
«Meha berçileyê jî derbas bû, û hîn jî axa me sor e, û em hêvîya baranê ji Xwedê dikin, ji bo ku mûsima me têk neçe» bi van gotinan “Elî Xetîb” (40 salî) yek ji cotkarên gundewarên bajarê Amûdê, kêmbarîna baranê vê salê derdibrîne, û tirsa xwe li ser çarenivîsa mûsima çandinîyê ya bejî, eger ku baran di rojên tê de têrê nebare, venaşêre.
Derengman û kêmbarîna baranê li Herêma Cizîrê, vê zivistanê û ta bi dawîya sala 2020an ve, karvedanên cuda cuda di nav cotkarên deverê de encam da, ku tirsa ji bandora vê yekê li ser mûsima çandinîyê ya îsal xwe vedizî dilê hinekan ji wan, û hinekin din jî geşbîn in ku wê rojên tê baranine baş bi xwe re bînin, herwiha pisporên çandinîyê dibînin ku tevî kêmbarîna baranê, lê ew hîn negihîştîye asteke metirsîdar.
Kêmbûna Rêjeyên Baranê Vê Salê:
Hevrûyî her du salên çûyî ve, hatina baranê li herêma Cizîrê, vê zivistanê dereng ma, herwiha li gor Rêveberîya Çandinîyê ya bi ser hikûmeta Sûrîyayê ve li Hesekê, ku îsal rêjeyên daketina baranê jî paşve ketine, nexasim ku di her sê mehên çirya pêşî, çirya paşî, û berçileyê de ji sala 2018-2019an ve, rêjeyên daketina baranê gihîştin zêdetirî /200/ m.m, lê di heman demê de ji vê salê, rêjeyên daketina baranê /50/ m.m derbas nekirin.
Tevî derengman û kêmbarîna baranê jî, pirranîya cotkarên Cizîrê erdên xwe, di her du mehên Çirya pêşî û ya paşî de çandin, û li gor Hevserokê Hevbeş ê Desteya Abûrî û Çandinîyê ya Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, “Selman Barûdo”, ku ta bi dawîya sala 2020an ve bi kêmanî 75% ji rûberên erdên çandinîyê li Cizîrê hatin çandin, û para bêhtir bejî bû.

Barûdo ji (Şar) re da zanîn ku: «Rûberê erdên ku bo çandinîyê tên bikaranîn li Cizîrê derdora /1.6/ milyon hiktar e, jê derdora /1.2/ milyon hiktar niha hatiye çandin, û ji nav rûberên çandî /380/ hezar hiktar genim e, û /520/ hezar hiktar ceh e, û para mezin a ceh bejî ye».
Cotkar Mûsimek Ne Baş Pêşbînî Dikin:
Pirranîya rûberên çandinîyê li Cizîrê bejî ne, û bardanînê li ava baranê dikin, lewma cotkarên herêmê ji bandora derengman û kêmbarîna baranê, vê zivistanê, bi tirs in, wekî “Mistefa Hecî Bedran” ji Hesekê, yê dibêje ku berdewamîya kêmbarîna baranê îsal bi vî şêweyî, dê nîşana mûsimek nebaş be.
“Hecî Bedran” li bakurê Hesekê /85/ hiktar genim, û /50/ hiktar ceh bejî çandî ye, û ji destpêka meha çirya paşî ve, erdê wî baş şil nebûye, û ji (Şar) re dibêje: «Ji destpêka ku min zevîyên xwe çandî ye, tenê du caran baran hatiye, ew jî têrê nekir ku xak rewa bigre, lewre zad û cehê min hindik derketî ye, û lawaz bûye, û eger ku baranine baş di rojên tên de neyên, keda min a îsal dê winda bibe».
Cotkarê pêncî salî rewşa seqayê li herêmê dişopîne, çixareyeke tûtinê vêdixe û ji (Şar) re dibêje: «Nebarîna baranê, piştî derketina zad ser rûyê erdê, dê bandoreke neyênî li şînhatina wê bike, û pê re, dê berhem her kêm bin».
Li hêvîya baranê, “Mihsin Cumia” (60 salî) ku cotkarekî ji Qamişloyê ye, û /30/ hiktar genim li gundê “Xezalîkê” bejî çandî ye, ji bandora derengbûn û kêmbûna rêjeya baranên hatî bi tirs e, û ji (Şar) re dibêje: «Ji ber ku baran têrê nehat, zad li hin cihan derketiye, û li hin cihan jî hîn derneketiye, lewre pêwîst e ku baran bibare, û em erdê peyîn bikin ta ku berhem bigre, lê eger rewş wiha berdewam bike, dê zevîyên me ti berheman nedin».
Wekî tevahîya cotkarên herêmê “Cumia” jî çavlirê ye ku rojên tê xêrê bi xwe re bînin, û keda wan winda nebe, çi ku çandinî jêdera sereke ya debara jiyana pirranîya xelkên Cizîrê ye, û ev herêm wekî selika xwarinê ya Sûrîyayê tê nas kirin.
Barana Herêma Beravê Bêhtir e:
Ber bi herêma Beravê ve, rêjeyên daketina baranê ji deverên din ên Cizîrê bilindtir e, û herwiha bandora derengman û kêmbarîna baranê ya zivistana îsal jî kêmtir e, li gor ku “Şêrwan Xelîl” (38 salî) cotkar û endazyarê çandinîyê, ji gundê “Ên Dîwar”ê yê girêdayî bajarê Dêrikê, diyar dike.
Endazyarê çandinîyê /100/ hiktar genim, û /70/ hiktar gijnîj çandî ye, û ji (Şar) re dibêje: «Zadê me şîn hatiye, û jixwe derengmana baranê ti ziyan li me nekir, ji ber ku herêma “Ên Dîwarê” çiyayî ye, û şilbûn lê bêhtir e, ji ber ku li beravê ye, û baran bêhtirî deverên din lê tê, û zivistana îsal ta niha (75 – 100 m.m) baran barîya ye».
Çarenivîsa Mûsima Çandinîyê:
Rêjeya salane ya baranê li tevahîya bajar û deverên Cizîrê ji (200-600 m.m) ye, lê di zivistana sala buhurî de, rêjeya barîna baranê duqat bû, li gor endazyar û pisporê çandinîyê “Cemal Se’îd” (55 salî), yê dibîne ku tevî kêmbarîna baranê, lê ew hîn jî negihîştîye asteke metirsîdar, û dê rojên tê çarenivîsa mûsima îsal ya bejî destnîşan bikin.
Se’îd ji (Şar) re dibêje «Dema ku erd hatibe çandin, û tenê baranek /40-50/ m.m bibare, dê pê re şînhatineke asan çêbibe, lê bi duvre eger baran bo demeke dirêj nebare, wê hingê dê mûsim têk biçe, çi ku rewa nakeve axê».
Endazyarê çandinîyê teqez dike ku eger baranine baş di nîvê yekem ji meha çileyê de bibarin, û pileya germbûnê guncaw be, anku qeşa nekeve, dê rewşa çandinîyê ya bejî li herêmê çêtir be, û herwiha cotkaran şîret dike ku zevîyên xwe peyîn bikin, û ji nexweşîyan derman bikin.