
‘Ebû Xezil’ li kolanên bajêr digere, çavên wî tenê li zarokan e, bi dîtina zarokan, ew dilgeş dibe. Rêya wî bê dawî ye, tenê gava rok diçe ava û dinya tarî dibe, navberekê dide xwe û xwe rehet dike. Bi derketina roka roja din, bi ronahîyê re, rêya xwe dîsa berdewam dike.
Elî Seid an jî weke li kolanan bi ‘Ebû Xezil’ tê naskirin, zilamekî di çil salîya xwe de ye, zewicî ye û sê zarokên wî hene. Gava mirov lê dinêre, tevî ku dev bi ken e jî, lê hemû nexweşî, derd, kul û êşên di jiyanê de li ruyê wî xuya dikin, weke kesekî rahiştibe barê giran ê hemû mirovahîyê. Xanîyê ku tê de tevî malbata xwe jiyan dike, tenê kavil e, dîwar nedûtî, erd hîn ax e, ne derî û ne jî pencere tune ne. Ji bo xwe ji sermaya zivistanê biparêzin, pencere bi bilok, kerton û naylonan asê kirine. Mal jî vala ye, ne berên raxistî û ne sopeyeke ku wan germ bike jî tune ye. Tevî van, xanî ne yê wî ye, lê bi kirê ye! Mal û milkê wî yê herî giranbuha û bi nirx, mekîneya çêkirina şekirê rêsayî ye. Ew dibêje; “Ev mekîne jiyana me bi xwe ye, bêyî wê, em nikarin jiyana xwe berdewam bikin”.
Ev 18 sal in karê firotina şekirê rêsayî dike. Ji bo çêkirina şekirê rêsayî, amûra bingehîn mekîne ye. Lê tiştine din jî hene, ji bo mekîne bixebite, pêwistî bi xaz û elektirîkê heye, ji xwe şekir û dermanê ku reng dide jî, pêwist in. Peydakirina van tiştan gellek caran bi zehmetî pêk tê.
‘Ebû Xezil’ bi xwe nizane şekirê rêsayî çêke, hevjîna wî pê re alîkar bû, ew çend sal bûn jê re çêdikir û wî li kolanan difirot. Lê gava nexweşî tê, feqîran nas nake. Hevjîna wî nexweş dikeve û li erdê dimîne, êşa wê di mejî de ye, bê çare ye! Malbat dikeve nava du agiran de, jina malê li erdê ye û kar jî sekinî ye. ‘Ebû Xezil’ hawara xwe digihîne xaltîka xwe.
Navê xaltîka ‘Ebû Xezil’ Fatima ye. Di pêncî salîya xwe de ye. Ji bo barê malbata xwarzîyê xwe sivik bike, bi wan re bûye alîkar. Fatime dibêje; “pêwistîya hevjîna xwarzîyê min bi textor û dermanan hebû, ew jî pere jê re diviyabûn. Lê pere tune ne. Bi alîkarîya xêrxwazan, me karîbû nexweşa xwe bibin textor û derman jê re bikirin. Lê ev ne bes bû, diviyabû kar jî bimeşe. Min xwe fêrî çêkirina şekirê rêsayî kir û niha ez bi wan re alîkar im. Hevjîna xwarzîyê min hîn li erdê ye û nikare rabe ser xwe. Ez ji bo hemû pêwistîyên wan alîkar im”.
Rojane Fatima û keça ‘Ebû Xezil’ li ser mekîneyê rûdinin û bi awayekî bi rêk û pêk şekirê rêsayî çêdikin. Xaltîk bi fincanekî şekir berdide mekîneyê, mekîne jî bi agirê xazê û zîvirandina motor şekir dirêse û li derdora beroşê belav dike. Xaltîk darikî zirav di beroşa mekîneyê de dizîvirîne, şekir lê kom dibe û dide keça ‘Ebû Xezil’ ew jî dixe kîs û derê kîs girê dide. Gava hejmarek baş ji wan çêdibin, wan hemûyan bi hev ve girê didin, ‘Ebû Xezil’ wan dide pişta xwe û li kolanan difiroşe.
Xaltîka Fatima dibêje; “pirsgirêkên me xilas nabin. Beriya heftîyekê mekîne xirab bû û me bi qasî pêncî hezar lîre lê xerc kir, niha dîsa xirabe ye û ji bo çêkirina wê bîst û pênc hezar pêwist in”. Li vir pirsek tê bîra mirov; gelo divê ‘Ebû Xezil’ çend rojan li çend kolanan bigere ta karibe pereyên çêkirina mekîneya xwe kom bike?
‘Ebû Xezil’ bi dilşewat li mekîneya xwe dinêre û dibêje; “Ev mekîne weke zarokeke min e, divê ez lê miqate bim. Bêyî wê, zarokên min jî dê birçî bimînin. Ji ber ku parçeyên wê li vir tune ne, divê ez sibe biçim ji bajarê Qamişloyê bikirrim û mekîneya xwe çêkim”.
Bi derketina tîrêjên rojê, rêwîtîya ‘Ebû Xezil’ dest pê dike. Kolan bi kolan digere, çavên wî li zarokan e. Rojane çend kîlometreyan dimeşe, ti kes nizane. Xaltîka Fatima dibêje; “Eger me karîba jê re biskilêtek an jî motorek peyda kiribe, wê gellek alîkarî û rehetî dabe wî, lê derfetên me tune ne ku jê re peyda bikin. Ew jî neçar e ku bi lingên xwe li kolanan bigere”. Ji roja şemîyê ve ta pêncşemê li kolanên bajarê Girkêlegê digere, roja înê jî li gundên derdora Girkêlegê digere. Divê rojane hejmarek baş ji şekirê rêsayî bifiroşe ta karibe pêdivîyên malbata xwe peyda bike. Di dawîya rojê de hin bi hin dinya tarî dibe, ‘Ebû Xezil’ barê wî ji şekirê rêsayî yê mayî li ser milê wî, hêdî hêdî, melûl û westayî vedigere malê.
Malbatên weke malbata ‘Ebû Xezil’ gellek in. Gava mirov li nava her bajarekî bigere, di nav avahîyên kavil de, di qurçikên nav malan de, dê pencereyên bi paçikan nixumandî bibîne. Ew malbat bi wan paçikan belengazîya xwe ji ber çavên xelkê vedişêrin, lê teqez ew paçik nikare wan ji sermaya zivistanê û birçîbûnê biparêze. Ji bo malbatên wisa pêwistî bi alîkarîyeke lezgîn heye. Peydabûna cihekî bi ewle, pêdivîyên rojane û jiyaneka bi rûmet, mafê xwezayî yê her mirovekî ye.