
“Sûrîya Biçûk” ev nav li bajarê “Serê Kanîyê” tê kirin, ji ber rengerengîya pêkhateyên wê, ji Kurdan û Ereban û Xiristiyanan û Êzdîyan, herwiha para navê bajar jî ji vê pirrengîyê hebû, û ji navên ku ew pê tê naskirin “Waşo Kanî, Reş Eyno, Qetif El-Zihûr, Ras El-Eyn, û Serê Kanîyê”, ku her yek ji van navan di demeke cihêreng de ji dîrokê dihat bikaranîn, lê tevde rengê bajar li xwe digrin, ku hevjiyaneke baş xelkên wê li hev kom dike, û dengê zingilên dêran tevlî yê banghildana mizgeftan dibe, berî ku ji encama proseya leşkerî ya Tirkîyê di bin navê “Kanîya Aştîyê” de, 162.5 hezar kes ji xelkên wê, di cotmeha sala 2019an de, koçber û penaber bibin, û bajar ji alîyê çekdarên girêdayî Tirkîyê ve bê talan û wêrankirin, û tevî hemû zehmetîyên ku xelkên Serê Kanîyê tê re derbas bûn, lê hezkirina wan bo jiyanê û ji bajarê wan hişt ku ew zora rewşa aloz bibin, û li bajarên ku lê bicih bûne, kar û pirojine nû vekin û birêve bibin.
“Ehmed Yûsiv” (22 salî) ciwanekî ji Serê Kanîyê ye, di zaroktîya wî de, bavê wî çû ber dilovanîya Xwedan, lewre ew li ba xalê xwe xwedî bû, û pê re mezin bû û fêrî kar bû, ku kafêtîryeke xalê wî “Mistefa Hiso” hebû, xwarzîyê wî Ehmed wê birêve dibir, û ew û xalê xwe bi vî karî li Serê Kanîyê naskirî bûn, lê bi destpêka êrîşa Tirkîyê, ew jî wekî tevahîya xelkên bajar di bin topbarandinê de penaber bûn, lê piştî hefteyekê xalê Ehmed xwest ku vegere bajar ji bo ku li Kafêtîrya xwe binêre, wî nizanîbû ku ew û hevalên wî, dê ji alîyê çekdarên bi ser Tirkîyê ve rastî gulebaranê bên, û di encamê de “Mistefa Hiso” xalê “Ehmed” û du kesên din, ku ew jî sivîl bûn jiyana xwe ji dest dan, û kesek jî birîndar bû, herwiha sivikatî ji alîyê wan çekdaran, bi termê qurbanîyan hat kirin, û ev bûyera yek ji tawanên kuştinê ye li ser destên komên çekdar yên girêdayî Tirkîyê, ku rêxistina mafên mirov (Human Rights Watch) di rapora xwe de, ya di 27ê Mijdarê 2019an de belge kiriye.

Ehmed, bi malbata xwe re li Qamişloyê bi cih bûye, û vê dawîyê ji xwe re Kafêtîryek bi navê “Black” lê vekir, ku di vê derbarê de ji (Şar) re dibêje: «Piştî kuştina xalê min ez gellekî bêzar bûm, ji ber ku piştî bavê min, wî min xwedî kir, û me bi hev re karekî baş li Serê Kanîyê dikir, lewre min vê Kafêtîryayê vekir, da ku bîranînên wî bi min re bin, û rêça wî bernedim, herwiha dema ku xelkên Serê Kanîyê tên ba min, bi penaberîyê hest nabim, em bi hev re wekî malbat danûstendinê dikin, û tevde hêvî dikin ku vegerin bajarê xwe û ji nû ve ava bikin».
Li alîyekî dinê, “Kawa Kalê” (29 salî) ser têlên tembûra xwe awazên vegera Serê Kanîyê dijenîne, û li bajarê Qamişloyê amojgehek mûzîkê bi navê “Waşo Kanî” vekir, piştî ku amojgeha wî li Serê Kanîyê ser destê çekdarên girêdayî Tirkîyê hate talan kirin, û ew ji (Şar) re dibêje: «Serê Kanîyê wekî “Kanîya Hunerê” dihat naskirin, ji ber ku gellek hunermend û helbestvanên navdar jê derketin, û bi rengê pêkvejiyanê û hezkirinê dihate xemilandin, lewre ku min amojgeha xwe bi navê “Waşo Kanî” vekir, da ku xweşikbûn û giringîya bajar a dîrokî di bîra me de zindî bimîne».
Li gor “Kalê” ku mûzîk zimanê hêvî û hevborînê ye, lewre ku ew bi vekirina amojgeha “Waşo Kanî” hêvîyên vegera Serê Kanîyê dirêse, û her ji (Şar) re dibêje: «Min nedixwest ku şagirtên min ên Serê Kanîyê ji fêrbûna mûzîkê dûr bikevin, da ku rêça Yûsif Berazî “BêBuhar” û Mehmûd Ezîz Şakir û Mihemed Hiso “Ronîcan” bernedin, rast e ku em niha ji bajar dûr in, lê ew di dilê me de dijî, û em ji kanîyên wê ava hunerê vedixwin û dijîn, herwiha Serê Kanîyê bi şagirtên xwe yên Qamişloyê jî didim naskirin, û wiha di rêya mûzîkê re ji bajarê xwe yê ku hatiye dagîrkirin qut nabin, û jê re dilsoz dimînim».
Li bajarê Hesekê jî, “Fadil Cewher” ku werzîşvanekî Serê Kanîyê ye, ew û yaneya xwe ya ku navê wî bajarî hildigre, xwe amade dikin da ku tevlî cama kantona Cezîrê a fotbolê bibin, herwiha wî jî vê dawîyê ji xwe re holeke berberîyê “porkurkirinê” li bajarê Hesekê vekir, da ku debara jiyana malbata xwe jê peyda bike, û herwiha himbêzgehek be ku ew û hevalên xwe lê li hev bicivin, ji piştî ku ji encama êrîşa Tirkîyê ji malên xwe koçber bûn.
Cewher û malbata xwe li bajarê Hesekê bi cih bûne, û di rêya karê berberîyê re, ew debara jiyana wê malbatê dike, û ji (Şar) re dibêje: «Li Serê Kanîyê navê hola min a berberîyê “Diclê” bû, li ser navê tîma min a gelêrî bo fotbolê, lê li vir min navê hola xwe kir Serê Kanîyê, ji ber ku di neynika wê de, bîranînên Serê Kanîyê xwe vedijînin, û li wir û li vir jî, dikana min himbêzgeheke ji werzîşvanên bajar re, em li vir li hev kom dibin, daxifin, û bîranînên xwe parve dikin».

Cewher dibêje ku wî bicihbûna li bajarê Hesekê ji ber du sedeman hilbijart, yek ku ava Serê Kanîyê digihê wê, û ya din ku bêhtirê werzîşvanên Serê Kanîyê yên penaber lê bi cih bûne, û tevde hêvî dikin ku vegerin bajarê xwe, û careke din li ser erda lîstokgeha “Ş.Ristem Cûdî” bi fotbolê bilîzin, herwiha tarîtîyê ji ser bajar hilînin, û careke din wê ronî û ava bikin.