MALBAT BINGEH Û BINYATA CIVAKÊ

Malbat bingeh û binyata civakê ye, stûn û sîsika şaristanîya her miletekî ye, pêşxistin, hebûn û aramîya pêwendîyên civakekî li malbatê di heman demê de avakirin û bihêzkirina wan pêwendîyan ji malbatê dest pê dike, ji ber vê yekê jî çareserkirina pirsgirêkên civakî bi çareserkirina pirsgirên malbatê ve têklidar e, wate eger malbat pêşketî, hevgirtî û bihêz be ew civak jî saxlem e.

Di nav civaka kurdan de malbat mîna sazîyeka bingehîn û binirx hatiye pejirandin, malbata kurdî bi hezkirin, yekrêzî û hevgirtina xwe di dîrokê de hatiye naskirin, di heman demê de li cem kurdan pêwendîyên malbatî yek ji pîroztirîn û giringtirîn pêwendîyên li ser rûyê erdê ne. Nivîser û şarezayê Îspanî George Santayana li bara giringî û pêwîstîya hebûna malbatê dibêje: “Malbat jîyan e û yek ji tiştên herî xweş ên sirûştê ye”. 

Di van deh salên borî de bûyerên perçebûn û jihevketina malbatê wek diyardeyekê û bilindbûna rêjeya wê zengilê metirsîyê lê da, her ku, diçe rêjeya wê zêde dibe, pirsa girîng ev e: Gelo sedemên têkbirina hevgirtina malbatê çi ne?  Şerê navxweyî û berdewamîya pêlên koçberî û penaberîyê heta kîjan astê bandora xwe li jihevketina malbatê kiriye, di demekê de ye ku, Kurd bi yekgirtin û yekrêzîya malbatên xwe naskirîne, herwiha di vê serdema niha de ku, her malbatekî kurdan ên ku, ji (8-12) kesan pêk dihatin du kes yan jî sê kes mane, yên din penaber bûne û her yek li welatekî dijî? Çima rewşa malbatê niha gihaştiyê vê asta metirsîdar ji perçebûnê û mîna berê ne laşekî saxlem û bi ser xwe ye?

Fatîma dêya Şêrzad ji bajarê Amûdê ye, li bara jiheketina malbata xwe dibêje: “Malpata min ji 12 kesan pêk dihat, xanîyê min jî mezin bû 5 odeyên fireh li xwe digirt, yekrêzî û hezkirin sîmayên malbatê bûn, di heman demê de, kêlîkên herî xweş dema em li ser sifreya xwarinê kom dibûn carinan rê nebû em bi hev re xwarinê bixûn, ken, xweşî û pêkenok herwiha qerebalixa zarokan ji malê kêm nedibû, lê niha ez û bavê zarokan tikûtenê di maleke xirûxalî de dijîn, zarokên min weke tizbîyê biqetê her libek bi derekê ve here terûbelav bûn, wiha malbata min jihevket û parçeparçe bû, hin li Herêma Kurdistanê bi cih bûn, hin li Tirkîyê û yên din welatên Ewropayê, penaberîyê mala min virtîvala kir û ji hev dûr xist”.

Pisporên civakî berî niha sedema jihevketina malbatê li bilindbûna rêjeya berdanê di nav jin û mêran de û nelihevkirina wan vedgerandin, ji bilî wê jî li gor nerîna wan pisporan hejarî, bêkarî û xirabîya rewşa aborî, wendabûna rola endamên malbatê di avakirina malbatê de û înternet û toreyên medyaya civakî jî sedemên perçebûnê ne, dibe ku rola van sedeman hemû jî hebe, lê di dema niha de heman pispor dibêjin û hevnêrîn in ku, sedema herî mezin û sereke ji belavbûna diyardeya jihevketina malbatê koçberî û penaberî ye.

Piştî şoreşên “Buhara Erebî” ku li çend welatên rojhilata navîn dest pê kirin, li Sûrîyeyê jî piştî çend mehan şerê navxweyî û milmilanîya çekdarî dest pê kir, rewşek ji nearamî û neseqamgîrîyê li pey xwe anî ku, heta niha jî ew rewş berdewam e, vê yekê bandoreka neyînî û xirab li jîyana xelkê kir, hejmareka mezin ji malbatan qurbanîyên mezin dan, bi sed hezaran kes hatin kuştin û girtin, bi hezaran bêserûşûn bûn, di heman demê de karwanên koçberî û penaberîyê jî dest pê kir û siberoja welat bigiştî ber bi asoyeka nedîyar ve çû, malbat jî ji hev ketin; hin emdanên wê li welat man û hin jî li derve.

Li gor amarên Neteweyên Yakbûyî bo karûbarê penaberan (UNHCR) hejmara penaberên Sûrîyeyê  gihaştiye /7/ milyon û /300/ hezarî. Giradayî vê babetê jî rêxistina neteweyên yekbûyî (UNICEF) di raporeka xwe de gotibû ku, heta niha milyonek zarokên Sûrîyeyê ji dêûbavên penaber xwedê dane, anku li kampên penaberîyê hatine dinyayê.

Kurd jî ji vê penaberîyê ne bêpar bû, lewra bandoreka mezin û xirab li hevgirtina malbatê kir û bû sedema pirsgirêkên civakî, ji ber ku, pirranîya wan kesên ku, koçber û penaber bûne nifşê ciwan û xotran bûn, kêmbûna hejmara wan ciwanan di beramber de jî bilindbûna rêjeya keçan li welat nehevsengîyek peyda kir,  ji ber ku, rêjeya wan keçên dem bi ser wande borî û ji ezmûna zewacê bêpar mane, anku jinên bihurî zêde bûn. Ji alîyeke din ve koçberîya nifşê nû yê ciwanan bandora xwe li warê aborî û pîşesazîyê jî kir, ji ber ku, jêrxaneya aborî, avakirin û pêşxistina projeyan li ser milê xortan tê kirin.

Koçberî û penaberî ji dûr û nêzîk ve bandoreka mezin li hemû warê jîyanê kir û yek ji sedemên herî mezin ên jihevxistina malbatê bû, helbet çareserkirina vê pirsgirêk û diyardeyê ne hêsan e lê ne zhemet jî, ji ber ku, malbatên kurdan ji kevin de bi hezkirin, yekrêzî û yekgirtina xwe naskirî ye.

Close