NEPABENDÎYA BI RÊNIMAYÊN TENDIRUSTÎ RÊ LI BER BELAVBÛNA VÎRÛSA “CORONA”YÊ VEDIKE

Yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê yê ku rêjeya herî bilind ji pêketîyên vîrûsa “Corona”yê lê derket, bajarê Dêrikê bû, yê ku di yek rojê de, hejmara /72/ nexweşan lê hate tomar kirin, ev yek bû sedema ku biryara bicîkirina qedexeya giştî li Dêrikê, bo du hefteyan, pêk bê, tevlî ku encamên erênî ji qedexeya giştî hatine dîtin, û rêjeya nexweşan bi balkêşî kêm bû, lê bi destpêka qedexeya sînordar re di 6ê berfanbara 2020an de, ta radeyekê, xelkên bajêr di pabendîya rênimayên parastina ji vîrûsê de, qelsbûn diyar kirin. 

Ev yek bû cihê metirsîya hin xelkên bajêr, bitaybetî, kesên ku gazindan ji nexweşîyên bêhndanê dikin, yek ji wan Salih Mihemedê 60 salî ye, yê ku metirsîyên xwe ji zêdebûna belavkirina nexweşîyê  bi Şar re parve dike û dibêje: “Ez li tendirustîya xwe miqate me û bi hemû karînan, xwe ji nexweşîyê diparêzm, lê mixabin, rêjeya bilind ji xelkên bajêr li vê nexweşîyê wekî pêkenokê dinêrin, û dê bibin sedema jinûbelavbûna wê di nav xelkê de, karê min li nava bazara bajêr e, û bi rêjeya pêncî ji sedî ji xelkên me, êdî maskan bikar nayinin, herweha kombûna çêdikin, û bitaybetî, di nimêja roja Înê de, dûrbûna civakî bi yek carê nayê bicîkirin”.

Selîm Hacî, ji xelkên bajarê Dêrikê ye, bo pabendîya bi rênimayên tendirustî dibêje: “Xelkên me di asta yekem de, pêwîstî têgihiştinê ne, pêwîst e metirsîya vê nexweşîyê baş nas bikin ta ku pabend bibin”, Selîm dibîne ku ev yek ji erkê dezgehên ragihandinê ye, bitaybetî, ew dezgehên ku bi şêweyekî berfireh ji alîyê xelkên deverê ve têne şopandin. 

Ji hêleke din ve, Selîm gazindan ji alîyên berpirs dike, ku di bicîkirina qedexeya sînordar û ferzkirina pabendîya bi rênimayên parastinê de “nermî ne”, “çawa ev alîyên berpirs, ji bo serpêçîyeke li bazarê yan di trafîkê de dikarin rojane çerxevanan bigerînin, em bi heman rengî ji wan dixwazin ku li ser kesên ne pabend çavdêr û dijwar bin”.

Di heman mijarê de, Salih dibîne ku qedexeya giştî yan jî ya sînordar, ne çareserî ye ku her dem encamên baş bide, li gor wî, ji ber ku rêjeyek bilind ji xelkên bajêr karkerên rojane ne, û bo debara jiyana xwe, ew neçar dibin demjimêrên dirêj li bazaran biqedînin, pêwîst e kesên pabendîyê bi rênimayên parastinê nabin, werin sezakirin”.

Dîlber Elî Hevseroka Navçeya Dêrikê anî ziman ku xelkên bajarê Dêrikê di dema qedexeya giştî de bi wan re alîkar bûn, û ev yek encamên baş da, û got: “Bi hevrêzîya di navber Desteya Tendirustîyê û Hêzên Ewlehîyê de, me karîbû liv û tevgera li bajêr kontrol bikin, her wiha, di milê belavkirina hişyarîyê di nav xelkê de, ji bo pabendîya bi rênimayên ji “Corona”yê me kar kiriye û em dê berdewam bin”. 

Dîlber dibîne ku berpirsayetî ne tenê ya wan e, ev yek xelkên deverê jî tê xwestin, eger ji bo tendirustîya xwe ne hişyar bin, çi cureyên qedexeyê encaman nedin. 

wêne: Arya Hacî

Bi nêzîkbûna cejnên zayîn û sersala nû re, metirsî ji zêdebûna komên xelkê heye, bitaybetî di egera lidarxistina ahengan de, lê li tevahîya bajarên Rojavayê Kurdistanê, lidarxistina cejna zayînê bi tenê di nimêjên li dêrên deverê de derbas bû, tevlî vê yekê û bo amadekarîya sersala nû, tevgera xelkê li bazarên bajêr berbiçav bû. 

Rojîn Ehmed, Berdevka Desteya Tedirustîyê ya Kantona Qamişloyê, ji Şar re diyar kir û got: “Qedexeya sînordar berdewam e, û tîmên tendirustîyê li ser têgihiştina xelkê kar dikin, her wiha, çi komkirinên li bajêr çêdibin, eger rêdanê ne stînin û bi rênimayên parastina ji nexweşîyê ne pabend bin, biryar ew e ku navçe bi alîkarîya hêzên ewlehîya hundirîn wê komkirinê rawestînin”. 

Xelkên bajêr daxwazê dikin ku alîyên berpirs di bicîkirina biriyarên girêdayî parastina ji “Corona”yê de, rijd bin, çi bi kontrolkirina liv û tevgera di nava bazaran de be û çi li kombûnên mîna xwepêşandan û nimêjên li cihên olî û ahengên cihêreng.

Close