Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
NÛÇEYA REVANDINÊ, ROMANA KARÊ ROJNAMEGRÎYÊ YE – Kovara Şar

Romana rojnamegerîyê

Di sala 1996an de Márquez romana xwe ya bi navê “Nûçeya Revandinê” weşand, bi awayekî ku nerîna xwe li bara karê rojnamegerîyê tê de vedibêje û bi şêwazê xwe yê taybet di warê romannivisînê de. Ev roman çîroka pêleke gewre ji tundî û revandinên ku li Kolombîyayê pêk dihatin vedibêje. Piştî sê salan ji nivîsandin û hevpeyvînên Márquez bi malbatên kesên ku hatin revandin ê rasteqîneyî, paşxane û plana wî bo pêşkêşkirina romaneke bi vî rengî bû sergihayî.

Kurteya Romanê

Roman çîroka revandin, zindankirin û di dawîyê de serbestberdana grûpek ji 10 kesayetên navdar ên Kolombîyayê vedibêje, ev yek di destpêka salên 90î ji sedsala 20an de bû, ew ji hêla Medellín Cartel hatin berdan ku wî yekîtîyeke hişbiran bi rêvebertîya Pablo Escobar damezrandibû.

Roman bi bûyera revandina Maruja Pachón û Beatriz Villamizar de Guerrero dest pê dike, di êvara 7ê cotmeha 1990î de. Welatî guman dikin ku Maruja hatiye revandin ji ber ku xuşka wê Gloria Pachón e, jinebîya Luis Carlos rojnameger û damezrînerê Lîbîralîzma nû (New Liberalism) e.

Paşê lêgerînek li ser rêzerevandinên mîna vê rûdanê tê destpêkirin. Di 30ê  tebaxa 1990î de Diana Turbay rêvebera nûçeyên televîzyonê (Criptón) û kovara Hoy x Hoy tevî çar endam ji tîma wê ya nûçegihandinê hatin revandin. Bi heman awayî keça serokê Kolombîyayê yê berê razgirê partîya lîbîralî Julio César Turbay bi agirê hevalnan hate kuştin, di 25ê çileyê 1991ê de, dema polîsan êrîşek bir ser komelgeha ku ew tê de hatibû girtin bi ermaca rizgarkirina wê, lê mixabin ev yek pêk nehat.

Tevî her du bûyerên ku me li jor anîn ziman, roman bûyerên revandinê yên di 18ê îlona 1990î de vedibêje; dema Marina Montoya û Francisco Santos Calderón edîtorê rojnameya El Tiempo hatin revandin.

Girîngtirîn xalên ku roman gotûbêj dike

-Di vê romanê de Gabriel cihekî tev saw û metirsî dişayesîne, ku dewletek ji alîyê terorîst û bazirganên hişbirinan ve hatiye kolekirin, welatek ku çar berbijêrên serokatîyê bi awayekî hovane lê hatin kuştin. Di heman dema ku ew bazirgan navê wî bi qencîyê tê gotin, mîna Robinhûdê ku bi başî û alîkarîkirina belengazan tê naskirin, lê di rastîya xwe de ew kujer û trorîsteke bêdilovanî ye.

-Gabriel di nav xêzên romanê de civaka ku di encama şerekî ne diyar de hatiye wêrankirin dest nîşan dike, ku siloganên wê civakê dibêjin : 

1- Zagon û yasa astengîyên herî mezin in li pêş kêfxweşîya mirov. 

2- Fêrbûn, xwendin û nivîsandin tenê temenê mirov winda dikin. 

3- Tu dikarî bi ewlehî bijî dema tu kujerek bî, ne dema tu welatîyekî rêzdar bî ji zagon û yasan re. Ev e rewşa civakên ku şerên nepenî û veşartî tê de rû didin.

-Tevî ku zimanê romanê zimanekî nûçegihanî ye û ji şêwazê hûnandinê yê nivîser dûr e jî, lê vegotin hemû drama û olana azwerîyan di nav xwe de dihewîne. Rastîya ku çîroka nivîser vedibêje rasteqîn e, dihêle ku xwîner bêhtir tengav û xemgîn bibe.

-Roman hem mîna zarîkirineke qeşmere ji çîrokên rojnamegerîyê re û hem jî mîna yekîtîyeke nimûneyî di navbera rojnamegerî û wêjeyê de ye.

Bikaranîna teknîka “flash back” di romanê de
Avahî û hûnandina romanê bûyeran ne li gor rûdana wan a demî rêz dike, lêbelê Gabriel bi hostetî teknîka “flash back” bi kar tîne û di vegotina romanê de, geh xwe diavêje pêş û geh xwe diavêje paş.

Di beşa yekem de 90 xulekên dawî ji jiyana Gabriel a li Santiago vedibêje, beşa duyem daweta Bayardo û vegera Angela ji malbata xwe re vedibêje. Beşa sêyem biryara kuştina Santiago Nasar a ku ji hêla birayên Vicario ve hat standin vedibêje. Di beşa çarem de rapora kuştinê û barkirina malbata Bayardo û Angela ji bajêr tê vegotin. Bi vî awayî Gabriel hûnandin û vegotina bûyerên romana xwe ta dawiya wê berdewam dike.

Gabriel García Márquez kî ye?

-Romannivîs, rojnameger û çalakvanekî siyasî yê Kolombî ye.

-Di 6ê adara 1927an li Arketaka Kolombîyayê ji dayik bûye. Bavê wî dermansaz bû û ji ber karê xwe ew bi dayika wî re di sala 1929an diçe bajarê Barankwêla û Gabriel li cem dapîr û bapîrê ji hêla dê ve dihêlin, lê di 1936an de bapîrê wî koça dawî dike û paşê jî dapîra wî kor dibe û Gabriel diçe bi dê û bavê xwe re dijî, ku hingê 8 salî bû.

-Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Barankwêla di dibistaneke taybet de derbas kiriye. Pişt re xwendina amadeyî di dibistana San Xosê de û paşê li Bogata qedandiye. Hingê yekem helbestên wî di kovara dibistanê de hatin weşandin.

– Di sala 1947an Gabriel li zanîngeha Kolombîya ya niştimanî zagonnasîyê dixwîne. Ji ber tevlihevîya ku di encama kuştina serokê gelêrî Xorxî Caytan de rû da Gabriel berê xwe da zanîngeha Qertajine û wekî nûçegihanê rojnameya Universal kar kir.

-Di sala 1950î de dest ji karê parêzerîyê berda û vegeriya bajarê Barankwêla da ku di warê rojnamegerîyê de kar bike.

-Tevî ku Gabriel xwendina bilind berdewam nekir, lê zanîngeha Kolombîya ya li Niyoyorkê bawernameyeke şanazîyê di wêjeyê de diyarî wî kir.

-Di sala 1961ê de diçe Niyoyorkê û dibe nûçegihanê ajansa Birênsa Latîna. Paşê vedigere Meksîk û li paytexta wê bi cih dibe, ji ber gef û rexneyên ku ji CIA ji ber raporên wî gihiştinê de.

-Dema Gabriel di sala 1967an de yekemîn romana xwe ya bi navê “Sed sal ji vederbûnê” belav kir, hingê geşteya wî ya navdarbûnê li seranserî cîhanê dest pê kir û ew roman bo 20 zimanan hate wergerandin.

-Di sala 1974an de Gabriel bi hin rewşenbîr û rojnamegerên çep re kovara Altranatîba damezrandin, ku nîşaneke berbiçav di dîroka rojnamegerîya opozisyona Kolombî de hişt.

-Di 17ê Avrêla 2004an de û ji ber nexweşîya penceşêrê ya ku Gabriel ji sala 1999an de pê ketibû, koça dawî li Meksîko Sîtî kir û serokê Kolombîyayê nûçeya şîngirtina li ser canê wî ragihand.

-Gabriel gellek rexne lê hatin kirin ji ber têkilî û hevaltîya wî bi Fîdêl Kastro re, her weha bi serokê Felestînê Yasêr Erefat û komên şoreşgerî yên li Amerîka Latînî re, ku ev têkilî encama belavbûn û navdarbûna berhemên wî bûn.

– Di sala 1982an de Gabriel xelata Nobêl a wêjeyê wergirt li ser roman û kurteçîrokên xwe, yên ku di nav wan de nîgaş û jîwarî di cihaneke bêdeng de têne komkirin, ku ew rengvedana jiyan û kêferatên di Parzemîna Amerîkî ya Latînî de bûn.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170