KÊŞEYA NEPEYDABÛN Û BILINDBÛNA NIRXÊ DERMANAN LI BAJARÊ QAMIŞLOYÊ

Kargeh kêm bûne û gellek derman peyda nabin

Li tevahî Sûrîyeyê piştî alozîya ku ev 9 sal in berdewam e, ziyan gihişte hemû biwaran.

Hevdemî alozîyê jî miletê Sûrîyeyê rûbirûyî gellek arîşe û kêşeyan hat, ji wan kêşeyan jî di biwarê tenduristî de bû.

Gellek kargehên dermanan ên ku li Heleb û Şamê dixebitîn, bi sedema şer û pevçûnan rûxîyan, pêwistîya xelkê sivîl jî ku tavilê bi dermanan hebû jêdera wan a sereke ev kargeh bûn.

Li kêleka dermanên nexweşîyên kêmpeyda, dermanên ku di odeyên emeliyatan de bikar dihatin, mîna keresteyên texdîrê jî peyda nedibûn.

Piştî van bûyeran xwedîyên nexweşîyên domedar û giran rûbirûyî alozîyeke kêmbûna dermanan hatin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê niştecihên ku xwedî nexweşîyên domedar in arîşeyeke mezin dikşînin di biwarê peydakirina dermanan de.

Di çarçoveya kêmbûna pêwîstîyên tenduristîyê li Sûrîyeyê, Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) ser malpera xwe ya fermî ragihandibû ku, Ensolîn dermanê şekir, oksicîn, keresteyên bencê li hundirê Sûrîyeyê kêm peyda dibin. Kargeh li wir jî nema dikarin dermanan çêbikin, taybet dermanên nexweşîyên giran û domedar.

Dermansaz jî ji alîyê xwe ve gazina tunebûna dermanan dikin û dibêjin “bila rêxistin û kompanîyên çêkirina dermanan pareke mezin ji bo xelkê vê deverê terxan bikin”.

Dermansazekî bajarê Qamişloyê (nexwest navê xwe eşkere bike) dibêje ku rêxistina tenduristîyê ya cîhanî û kompanîyên çêkirina derman jî dirûtîyê dikin, anku dermanan dişînin herêmên hikumeta Sûrîyeyê û wiha domand: “Ew zanin li herêmên bakur û Rojihlatê Sûrîyeyê dermanên nexweşîyên dil, şekir û zarokan kêm in, lê xwe nakin berpirs, eger rêxistina tenduristîyê ya cîhanî gotibe peydabûna dermanan li Sûrîyeyê zor e, divê ku alîkarîyê bide, ne ku dermanan bişîne herêmên hikumeta Sûrîyeyê û vê deverê bê par bihêle”.

Kêşeyên tunebûna dermanan roj bi roj li vê deverê pirrtir dibin; tevî bangewazîyên gihandina dermanan jî, lê ta niha çare peyda nabin. Şopînerên rewşa biwarê tenduristî li Sûrîyeyê jî ragihandin ku tenê niha du kargehên çêkirina dermanan li nava vî welatî hene, ew jî têrê nakên ku pêdivîyan bi cih bînin.

Xudanê depoyeke dermanan bi navê Amir Hisên destnîşan dike ku gellek cûreyên dermanan peyda nabin û got: “Li ser daxwaza hindek kompanîyên çêker yên dermanan jî nirxê dermanan tê bilindkirin, ew ne di destê depoyan de ye, heta ku ji me tê dermanan ji bo nexweşan peyda dikin, a dawîn em depo ne, ne kargeha çêkirina dermanan in, ger kêmasî bikeve warê peydakirina dermanan, ew ne stûbarîya me ye, alîyên têkildar bi vê meselê hene û gerek e mero berê xwe bide wan”.

“Derman têne keysbazkirin, divê lêpirsîna mezin li gel depoyan bibe”

Ji sedemên sereke, ji ber petaya “Corona”yê rêyên bazirganîyê hatin birrîn, pêre jî dermanên ku ji derve dihatin bizava wê sînordar bû.

Dermansazekî din yê Qamişloyê (nexwest navê xwe eşkere bike) teqez dike ku li rex wê kêşeya nepeydabûnê, hindek bazirganên dermanan û enbaran, dermanan depo dikin ji bo ku nirxên wan bilindtir bibin û wiha got: “Derman di enbaran de tijî ne û hemû kompanîyên dermanan bi hemû cûreyan dişînin Rojavayê Kurdistanê, lêbelê tenê ji bo bilindkirina nirxê  derman ê kêmpeyda vê bizavê dikin, taybet di biwarê dermanên Celtayê (Nitroklsîrîn), derzîyên rewşên zayînê (Entîdî) û derizîyên Ensûlîn yên nexwşên Şekir de”.

Li gorî heman dermansazî pêwîstîyeke pirr mezin bi dermanên nexweşîya Sil, şûştina gurçikan, kezeb, tansîyon (guşara xwîn) heye.

Fatma Izet, şênîyeke bajarê Qamişloyê, 49 salî ye, ku nexweşiyên dil li cem wê pir in, anî ziman ku hindek dermanxane jî hene li gor xwe dermanan difiroşin û kesek tune ye wan bisekinîne:  “Ez belkî çûme cem 10 dermanxaneyan ser rêya Kornîş a bajarê Qamişloyê, min pirsa dermanekî kiriye, nirxê wî bilind e, lê min dît her yek ji yê din cûdatir nirx daniye, hindekan jî nirxekî ecêb digot, ez berê xwe bidim kê nizanim, dermanên ku Hevya Sor a Kurd  belav dikir pirr baş bû, nirxekî pirr kêm bû û me hest bi bilindbûna nirx nedikir, lê vê demê ew jî qut bûne, neçar dimînim ku berê xwe bidim dermanxaneyan, hêvîya me ew e sînorek ji vê bûhayê re bê danîn”.

Yek ji van qurbanîyên nepeydabûna dermanan nexweşên pêwîstdarî dermanan in.

Kesra Ehmed, Şênîyekî bajarê Qamişloyê, lingê xwe winda kir ji ber nexweşîya şekir dibêje: “Êşeke pirr zor li nava laşê min dipeje, dermanên ku dixwazim jî li dermanxaneyan tune ne û ger tu ji wan bipirsî çima tune ye dibêje ji me re nayên, hewar û gazîya xwe ji bazirganên dermanan dikim ku çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin û derman bi lezgînî ji dermanxaneyan re were, ji ber ku ne tenê Kesra bi şekir e, bi dehan mîna Kesra nexweşên şekir in û heman êşê dikşînin”.

Her wiha bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî li seranserî Sûrîyeyê bandoreke neyênî li ser sektora tenduristî kiriye.

Ebdulcebar Qertimînî, 20 salî ye û ji bajarê Qamişloyê ye, ew nexweşê “Rebûyê” ye.

Ebdulcebar dide zanîn ku kêşeyên wî yên hilmkişandinê heye û her dem pêwîstdarî dermanekî ji kargeheke Tirkîyê ye û dibêje: “Dermanê ku bikar tînim dema bêhina min teng dibe û hinasê min jî bi zorê tê kişandin, ew derman bi navê `Filoxnase`. Buhaya wî berî çend mehan 4 dolarê Amerîkî bû, lê hema ji nişka ve bi bilindbûna nirxê dolar re nirxê wî bû 10 dolarên Amerîkî, mehane ew derman ji min re lazim e, ger ji rêxistinên tenduristî yê deverê bixwazim wê bêjin peyda nabe, li dermanxaneyan jî peyda bibe nirxê wî buha ye, mişkiliyeke mezin e ji min re, ji ber ku ez her meh dikirim”.

Ebdulcebar bangewazî li kargeh û berpirsan dike ku dermanên bi vî şêweyî bo nexweşên “Rebû”yê peyda bike, ji ber ku nexweşîya “Rebû”yê nayê ragirtin û tavilê divê derman jê re peyda bibe.

Dosyaya peydakirina dermanan û keysbazkirina dermanan ji alîyê depoyan ve, her wisa mijara şandina dermanan bûye rojeva nexweşan, lê ti çare hîn peyda nebûye.

 

Close