RAGIHANDIN AMÛRA ÇESIPANDINA ZIMAN E DI CIVAKÊ DE

Qonaxa pêşvebirina ziman li Rojavayê Kurdistanê hetanî radeyeke mezin cihê xwe girt.

Di rêya biranşên ziman, ferhengên wergerê û gellek warên din de.

Lê amûra nepen ji mejî re û amûra herî nêz ji çavan re (Ragihandin) e, roleke pirr girîng û sereke di danesîna ziman de lîst..

Li Rojavayê Kurdistanê di rêya medyaya dîtbarî (Dijîtal), ilktronîk û nivîskî re guhdaneke mezin bi ziman tê kirin. Tişta serinckêş ji şopîner û bihîzeran re ew e têgeh û konsêptên nû, wateya peyvên di bîrdanka wan de tê rûniştandin ku cara yekem e dibihîzin.

Di rêya portalên civakî, mebest toreyên medayay civakî, rûpelên dana nûçeyan weku (ajans) û gellek amûrên din ên çapemenîya kurdî, derfet û fersenda axaftin bi zimanê kurdî damerzand.

Li gorî mamosteyeke zimanê kurdî Hindîya Mihemed ew di rêya maldanka nûçeyan (şerît ixbarî) fêrî têgehên zehmet ên ziman bûye û wiha dibêje:

“Ez di heyama kirîza Sûrîyeyê de fêrî ziman bûm, mixabin wê çaxê ziman jî qedexe bû, lê hêdî hêdî di rêya televizyon û radyoyan re ziman kete hundirê malê de, wateya peyvên mîna (Nakokî-Kêşe) min nas nedikir, lê di rêya ferhengan re, şîroveyên bêjer û pêşkêşkaran têgihiştim, êdî me nema pêwîstî dît ku zarokên xwe fêr bikin, ji ber ku pêre pêre min li ber çavan dît, ji min çêtir ziman diaxivin”. 

Di vê serdemê de şopîner bal dikêşin ser peyvên nû yên di medyayê de bikar tên, taybet gotin û têgehên jiyanî.

Ew hemwateya peyvan jî di rêya ragihandinê re hatin veqetandin û bi şêweyekî nerim pêşkêşî temaşevanan bû.

Di vir de temaşevan gihişte bawerîyê ku navgîna fêrbûna ziman, medyaya kurdî ye. Rola ragihandina di şoreşa ziman de li Rojavayê kurdistanê rola herî sereke ya bibandor û aktîf e.

Pira ku ragihandinê di navbera Xelk-Ziman de çêkir pêwendîyeke zor û hestyar afirand.

Hevwelatîyê bi navê Cemîl Kazim pesna rola ragihandinê di danazana zimanê kurdî de da û wiha got:

“Ji ber ku pirr min li bernameyên Televizyonê û radyoyê guhdarî û temaşe dikirin, di dema  civatan de li gel xizim û dostan, min çend peyvê kurmancîyê vegotin, şok man! Û her ji min pirsîn çawan tu fêrî ev qas gotinan bûye? Bi rastî şopandina bername û nûçeyan hişt ku gellek peyvan bizanibim, rola ragihandinê di fêrkirina ziman de pîroz e”. 

Li ser heman mijarê medyakar Hemalîn Ferman ku bêjereke radyoyê ye û di heman demê de şangor e behsa hûrgilîyên fêrbûna xwe ya ziman dike û dibêje:

“Min baldarîyeke pirr mezin da zaravayên zimanê xwe, gihiştim wê astê ku mejîyê min ji min re mijaran bi kurmancîyê diafirîne, ji nişka ve min xwe di beşê ragihandin û şanoyê de dît, gellek xelk ji min pirsîn tu çawan fêrî zimanekî wiha standart bûye? Yekser bersiva min ew bû çapemenîya nivîskî û dîtbarî, em pirr alîkar in di warê wergerandina peyvên kurdî bo zimanên dinê, taybet ji Kurdî dikin Erebî ku têgihiştinek biafire”. 

Mixabin çapemenîya nivîskî pirr ji aliyê xelkê ve nayê xwendin bi argumana ku nivîsên kurdî yê di kovar û rojnameyan de gellekî dirêjin, lewra hevwelatî berê xwe didin medyaya dîtbarî, tevî ku gellek têgehên ziman nehatine fêmkirin ji hêla wan ve.

Cemawarên wê çapemenîyê rewşenbîr û zimanzan in, belku di rêya wê re gotin û têgehên nû nas dikin û werdigerînin bo zimanên din.

Dîsanê pirsyar her ew dimîne ragihandin wê çawa bikaribe bibe navgîna sereke û dibistana sêyem ya fêrkirina zimanê dayikê di siberojê de?

Close