
Ji mêj ve tê zanîn ku jin kar dike, destpêkê cotkarî, peydakirina avê û tepan, hêrandina tov bo xwarinê, birêvebirina karûmarê malê, firotin û veguhertina pêdivîyên zêde bo malbatên din û her wiha xwedîkirina zarokan. Paşê bi borîna salan re û pêşketina bi demê re çêbûyî her wiha bi derkitina şoreşa pîşesazî û teknolojîyayê re, rewşa karê jinê hat guherîn û hêdî hêdî karê kebanîya malê bi pêş ket, ku cihê kar ji malê tenê veguhêzî ofîs, nexweşxane, pêşdibistan, dibistan, zanîngeh, rêxistin, kargeh û hwd. Ev yek ji me re dide xuyakirin, jin ji hezarên salan ve, kedek daye û heta roja îro jî, berdewam kiriye.
Lê carcaran hin sedem dibin kelem ku xwezaya karê jinê tê guhartin. Di heyama me ya îro de, vîrûsa “Covid-19” li seranserî cîhanê guhartineka pirr mezin di hemû waran de peyda kir û zîyanine dijwar di gîyanê mirovan, aborî, jihevketina civakî, girtina sazîyên perwerdehî û fêrkirinê û kargehan, bêkarî û hwd de derxistin holê. Ev bela bû sedem ku zîyana herî dijwar bibe para jinê, nexasim jina kerker; Ji ber ku jina xwedîkar di hundirê malê de karûmarê malê bi rê ve dibe, zarokan xwedî dike û li derveyî malê jî kar dike û berpirsîyarîya kar dikeve ser milê wê. Îcar bi ferzkirina karntînê ya ku di encama belavbûna “Covid-19” re derket, êdî barê jina karker bû du qat ku neçar ma karê xwe yê derve jî li mal berdewam bike. Ger em têkevin ziravîyan, em dê nas bikin çi qasî jinê zehmetî di vê demê de kişandîye, anko ji bilî ferzên ku ji wê tên xwestin, barê paqijîya zêde û parastina ji “Covid-19” jî ser milên wê zêde bû û pê re zexteka derûnî bi sedema tirsa wê ji gihaştina vîrûsê bo malbat û zarokên wê her wiha kêşeyên tendirûstî û westaneka gewdeyî bi sedema bikaranîna zêde bo metiryalên kîmîk ên dijwar bo paqijîyê, li gel wê peyda kir.
Wek ku tê zanîn, her tiştek alîyê wê yê erînî û neyînî heye, li gor jinên deverê li bara kar, petaya “Covid-19” ji bo hinan ji hin hêlan ve erênî bû û bo hin kesên din neyînî bû, ku karê hinan wek xwe ma, bêyî tu guherîn tê de çê bibe. Li gor Narîn Brahîm a ku dêya du zarokan e û di radîyoyeke ya deverê de kar dike, dibêje: “Bêguman her kesî zehmetî bi sedema vê belayê kişand, lê li gor tecrûbeya min, ez dibînim jinên ku di ragihandinê de kar dikin û bi taybet ên xwedî zarok, ew in kesên ku herî zirar gihaşt wan. Li gor xwezaya karê me, ji me tê xwestin em bêrawestan karê xwe berdewam bikin; ji ber ku em in xeleka ku sazîyên tendirûstîyê yên ku nexweşên “Corona”yê hildigirin cem xwe û gel bi hev ve girê didin, çi ji bo pêşkêşkirina şîretan û çawanîya xweparastina ji vê vîrûsê be yan jî ji bo amadekirina raporan be. Pirrê caran ji me tê xwestin em serdana sazîyên tendirûstîyê û danûstandinê bi nexwşan re bikin, lê weke her mirovekî ku dixwaze sed ji sedî bi karê xwe ve rabe û di heman demê de tev ku em bergirîyên xweparastinê pêk tînin jî, em taya zarokên xwe dixwin û naxwazin vê nexweşîyê ji derve ve, bighînin wan”.
Her wiha li bara neyînîyên berdewamîya kar li gor jina rojnameger, wiha zêde kir: “Bi sedema giritina dibistanan di dema karintînê de, zarokên min li mal man û karê min jî hin berdewam bû, bi vî awayî rewşa birêvebirina malê pirr zehmet bû, ji ber ku rewş nema wek berê ye, em nema dikarin zarokên xwe li cem malbav, cîran an jî hevalên xwe bihêlin, tirsa me heye ku ev bela xwe li wan bigire”.
Rîhab Ferman jina ducanî ya ku di rêxistina (UN)ê de, li Rojhilat û Bakurê Sûrîyeyê kar dike, li bara neyînîya karê wan ê onlîne piştî belavbûna vîrûsa “Corona”yê dibêje: “Dema me nema para me ye, niha pirranîya caran em li paş laptopê ne, lê li ofîsê dema me destnîşankirî bû, me zanîbû piştî dewamê êdî em dikarin jîyana xwe ya civakî bijîn, lê niha atmosfîra kar li me hat guhartin, anko xwezaya jîyana me 95% hat guhartin”/
Di civaka me de tê zanîn ku pirranîya jinên karker, di pêşdibistan û dibistanan de cihên xwe digirin, çi ji bo seatên kar ên kêm û çi ji bo betlaneyên wê be, jinên di vî warî de kar dikin, dibînin ku ev kar ê herî guncaw e bo wan. Hêlîn Xalid a ku dêya 3 zarokan e û mamostaya seretayî ye dibêje: “Ji hêla erênî ve, di dema qedexeya çûnûhatinê û giritna dibistatnan de, rêjeya nexweşên “Coivd-19″ kêmtir bûn, ji me hat xwestin ku em waneyan wek vîdîyoyan li mal amade û qeyid bikin û daxin ser (Youtub)ê û carinan onlayîn di rêya girûpên (Whatsapp)ê re waneyan bidin xwendekaran û ji wan re şîrove bikin, carinan pirsgirêkên teknîkî derdiketin holê, qutbûna elktrîkê û paşguhîya hin xwendekaran ji waneyan re, her wiha danûstandina onlayn di navbera xwendekar û mamosta de ji amadebûna li refê kêmtir e, anko ne wek ku xwendekar rasterast pirsan ji mamosta bike. Hin caran zehmetîyên mîna peydakirina aramîyê ji bo qeydkirina vîdîyoyan li malê ji min re dibûn asteng. Ji alîyekî din ve jî, gellek caran hevsengîya di navbera dema kar û dema birêvebirina karê malê de, dibû kêşe”.