Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
DI PÊLA AVAKIRINÊ DE, PIRSGIRÊKA XANÎYAN – Kovara Şar

Gava mirov ji devereka bilind li bajarê Girkêlegê temaşe dike, wêneya wan avahîyên zêde û nîvçemayî weke hêlînên kevokan xuya dikin. Tevî ku avahî pirr in, hîn avakirin berdewam e. Her avahîyek çar qat in û heyşt mal dikevin wan de. Lê bi rastî dema ku mirov li nav wan digere, di her avahîyekê de tenê malek, du mal an herî zêde sê mal di wan de hene, yên din ne tenê vala ne, lê hîn nîvçe ne (heykel in). Tevî van avahîyên zêde û avakirina berdewam, hîn peydakirina xanîyekî bi kirê, pirsgirêka herî mezin a gellek malbatan e.

Mihemed xortekî ji Girkêlegê ye. Berî salekê zewicîye. Di destpêkê de nêzî mehekê li xanîyekî kirê digere. Di dwaîyê de xanîyekî li qata çaran dibîne, kirêya wê jî çil hezar lîre ye. Piştî salekê xwedîyê xênî weke hevalên xwe kirê duqat dike û heyştê hezarî jê dixwaze. Mihemed dibêje: “Meaşê min tenê du sed hezar e. Eger ez heyştê hezarî bidim kirêya xênî, yên din wê têra çi bikin?”.

Adil, xwedîyê çend xanîyan e ku wan dide bi kirê. Dibêje: “Her tişt buha dibe, çima kirêya xanîyan buha nebe?”. Mijara buhabûnê, ya ku bi nirxê dolar ve girêdayî ye,di van her du salên dawî de bi awayekî ne normal bilind dibe û bandoreka mezin li bazar û xelkê dike. Lê bi rastî yê herî zêde pê diêşe, miletê belengaz e. Ji kirrîna kelûpelên rojane, cil û berg, sûtemenî, derman, kirêya servîsan ta em bigihêjin kirêya xanîyan. Di her alîyê jiyanê de milet zehmetîyan dikişîne. Lê dîsa ya herî zehmet, peydakirina xanîyekî ku tê de bi cih bibin.

Ji bo naskirina sedema avakirina zêde û netemamkirina xanîyan, me ji perpirsekî avakirina avahîyekê pirs kir. Navê wî Ebu Raid e. Wî weha bersiv da: “Gellek ji miletên me zarokên wan koçberî derve bûne. Tevî koçberîya xwe, naxwazin ji welatê xwe qut bibin. Dema hin pereyan kom dikin, rasterast dişînin vir û bi rêya nasên xwe ji xwe re xanîyekî dikirrin. ji ber ku ew li derveyî welat in, temamkirina xanî jî ji wan re ne girîng e. Ji ber vê sedemê pirranîya wan xanîyên xwe temam nakin, kêm kes temam dikin û didin kirêdaran”.  

Li Girkêlegê, buhayê xanîyekî netemamkirî kêm zêde be jî, ji bîst ta bîst û pênc hezar dolarî ye. Buhayê xanîyê temamkirî ji sih ta çil hezar dolarî ye. Ew jî bi cih, mezinbûn û qata wê ve girêdayî ye. Dema dibin lîreyên Sûrî, di navbera heftê milyon û sed milyonî de ye. Ev nirx, kêm zêde li hemû bajaran derbasdar e (ji bilî deverên taybet, weke li Qamişlo li hin cihan buhayê xanîyekî ji sed hezar dolarî zêdetir e.)

Wêne: Rûbar Mihemed

Em li Mihemed vegerin. Piştî buhakirina kirêya xênî, Mihemed xwest karê xwe biguhere û yekî baştir bibîne ta pereyên zêde qezenc bike û karibe xwe xwedî bike. Kar peyda kir, ew jî li bajarê Dêrikê bû. Ji bo karê nû, pêwistî bi veguheztinê heye û divê mala xwe jî bibe Dêrikê. Lê dîsa pirsgirêka peydakirina xanîyekî bi kirê derket li pêşîya wî. Mihemed nêzî du mehan li xanîyekî gerîya. Di dawîyê de li derdora bajêr, xanîyekî nîv xirabe, ku hin kar jê re pêwist, peyda kir. Pirsgirêka Mihemed, pirsgirêka pirranîya xortan e.

Şaredarîyê hewl da ku pirsgirêka buhabûna xanîyan çareser bike. Pîvan û zagon danîn, lê pêk nehat. Endamê Şaredarîyê Mihemed Emîn dibêje: “Berî salekê me biryar da ku nirxê kirêkirina her xanîyekî ne zêdeyî bîst û pênc hezar lîreyê Sûrî be. Lê kesê ku xanîyek didît, eger buha be jî, ji tirsa ku ji destê wî biçe gilih nedikir. Ji ber vê yekê biryara me jî vala derket”. Lê Şaredarî dikare bi awayekî din pirsgirêkê çareser bike. Komelgehên xanîyan ava bike, temam bike û bi qestên li salên demdirêj li xortan belav bike. 

Li milê din, gellek kes ên xwedîyê erdên derdora bajêr dixwazin Şaredarî bajêr fireh bike û erdên wan jî tevlî bajêr bike ta karibin erdên xwe bi buhayekî bilind bifiroşin an jî ew bi xwe ava bikin. Lê Şaredarî dibêje ta ku ew xanîyên vala û “heykel” tijî nebin, em bajar fireh nakin. Pirsa me jî ew e: Gelo wê kengî ew “hêlînên kevokan” tijî bibin?


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170