje bi hebûna pêlavên bikarhatî yên ewropî di firoşgeha xwe de kir û got ku “ew dihêlin zibûnên firoşgeha wî bêhtir bin, ji ber ku pêlavên ewropî sivik û xurt in”.

Li bajarê Kobanîyê bi dehan firoşgehên ku kincên bikarhatî difiroşin hene, hinek ji wan, ji bo ku zibûnên firoşgehên xwe di demeka guncaw de haydar bikin, hatina kelûpelên xwe di rêya toreyên medyaya civakî re radigihînin, û ev firoşgehana hemû pêdivîyên malbatên xwedan dahatê sînordar ji kinc û pêlavan, dabîn dikin.    

Close