
Dema dengê gurminîyekê tê yan erdhejek diqewime yan jî heta li welatekî sîstema rêvebirina wî serûbinî hev dibe, her kes yekeser berê xwe dide (Twitter, Facebook, Telegram), anku toreyên medyaya civakî ji bo ku binere bê ka di wê kêlîyê de çi diqewime.
Di gellek welatan de “Social Media” bûn cihê fişar û zexta li ser desthilata li wir ku gellek biryar û kar werin paşdekişandin.
Li Rojavayê Kurdistanê jî gellek mînakên wiha derketin pêş, wek nimûne Rêveberîya Xweser biryara birêvebirina mal û milkên welatîyên li derve da.
Lê ev biryar rastî nerazîbûna xelkê hat û gellek kesan post û twitt nivîsandin, piştî wê bi demeke kurt rêveberî neçar ma ku ji biryara xwe paşde vegere. Di vir de toreyên medyaya civakî rola şopdar li ser karê desthilata di herêmê de lîst.
Ev şîroveya li jor di salên dawîyê de bûye mijara gotûbêjê, gelo toreyên medyaya civakî dikarin cihê sazîyên ragihandinê bigirin an na?
Tev li nerînên cûda ya rast ew e ku bûyer û geşedan zûtir li ser toreyên medyaya civakî belav dibin, her wiha lêkoler û rojnameger dibînên ku medyaya civakî şoreşeke di warê ragihandinê de.
Rojnameger Stalîn Oso ji bajarê Hesekê ji Şar re got ku kêm kes vedigerin malperên sazîyên ragihandiê û li gor nerîna wî pirranîya xelkê agahîyên xwe ji medyaya civakî û bi taybet ji “facebook”ê digirin.
Wek mînak Oso da zanîn, bi taybet di ragihandina herêmî de hin malperên gelemperî û her wiha malperên kesayetî cihê bawerîyê ne û agahîyan zû belav dikin, ji ber ku ew wekî sazîyên ragihandinê di gellek qonaxan re derbas nakin.
Oso got: “Li vir kesek heye li ser rûpelê parve dike, lê li navendekê nûçegîhan rê dike ji edîtor re û ew jî ji nû ve saz dike û dibe ku bide edîtorekî/e din û piştre belav bikin, ev hemî wextê dikuje”.
Oso diyar kir ku mezintirîn malperên ragihandinê jî êdî hemû matreyalên xwe li ser medyaya civakî parve dikin ji ber ku dizanin serdana malperan kêm bûye.
Oso ji bo veguhezandina bûyerên awarte wek teqîn, tofan, erdhej HWD got, welatî tenê bûyerê radighînê bêyî ku tiştekî lê zêde bike, ev jî dibe cihê bawerî û rastîyê ku gellek sazîyên ragihandinê di van rewşan de medyaya civakî wek çavkanîyeke rast digirin dest.
Li gor nerîna Stalîn Oso toreyên medyaya civakî cihê sazîyên ragihandinê girtine bi taybet di mijara parvekirinê de, û got ku pirranîya kesên dikevin malperan ew bi xwe jî rojnameger in li agahîyên zêdetir û şîroveyan digerin, û ew rojnameger careke din bi xwe jî rapor û nûçeyên xwe li ser medyaya civakî parve dikin.
Bi ragihandina li ser toreyên medyaya civakî re têgeha “Welatîyê Rojnameger” jî derket holê.
“Welatîyê Rojnameger” kesekî normal ji civakê ye ew li bûyer û tiştên li dor xwe belav dike, gellek ji wan kesan jî pupîlar dibin û dibin cihê bawerîyê, nemaze li cihên ku zehmet e sazî bigihên wir û metirsî ji ber rewşên nakok û ewlehîyê hene.
Di bûyerên lehîya “Tsunami” ya sala 2004an li bajarê Endonezya de, (tsunami têgeheke wateya pêla bilind dide) welatîyên li wir ku bi telefona xwe bûyer tomar kirin û parve kirin bûn cihê dîtina bûyerê û hemî sazîyên ragihandina global dateyên xwe ji wir giritin.
Tê gotin ku têgeha welatîyê rojnameger piştî wan deman pêş ket, û bi derketina alavên teknîkê yên modern re berferh bû.
Di sala 2015an de piştî rizgarkirina bajarê Kobanîyê ji rêxistina “DAIŞ”ê, welatîyê bi navê Salih Mislim ku bi navê “Ebû Kalê” navdar e rojane dadiket kolanên Kobanîyê dîmen û wêneyên kavil û kolanan li ser rûpela xwe ya “facebook”ê belav dikir.
Ebû Kalê ji berpirsyarên bajêr agahî jî digirtin û parve dikir, lewre di wê demê de bû çavkanîyeke sereke ji rewşa dawîn a Kobanîyê, gellek kes lê digerîyan ji bo nas bikin li bajêr çi diqewime û geşedan çi ne. Her wiha gellek sazîyan li ser tecrûbeya Ebû Kalê hevpeyvîn pê re çêkirin.
Rojnameger Egîd Mişmiş ji bajarê Kobanîy, ku li Qamişloyê di ajansa “North Press” de edîtor e ji Şar re got ew rojê gellek nûçeyan derbas dike, lê her carê dibîne ku nûçe berî li ser malperê bin li ser toreyên medyaya civakî hatine parvekirin.
Mişmiş diyar kir ku “mekanîzma belavkirina nûçeyan li ser malperê di çend qonaxan re derbas dide”, lewre dereng dimînên, her wiha ew hin agahîyên berê yên girêdayî bûyerê û hin şîroveyan lê zêde dike lê li ser medyaya civakî tenê bûyer û nûçeya wê heye.
Li gor nerîna Egîd Mişmiş “toreyên medyaya civakî pêşketineke pirr girîng e di war ragihandinê de çêkiriye”, lê beşê wan yê şîrove û analîzê kêm in û ew tenê tiştên qewimî radighînin. “Lê sazîyên ragihandinê tevî ku alîgir in jî hemû alîyên bûyeran tev analîza wan pêşkêş dikin ji ber wê heta salên din jî wê gellek TV, ajans, rojnameger û welatî berê xwe bidin lînkê”.
Bi destpêka tevgerên xistina serokên dewletên ereban re ku bi nave “Buhara Ereban” hat naskirin, çavê bi sedan sazîyan û bi milyonan kesan li toreyên medyaya civakî bûn ku di rêya wê re agahîyan bigirin.
Bi rojan xelekê li ser “facebook”ê bûyerên Meydan El-Tehrîr a paytexta Misrê Qahîra dişopandin, her wiha her roja înê TVyên cîhanî di rêya wê re xwepşêandan û meşên li dijî rêjîma Bass û serokê wê Beşar El-Eseed parve dikirin.
Lê piras ew e gelo ragihandina di rêya medyaya civakî re dikaribû stratejîya welatan an siyaseta wê biguherta, lê tenê di çarçoveya hin kar û biryaran de ma?
Gerînendeyê Ofîsa Ragihandinê ya Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, Amir Mûrad got ku toreyên medyaya civakî di gellek waran de dibin fişar û zexta li ser rêveberîya deverekê ji bo ji gellek karan vegere, her wiha dibe cihê propogandaya hin nerînan.
Amir Mûrad ji Şar re got ku “Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê jî ket bin bandora rexne û pêşniyarên li ser medyaya civakî û gellek biryar guhertin”.
Wek mînak, Mûrad diyar kir ku “rêveberî neçar ma buhayê kirrîna genim ji xelkê zêde bike ji ber buhayê berê rastî nerazîbûneke berfireh hat û pirr hat rexnekirin”.
Lewre Mûrad teqezî li ser bandora medyaya civakî kir, lê li gor nerîna wî ev yek “nagihêje asta guhertina stratejî û siyaseta ti welatekî di cîhanê de”.
Nerînên cuda li ser bandora toreyên medyaya civakî û girtina cihê sazîyên ragihandinê, heye, yên ku her roj bi pêşketina teknîkî re ew jî pêş dikevin, û pirsek tê kirin gelo wê medyaya civakî bibe sedema girtina gellek sazîyên ragihandinê?