
Hejmara pêketîyên “Corona”yê li seranserî cîhanê /75/ melyon derbas kiriye. Ji bo rûbirûbûna vê petayê jî ku ev zêdeyî salekê belav bûye gellek rêkar li ser hejmarek ji qonaxan ji alîyê welatan ve hatin standin, weke qedexeya giştî û vekirineke sînordarkirî.
Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê jî ne dûr bû ji wan rêkaran, Rêveberîya Xweser her dema dît ku hejmara pêketîyan di zêdebûnê de ye rêkarên xwe yên mîna qedexeya çûnûhatinê sepandin lê ew hemû jî nebûn rêgir li ber bilindbûna hejmara pêketîyan, ku niha hejmara wan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê nêzîkî 8 hezarî ye.
Piştî salekê ji rûbirûbûna bi vê petayê re niha peydakirina vasîna li dijî “Corona”yê di serê karê welatan de ye, rapor jî belavbûne ku gellek ji welatên dewlemend vasîna yedek jî ji bo welatîyên xwe komkirine. Bo mînak Kanada ji bo ku 5 caran vaksînê li welatîyên xwe bide têra xwe komkiriye.
Di dema ku welatên cîhanê di pêşbirkekê dene ji bo peydakirina vaksînê, ji xwe gellek ji welatan jî dest bi lêdana vaksînê jî kirine, weke Îngilistan û Rûsya û Îmarat ku ev serê salekê ye tîmên wan yên pizîşkî di şerekî dene bi vîrûsa “Corona”yê re, li Rojavayê Kurdistanê tu behs nayên kirin. Berpirsên tendirustîyê jî li Rojava dibînin ku hê dem zûye ji vê mijarê re, ew jî li gor gotina Mustefa Keleş e Hevserokê Desteya Tendirustîyê ya Herêma Cezîrê ku ev yek di daxuyanîyekê de ji bo kenala Kurdistan24 re anîbû ziman. Keleş eşkere jî kir bû ku wan li ser asta navdewletî û bi fermî jî ti peywendî bo vê yekê nekirine.
Li gor daxuyanîyên Rêveberîya Xweser wan hê berê xwe nedane ti alîyekî ji bo peydakirina vaksînê ne hikûmet , ne rêxistina tendirustî ya cîhanî, ne jî welatên ku piştevanîya serbazî didin wan di şerê li dijî Daişê de.
Rêveberîya Xweser wê pişta xwe bi çi alîyî grêbide ji bo peydakirina vaksînê eger heta niha ti gavek bo vê yekê neavêtiye.
Wezîrê derve yê Sûrîyê di vê dema dawî de di hevpeyvîneke xwe ya di gel Sputînka Rûsî gotibû, ji her vaksîneke din li cîhanê bawerîya wan bêhtir bi vaksîna Rûsî tê, û bi zimanekî hilû jî gotibû ku miletê Rûsî li beramberî wan destgirtî namîne, wate wê her vaksînê bidin wan.
Di mijara peydakirina vaksînê de sê rê li ber rêjîma Sûrîyê hene ku vaksînê ji bo navçeyên xwe peyda bike, ew jî Rûsya û Çîn in, her weha rêxistina tendirustî ya cîhanî jî ku bi fermî alîkarîya kerta tendirustîyê dike.
Jixwe li beşê di destê dijberîya Sûrîyê de li bakurrojavayê vî welatî heta weke niha Neteweyên Yekbûyî alîkarîyên mirovî û pizîşkî bi rêya derîyê sînorî Bab El-Hewa dighîne wan navçeyan, wate ne dûr e Neteweyên Yekbûyî peydakirina vaksînê ya ji bo wan navçeyan li xwe bigre.
Egerekî biçûk jî heye ku Tirkîyê di wê mijarê de alîkarîya wê navçeyê bike.
Lê li Rojava ne bijarde hene û ne jî hewlên rasteqîne yên Rêveberîya Xweser bo vê mijarê heye.
Gelo planên Rêveberîya Xweser dê çibin ji bo peydakirina vaksînê ji nêzîkî 5 milyon kes re? Ka budceyek taybet ji bo vê mijara giring re terxan kirine yan na?
Heta niha peywendîyên wan û Rûsya û Rêjîma Sûrîyê ne zelal in, tenê di alîyê serbazî de hemahengî di navbera wan de heye ji bo birêvebirina navçeyan, lê di alîyê xizmetguzerî de ti gavek li ser erdê nîn e.
Ev bêhtir ji salekê ye jî derîyê sînorî yê Til Koçer ku têre alîkarîyên pizîşkî derbasî Rojava dibûn girtiye, ku li gor Neteweyên Yekbûyî 40 ji sedî ji alîkarîyên pizîşkî li ser wê navçeyê qut bûn. Gelo Rêveberîya Xweser çi hewldan kirin ji bo vekirina rêyekê ji gihandina wan cureyên alîkarîyan re?
Amûrên pizîşkî li ber destê nojdaran û di nexweşxaneyên fermî de heta çiqasî pêşketîne û dikarin xizmeta xelkê bikin?
Dibe ku ev deh sal in jî amûrên henaseya destkirt ku niha pêwîstî gellek bi wan heye ne hatine guhertin.
Nexweşxaneyên Rojava bi tevahî kêmasîyên wan hene, her ji dema ku ew navçe di destê hikûmetê de bû.
Tenê derîyê ku li pêşîya Rêveberîyê vekiriye yê bi Herêma Başûrê Kurdistanê re ye, ji ber ku di dema belavbûna vîrûsa “Covid 19” de jî li Rojava her di vî derî re alîkaîyên pizîşkî û amûrên pişkinîna “Corona”yê derbasî deverê bûn.