
Pirranîya jinên li herêmên me bi temaşekirina kenalên (YouTube)yê ve yên çêkirina xwarinê girêdayî ne, û ew bûye parçeyek ji bernameya rojane, ji ber ku ew şûna pirtûkên çêkirina xwarinê û dibistanên ku di vî warî de pispor in girtiye.
Çêkirina xwarinê ne tenê peywirek giran e, ku ji hêla jinan û bi mecbûrî ve tê kirin, lê bi kanalên (YouTube)yê xwe yên pispor ku ji herêmekê ta bi herêmekê din û ji welatekî hetanî bi welatekî din, diguhere, dibe hunerek.
Leyla Hesen (38) li bara vê mijarê dibêje: “Pirsgirêka ku jin dikişînin û dipirsin ku em ê îro çi çêkin? Her roj, xwarinên nû hewce ne, ku di serî de endamên malbatê têr bikin”.
Malbat ji xwarina kevneşopî bêzar dibin, wisa Leyla axafitina xwe didomîne û dibêje: “Ez li kanalên xwarinê temaşe dikim, û ez hewil didim ku li ser maseya xwe ya rojane fêrî xwarinên nû bibim, lê zilamê min rexneya min dike ku ez dema xwe dikûjim û diravên xwe di tiştên vala winda dikim”.
Meryam Izz El-Dîn, (45) salî, jina mala ye, ji Cezayirê ye, ji 2016an ve xwedan kanalek (YouTube)yê ye, û di heman demê de kanalek wê ya din jî bi navê (Meriûma) heye ku pispor e di çêkirina xwarinê de, şîranîyên ku di boneyan de tê çêkirin. Meryam ku /87,3/ hezar aboneyên kenala wê hene ji Şar re dibêje: “Di warê çêkirina xwarinê de ez kêfxweş im û her dem ez dixwazim dema xwe di xwaringehê derbas bikim, lewra çêkirina xwarinê ji min re meraq e, di dema dawî de gellek jin pêwendîyê bi min re dikin ta ku ez vîtamînên ku di cureyên xwarinê de hene yên ku laş bi hêz dikin û nahêlin qelew bibin şirove bikim, ev jî çandeke dibe ku hemû jin fêrî wê bibin û nas bikin”.
Meryam anî ziman ku yekemîn vîdyoyên wê yên ku li ser kanalê weşandî ne ji bo xweşikbûn an dermankirinê bû lê wê dixwest ku ez bala jinan bikşînim, çiku berê şîret û maskên cuda amade dikir daku jin ji pizikên rûyan xilas bibin, û di encamê de rûgeş bibin. Lewra ew dibêje: “Piştî ku ez derbasî weşandina vîdyoyên çêkirina xwarinan ên mîna xwarinên kevneşopî û şîranîyan bûm ew tişt bû sedem ku hejamara jinên ku kenala min dişopandin ber bi pirrbûnê ve diçû”.
Meryem dibêje bernameyên çêkirina xwarinê ji bo gellek jinên ku dixwazin di çêkirina xwarinê de her tiştê nû bişopînin û ya çêtirîn ji bo endamên malbatê peyda bikin pirr baş e û bi sûd e. Wisa berdewam dike û dibêje: “Li Cezayirê jin hene di rêya rûpelên xwe yên (Facebook) û kanalên (YouTube)yê awayê çêkirina xwarin û şîranîyê pêşkêşî şopînerên xwe bikin”. Li gorî Meryam êdî van bernameyên gellek jinên malê, bi taybetî jinên ciwan, hişte ku bikevin mitbexê û li malê şîranîyan amade bikin, mîna pêşkêşvanên wan bernameyên ku ji wan re madeyên xwarinê diyar dikin.
Lê zêde kir û got: “Bernameyên çêkirina xwarinê êdî ne cezayê rojane ye ku jin bi gellek acizbûna xwe re rû bi rû dimînin, lêbelê meraq e ku her jin dixwaze wê pratîkê bike da ku maseyek bi xwarinên xweş xemilandî, amade bike”.
Rojîn Seydo (32) salî û dêya sê zarokan e, wisa diaxive: “Guhertina rêbazên amadekirina hin xwarinan, bûn sedem ku dev ji xwarinên kevneşopî, selete û şîranîyan berdin, da ku endamên malbatê bi guherîna awaya ku ji wan re tê pêşkêş kirin bike”.
Di nerîna Seydo de bernameyên pejandinê ji jinan daxwaz dike ku nûjen bibin û ramanên nû bi dest xwe bixin, û bername û kanalên pejandinê bandora xwe li ser jinên malê, jinên karker û keçên ciwan hişt, ji ber bernameyên cihêreng û hûrgulîyên ku ew pêşkêş dikin da ku xwarinên cîhanê yên herî xweş di deng û wêneyê de amade bikin.
Selma Elî (37) salî, mamostaya dibistanê ye, di nerîna wê de, yek ji başbûna van bernameyan ew e ku perwerdehîya rasterast a bo amadekirina xwarinên rojana û yên cihêreng peyda dike, her wisa ramanên nû dide jinên malê daku xwarinên herî xweş çêbikin, nemaze ku nîvê roja xwe li kar diqedîne, ew dibêje: “Bernameyên (YouTube)yê bûne alîkar ku jin û keçên ciwan ên ku jêhatîya xwe ya pejandinê winda nekin her wisa ev bername jî dikare ku jinan fêrî rakirina lekeyên rûn û zeytê li ser sîramîka bikin”. Bi vê gotinê Selma gotina xwe bi dawî kir: “Kanalên (YouTube)yê yên pejandinê rotînê dişkînin û têgihiştina xwarinê ji bo jinan diguherînin”.
Ji alîyekî din ve, Nebîla Osê (23) salî, dibîne ku amadekirina xwarinê hewceyê hînbûn û ezmûnê ye. Dibêje: “Piştî ku em berê xwe didin dayikên xwe da ku em şîretekê bibihîzin, Internet bûye navgînîya me, nemaze piştî belavbûna kanalên (YouTube)yê yên xwarinê ji hêla şêfên pispor û jinên malê û kesên ku ji xwarinê hez dikin”.
Nebîla balê dikşîne see vê yekê ku di gellek kenalan de derfet heye ku jin bizanibe çawa şînkayîyê hilîne ta ku xeranebe, dibêje: “Ez dizaninm ku jin hewcedarî vê ne, nexasim ku ev sînkayî nirxên wê bilind e û pêwîst e ku jin bo vê yekê agehdar be, her wisa bo mûnetê jî ev kenal dibe alîkar”.
Osê wisa didomîne û dibêje: “Ez li heman vîdyoyê û li heman xwarinê temaşe dikin da ku ez bi wê temaşekirinê awayê çêkirinê baş nas bikim”.
(YouTube) pêvajoya amadekirina xwarinê hêsantir kir, nemaze bo kesên ku di pejandinê de ne şareza ne, temaşekirina vîdyoyek ku ji çend xulekan zêdetir nîn e bes e ku xwarineka xweş amade bikin.