ŞITILGEHA EFRÎNÊ, GEVEKE GIRÎNG E BER BI PARASTINA JÎNGEHÊ VE YE

Şitilgeh yek  ji hêmanênên herî girîng ê serkeftinê û pişkeftina jîngehê û çandinîyê ye,  ji ber ku ew bi karanîna gellek awayên zanistî yên pêşketinê ve girêdayî ye.

Di nav projeyên ku hatine bidawîkirin de û li ser wê têne xebitandin “Şitilgeha Efrînê” ye, Endezyar Luqman Bedir, berpirsê beşê parîzgeh û daristanê ji Şar re got ku proje pirr girîng e û edrê ku jê re hat veqetandin 30 donim e.

Ji bo navê şitilgehê Bedir wisa anî ziman: “Bo em Efirîn bi çiya, dar û xwezaya xwe navdêr e, û her gav bi wê bîr bînin me navê Efrînê helbijartiye. Hewlên me ji bo pêşxistina projeya Şitilgeha Efrînê ya ji bo hilberandina çar mîlyon dar di nav pênc salan de heye”.

Li ser vekirina Şitilgeha Efrînê li bajarê Qamişloyê, Bedir got: “Ji destpêka sala 2019an ve, me cîhê guncaw ji bo damezrandina Şitilgehê destnîşan kir, û li ser hemî mijarên bingehîn ên girêdayî binesazîya vê şitilgehê di warê çêkirina dorpêçek diyarkirî, damezrandina cûreya parastinê, diyarkirina cîhek ji bo tovkirina daran destnîşan kirin”.

Bedir gotina xwe berdewam kir û  got: “Tovên ku hatine amadekirin tovên daristanê ne, û ew darên (Sero) yên hilma wan dijwar e û darên (Kîna), Zeytonan û (Şemsî) yên bi navê tîrêjên rojê têne naskirin in, û hejmarek şaxên şitilan, darên fêkiyan ên mîna darên Mişmiş û darên Menga û darên zeytûnê ne”.

Bedir diyar kir ku proje hat lêkolînkirin û piştra ji encûmana  cîbcîkar re hate şandin, “lê petaya “Corona”yê nehişt ku proje berdewam bike, bêguman dema projeyê yek sal e û di sê qonaxan de hatiya veqandin, qonaxa yekem a tovkirinê ye û ya duyemîn a darên biçûk yên şitilan e û qonaxa sêyemîn jî mekanîzmaya çandinê û rêbaza daristan, park û deverên bajêr e”.

Bedir da zanîn ku wan 18 hezar dar amade kirin, “lê baranê hişt ku ji alîyekî ve kar bê rawestandin û ji alîyek din ve rê li ber domandina xebata çend hefteyan girt, û em ê xebata xwe bidomînin heya ku  bibe 28 hezar tov”.

Bedir amaja bi vê yekê kir ku armanc ew e keskayîyê li navçeyê berfireh bikin, û got: “Em ê van şitlên belaş belav bikin li ser sazî û şaredarîyên fermî da ku bajêr bedew bikin”.

Ji alîyê xwe ve, Zîwer Şêxo berdevkê projeya “Kezîyên Kesk” li ser vê projeyê ji Şar re peyivî, û got: “Ev proje li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûrîyê pirr mezin e, û ew hewlek e ji bo bilindkirina rêjeya keskayîyê li deverên me û ev proje li ser dirêjahîya 5 salan e. Bingeha xebatê xwebexş e, her wisa me tîmek pispor di çandinîyê de damezirandiye ku xwedan tecirûbe bin û karê çandinîyê kirbin, gellek endezyarên jêhatî jî xwe tevlî vê projeyê kirin da ku ji nêz ve bişopîne”. 

Şêxo da zanûn ku gellek rewşenbîr bi karekî xwebexş beşdar bûn û daxwaza tevlîbûna bo vê xebatê pirr bû; û niha karê demsala şaxan dest pê dike.

Şêxo teqez kir û got: “Di siberojê de her şaredarî dikare pêdivîyên xwe ji vê Şitilgeha nûjen bibe da ku keskayî li herêmê zêde bibe”.

Serwan Mecîd ê 45 salî, ji bajarê Qamişloyê ye, li barê vê perojeyê wisa dibêje: “Şitilgeh yek ji girîntirîn hêmanên xwezayê tê hesibandin, û dibe alîkar ji bo afirandina jîngehek tendurist, û her wisa ji bo firehkirina qada kesk li ser rûyê erdê, û ji bo vê yekê ez pirr kêfxweş im bi vê projeyê”.

Menîfa Hesen, 32 salî ye, ji gundewarê bajarê Efrîna dagirkirî ye, bo vê pirojeyê nerîna xwe wisa anî ziman: “Efrîn cihê keskayîyê ye, lê mixabin di nava destê dijminan ye, divê ne tenê em şitilgehan vekin lê divê em hemû Rojavayê Kurdistanê bi darên zeytûnan bixemilînin da ku di nav çend salan de hemî deverên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê bigire”.

Li ser girîngîya baxçeyan bo parastina jîngehê, Endezyar Nebil Tehlo li bara vê yekê ji Şar re dibêje: “Şitilgeh alîkarîyê bo peydakirina guhdaneke baş a ji bo qadên kesk dike û ew jîngehê diparêze, bandorên neyînî yên ku ji şewitandinên nift û mazotê belav dibin kêm dike”.

Li bara mercên çêkirina şitilgehan, Tehlo got: “Divê çavkanîyek avdanê ya mayînde hebe. Û divê miqdarên semadê û dermanên kêzikan ên ku ji bo xwedîkirina şitlan û parastina wan li dijî kêzik û nexweşîyan bêne peydakirin”. 

Tehlo wisa axaftina xwe bi dawî dike: “Divê hewdên ji cûreyên mezin re werin peyda kirin da ku şitlên mezin di wan de bêne vehewandin, û hesabkirina dagirtina wan hewdan bi axê guncaw be. Du celeb ax dikare di nav golan de were tevlihevkirin da ku celebê yekem ji axa herêmî be “axa şitilgehê” û celebê din jî ji axek din a dewlemend bi hêmanên xwezayî ku alîkarîya şitlan dike da ku baştir bibin”. Her wisa Tehlo da zanîn: “Ava ku di karûbarên avdanê de tê bikar anîn divê şoranîya wê kêm be da ku nebe sedema zerbûn û şewitandina şitlan”.

Close