Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
LI DÊRIKÊ RÊJEYA “CORONA”YÊ KÊM BÛ – Kovara Şar

Dêrik ku li sêgoşeya Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê dikeve, bûbû cihekî seyrangehê û ji bo şênîyên hemû deverên Rojava û Bakurê Sûrîyayê bûbû meqseda turîzmê. Lê di nava şev û rojekê de êdî pêjna mirovan li kolanên vî bajarî ji bilî hêzên ewlehîyê, xuya nedikir. Sedema valakirina wê jî ne şerek û ne jî şîneke giştî bû, lê ji petaya “Corona”yê bû. Êdî dema mirov li kolanên Dêrika Rojavayê Kurdistanê temaşe dikir, qeyî te digot ev bajar ji niştecihên wê vala bûye.

Dêrik ku ne zêde bajarekî mezin e, li ser asta Sûrîyayê yekemîn bajar bû ku hejmara herî zêde ya pêketîyên “Corona”yê lê peyda bûbû. Gellek alîyan ev bajar wekî “Wuhana Sûrîyayê” bi nav dikir. Êdî roj bi roj ev nexweşî belav dibû û hejmara mirîyan lê zêde dibû. Li gorî agahîyên taybet ku Komîteya Tenduristîyê ya Kantona Qamişloyê bi kovara Şar re parve kirine, heta niha li Dêrikê hezar û 89 kes bi “Corona”yê ketine, ji wan 29 kes mirine. Vê yekê jî li gel şênîyan tirsek çêkiribû. Ji bo ku pêşî li belavbûna vê vîrusê were girtin, Şaneya Alozîyê ya girêdayî Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê ji 6ê mijdarê heta 19ê heman mehê, qedexeya derketina derve ragihand. Tenê hêzên ewlehîyê, firneyên nan, tîmên tenduristîyê û navendên karantînayê di nava liv û tevgerê de bûn.  

Berdevka Komîteya Tenduristîyê ya Kantona Qamişloyê, Rojîn Ehmed, mekanîzmaya çêkirina testan ji bo şênîyan, ev agahî dan: “Li bajarê Dêrikê beşek ji “Nexweşxaneya Wetenî”, me kir navenda karantînayê ji bo kesên ku bi “Corona”yê ketine û rewşa wan giran e. Her wiha ji bo çêkirina testên “Corona”yê, li Dêrikê du tîmên girêdayî Desteya Tenduristîyê hatin avakirin. Her wiha tîmên Hevya Sor jî hebûn û test çêdikirin. Ev tîm ne tenê li Dêrikê, lêbelê li tevahîya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê yekser ji alîyê Desteya Tenduristîyê ya Rêveberîya Xweser ve hatin avakirin”.

Ji ber şerê ku ev 9 sal e li Sûrîyayê diqewime, hema bêje binesazîya tevahîya navendên tenduristîyê û navendên xizmetguzarîyê wêran bûn. Lê li herêmên ku ji alîyê Rêveberîya Xweser ve têne birêvebirin, ji bilî êrişên DAIŞê û El-Qaîde, êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê, herêm heta niha di bin dorpêçekê de ye. Bi gotineke din, tu alîyên navneteweyî derman û alavên ji bo “Corona”yê derbas nekirin. Di heman demê de derîyê Til Koçer (El-Yerubîyê) yê bi Iraqê re hate girtin ku tekane derî bû ku alîkarîyên tenduristîyê tê re derbasî herêmên di bin kontrola Rêveberîya Xweser de dibûn. Vê sedemê jî hişt ku li herêmê hejmara pêketîyên “Corona”yê zêde bibe û pêwîstî bi derman, alav û bizîşkên taybet çêbû. 

Li ser vê babetê jî Rojîn Ehmed tîne ziman ku li bajarên Rêveberîya Xweser kêmasî di alîyê bizîşkan de heye, bi taybet zehmetî di peydakirina bizîşkên nexweşîyên sîng de tê kişandin. 

Rojîn Ehmed bi domdarî got: “Pêwîstîya herêmê bi amûrên nefeskişandinê, amûra X-ray (eşîe), amûrên laboratuarê, amûra monîtor, derman û mask heye û ev jî pêwîstîyên rojane ne”.

Mihemed Mehmûd Îsmaîl jî ji gundekî Dêrikê ye, 77 salî ye. Beriya mehekê bi “Corona”yê ketiye û 25 rojan nexweş bûye û niha jî li mala xwe ye û rewşa wî baş bûye. Dema Îsmaîl bi “Corona”yê dikeve, yekser tîmên tenduristîyê diçin gund gel wî û rewşa wî dişopînin. Piştî ku tîmên tenduristîyê zanî ku rewşa Mehmûd Îsmaîl giran e û li mal nikare were dermankirin, yekser wî tînin navenda karantînayê ya Dêrikê. 

Mehmûd Îsmaîl li ser rewşa navenda karantînayê ev tişt piştrast kir: “Rewşa li navenda karantînayê di alîyê guhdan û xizmetê de baş bû. Hemû pêdivîyên tenduristîyê ji dermanan heta amûra nefeskişandinê dane min. Piştî çend rojan ez hinekî baş bûm û ez çûm mala xwe. Li wir jî tîma tenduristîyê dîsa amûra nefeskişandê da min, heta nefesa min baş bû. Lê kêmasî tenê di alîyê peydakirina amûra nefeskişandê de hebû. Bi awayekî zehmet heta ku tîmê dikaribû ji me re peyda bike”.

Berdevka Komîteya Tenduristîyê Rojîn Ehmed amaje bi dermanên ku ew didin kesên bi “Corona”yê ketine, kir û wiha domand: “Kesên ku bi “Corona”yê ketine û li mal in, em dermanên wekî sivikkirina germahîya laş ‘Sytamol’, vîtamîna C û vîtamînên din didin wan. Dema em dibînin ku kesên bi “Corona”yê ketine rewşa wan giran dibe, em radikin navenda karantînayê û li wir amûra nefeskişandinê û tiştên ku me li jor anî ziman, didin wan”.

Hevserokê Desteya Tenduristîyê ya Herêma Cizîrê jî li ser gotina Rojîn Ehmed a têkildarî dermanan zêde kir û dibêje ew li gorî protokolên navneteweyî dimeşin û got: “Her nexweşek rewşa xwe ji yê din cudatir e, yanî derman tên guhartin. Lê bi awayekî giştî em dermanên Sytamol, Azithromycin, Clexane û Meropenem didin nexweşên “Coronayê”.

Her wiha Rojîn Ehmed bi bîr xist ku encama qedexeya giştî baş bû û ji sedî 60 nexweşî kêm bû. 

Xidir Murad Umer ê 60 salî ye, li navenda karantînayê ya Dêrikê hatiye dermankirin, spasîya Heyva Sor a Kurd kir ku alîkarîya wan kiriye û hemû xizmet ji wan re pêşkêş kirine. Murad Umer jî destnîşan kir ku pêwîstîya navendê bi dermanan û amûra nefeskişandinê heye.

Hevserokê Desteya Tenduristîyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa jî amaje bi destekdayîna Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê kir û got: “Li gorî ku tê xwestin Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî alîkarîya ku bi awayekî giştî dide, nabe bersiv ji rewşa niha re. Nexasim li bara “Corona”yê jî heta niha alîkarîyên pirr hindik dide”.

Ciwan Mistefa li ser pirsa me ya, gelo ev dermanê ku ji bo “Corona”yê hatiye derxistin, we ji Rêxistina Tendurist’yê ya Cîhanê xwestiye yan na? Wiha bersivand: “Têkilîyên me rojane bi Rêxistina Tenduristîyê re hene. Lê heta niha Rêxistina Tenduristîyê mijara anîna vî dermanî venekiriye. Ev dermanê ku hatiye derxistin, tê payîn di 15ê vê mehê de, bikeve dewreyê. Eger ev derman hatiye belavkirin em jî wek Rêveberîya Xweser ji Rêxistina Tenduristîyê bixwazin”.

Mistefa bi bîr xist ku pêwîstîya herî zêde bi bizîşkên pispor ên vê nexweşîyê hene, da ku tîmên tenduristîyê perwerde bikin.

Li herêmên Rêveberîya Xweser niha qedexeya giştî  rabûye, tenê qedexeya beşî heye û ew jî ji saet 4ê êvarê qedexe dest pê dike. Li gorî daneyên dawîn, li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê 7 hezar û 256 kes bi “Corona”yê ketine, ji wan 210 kes mirine û hezar û 58 kes jî baş bûne. 


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170