PENCERYA HÊVÎYÊ DI ÇAVÊN PENABEREKÎ XWEDAN PÊDIVÎYÊN TAYBET DE

«naxwazim ku zarokên min ji ber min fedî bikin, û pê bi kêmanîyê hest bibin, ji lewre ez astengdarbûna xwe wekî handereke erênî ji xwe re di jiyanê de derdibirînim, û bi saya vê, ez her li ser xwe me, û ti carî bê hêvî namînim» bi van gotinan “Mihemed Îsa” (32 salî) ku kesekî xwedan pêdivîyên taybet e, û yek ji penaberên gundê “Tewîla” yê girêdayî bajarokê Til Temir e, çîroka xwe ya ku tije vîn û hêvî ye tîne ziman.

Warhîştin û rêderdîya penaberbûnê, rûyê din ê cengê ye, cenga ku aramîyê û jiyana xelkê ya bi rêkûpêk tune dike, wekî cenga ku di bin navê “Kanîya Aştîyê” de xelkên Serê Kaniyê û yên gundewarên wê ji malên wan bi neçarî koçber kir û bêwar hişt.

Helbet kesên xwedan pêdivîyên taybet, para herî mezin ji ziyanê û êşa cengê û penaberîyê dixwin, û ziyana ku ew dibînin ne tenê govdî yan madî ye, lêbelê derûnî ye jî. Mihemed Îsa, ku kesekî kêmendam e, û niha li kampa “Tiwêna/WaşoKanî” a penaberên Serê Kanîyê, li rojavayê bajarê Hesekê dijî, ji piştî ku ew û malbata xwe ji encama êrîşa Tirkîyê bo ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ji mala xwe koçber bûn.

“Îsa” bêyî ku destê wî yê rastê hebe jidayikbû ye, bi xwêdana enîyê xwedî bûye, û beşê dîrokê li zankoyê xwendî ye, û gellek serkeftin di jiyana xwe de bidest xistine, û niha jî beşê mafnasîyê li zankoya Hesekê dixwîne, ew û hevjîna wî û du zarokên wan li kampa “WaşoKanî” dijîn, zêdebarî ku ew hosteyê pîşeya sazkirina “mobile”an, herwiha ew lîstikvanekî “FootBall”ê ye, û tîmeke fotbolê li kampa “WaşoKanî” ava kiriye û tê de cih digre.

«Karê min sazkirina “mobile”yan e, lê ji encama topbarandina Tirkîyê û çekdarên girêdayî wê ve, ez û malbata xwe ji gund revîyan, û min keresteyên xwe yên kar li paş xwe hîştin, û ew jî tev kelûpelên malê, ji alîyê çekdaran ve, hatin dizîn û talankirin». Mihemed Îsa ji (Şar) re dibêje, û her berdewam dike: «Min wekî çavdêrê avê 6 mehan bi rêxistineke mirovahî re li kapmê kar kir, û bi duvre, min keresteyên sereke yên pîşeya xwe kirrîn û ji nû ve karê xwe jî dikim, ji bo ku debara jiyana malbata xwe peyda bikim».

Rewşa Mihemed Îsa ya abûrî ne alîkar e ku dikaneke taybet bi sazkirina telefonan li Kampê veke, lê ev yek jê re nebû asteng ku karê xwe di hundirê konê malbata xwe de bike, û tevî ku ew tenê bi destekî ye, ew karê xwe bi awayekî birêkûpêk bi rê ve dibe, û dibêje: «Min ti carî nehişt ku astengdarbûna min bibe kelem li pêşîya armancên min di jiyanê de, a herî girîng bo min ew e, ku ez li gor karîna xwe kedê bikim, û zarokên min bi min şanaz bin».

Li kêleka xwendinê û karê sazkirina telefonan, Mihemed di demên valabûna xwe de, bi fotbolê dilîze, ew û hin hevalên wî tîmeke fotbolê li Kampê ava kirine, û carcaran bi navê wê tîmê, di xûlên fotbolê yên xwecehî de peşdar dibin, dibêje: «Jiyan xweş e, lê di heman demê de, dijwar e jî, lê pêwîstî bi vîn û bawerîyê heye, nemaze bo kesên xwedan pêdivîyên taybet, gellekan ji wan karîbûn bibin nemûneyên serkeftinê li cîhanê, wekî “Stephen Hawking” û “Nicholas Vujicic”».

Bi rêya karê xwe, Mihemed hewl dide jiyaneke xweş ji malbata xwe re berdest bike, û hêvîya wî her ew e, ku xemên wî bidawî bên, û aştî belav bibe, da ku karibe careke din vegere mala xwe, û wê ji nû ve ava bike.

«Her demê alîyekî ronîdayî di jiyana mirov de heye, ew pencereya wî bo hêvî û serkeftinê ye, û divê ku mirov bê vîn û bawerî nemîne, ji ber ku ew kilîta wê pencereyê ne, ya alîyê xweş ji jiyanê» ev nameya Mihemed Îsa ye bo kesên xwedan pêdivîyên taybet, û bi nerîna wî, ku çîrokên serkeftinê yên van kesan, nîşana dadmendîya jiyanê ne.

Close