
Li seranserî Brîtanîya ku welatekî pirnetewe ye, her deh salan serjimarîyeke giştî pêk tê. Îsal roja serjimarîyê dikeve 21 adarê de ku jixwe cejna Newrozê ye li cem gelê Kurd. Herweha, ev cara yekem e li Brîtanîya ji mafê Kurdan e xwe weke Kurd û zimanê xwe jî weku Kurdî, di forma serjimarîyê de, tomar bikin. Li gor amarên dawî, hejmara xelkên Brîtanîya gihiştîye /68/ milyonî, û di nava wan de derdora /200/ hezar Kurd jî hene ku rêjeyeke ne hindik e.
Bêguman, ev biryar gaveke girîng e ji alîyê hikumeta Brîtanyayî ve li bara pêvejoya hembêzkirin û întegrêtkirina hemû neteweyan ta ku bikaribin nasname, kultûr û zimanê xwe biparêzin û asîmîle nebin weku penaber. Herweha ta ku serbilind bin bi çand û kelepûra xwe ya ku tabloya jiyana hevbeş û demokrasîyê ya li welatekî mîna Brîtanîya, ku li ser bingeha mafên mirovan ava bûye, dewlemend dike. Ji bilî wê, asta xizmetguzarîyê ji bo Revenda Kurdî berferehtir dibe, nemaze dema ku hejmara Kurdan pirr dibe.
Wilo jî, Kurd dê derfeta tevlîbûna nava encûmenên xwecihî yên bajar û şaredarîyan bêhtir bibe dema hejmara Kurdan pirr be, da ku bikaribin nûnerên xwe hilbijêrin. Revenda Kurdî dê bikaribe doza vekirina navend û komeleyên kulturî bikin ta ku çand û zimanê xwe yê dayikê biparêzin. Êdî zimanê Kurdî jî wê bi şêwek fermî bikeve nava lîsteya zimanên ku li hemû dezgehên Brîtanîya û deverên ku komela Kurdî lê hebe, bikar werin. Li bara vê yekê, Kurd dikarin bi rêya encûmenên şaredarîyan re dibistan an jî navend ji bo fêrbûna zimanê xwe vekin, tevlî ku ev ji mafê her kesî ye, lê wê çaxê şaredarî bi rengekî xwebexş pê radibe.
Helbet girîngîya Revenda Kurdî ji alîyê rêxistin û partîyên siyasî yên Brîtanyayî ve bêhtir diyar dibe. Mîna hin revendên din yên ku hejmara wan pirr e (Pakistanî, Hindî), partîyên sereke xwe nêzîkî wan dikin, da ku dengên wan di hilbijartinan de werbigirin. Lewra wan tevlî xwe dikin û derî jî ji wan re vedikin ku hin kes ji wan bibin endam û nûnerên encûmenên parleman û şaredarîyan li Brîtanîya.
Ev bi xwe jî dikeve bin sîwana siyaset û stratejîya hikumeta Brîtanîyayî ya integrasyonê (integration), ku hemû hemwelatî, çand û netewe weke hev bin, xwedî rol bin û xwe bi şêweke praktîk bibînin beşek ji vî welatî da hest nekin ku hatine paşguhxistin an jî dûrxistin ji civaka Brîtanîyayî.
Di sîstema welatekî demokrasî de, mîna Brîtanîya,Rrevenda Kurdî jî, nexasim gava ku hejmara wan gellek be, li ser hev bin û rola wan çalak be di nava civak û partîyên Brîtanîyayî de, Kurd wê çaxê asoyên xizmetguzarîyê û siyasî li pêşîya xwe vedikin. Ne tenê wê karibin xizmeta Revenda Kurdî li diyaspora bikin, belê ew dikarin doz û azarên gelê Kurd bi giştî li ser astên bilind, mîna parleman jî êdî bînin rojevê. Eger endamên Kurd tevlî partîyên Brîtanîyayî bibin, mîna Partîya Karkeran an jî ya Parêzeran, ew dikarin bibin endamên parleman û hikumetê jî; helbet, di çarçoveyeke berz de, dengê Kurdan tê bihîstin.
Li Brîtanîya ev derfet ji bo hemû pêkhateyan peyda dibe, ne tenê ji bo Kurdan. Bêguman, ev tişta han li gor berjewendîyên hevbeş dikeve bin xizmeta heman alîyan de. Revenda Kurdî jî dikare di vê biware de sûdê bigre, ji ber ku partîyên siyasî yê Brîtanî dixwazin dengê revendên pirrjimar bi alîyê xwe ve girê bidin û herweha ew bêhtir guh didin wan, xwedî li wan derdikevin û pirsgirêkên wan jî tînin ziman û dixwazin çareser bikin. Lewra Revenda Kurdî dikare sûdê ji van faktoran werbigre û ew jî bi şêweyek aktîv tevlî jiyana van welatan bibe. Weke mînak, ew dikarin berê kesên jêhatî û çalak ji nav xwe, çi keç bin an jî xort bin ku bi xurtî tevlî rêxistin û partîyên Brîtanîyayî bibin. Bi vê rêyê ew jî dibin hevparê civak û biryara siyasî ya ku dê helbet bandoreke wê ya erênî li ser rewşa Kurdan bi giştî hebe, anku em bibêjin Kurd dikarin, wê çaxê, bibin baliyozên doza gelê xwe. Jixwe wê demê eger rola Kurdan di civaka Brîtanî de xurt bibe, êdî nerîna xelkên Brîtanîyayî li bara Kurdan bi şêweyek erênî tê guhertin û cihekî wan î taybet çêdibe.
Loma ji bo ku ev xwestek û daxwaz bêhtir bi ser bikevin, li Brîtanîya hejmararek ji Kurdên xwebexş, berî vê serjimarîyê, dest bi kampanyayekê kirine û bi şêweyek çalak di nava revenda Kurdî de kar dikin,jixwe dê ji hemû parçeyên Kurdistanê dê tevlî vê kampanyayê bibin, ew jî bi rêya malpereke taybet bo serjimarîyê, ku hemû agahîyên girêdayî wê li seranserî Brîtanîya belav dibe, da ku sûd ji medyaya civakî werbigrin û her kesî agahdar bikin da ku Revenda Kurd tevde beşdarî vê pêvejoyê bibe û roja 21 adarê û berî wê jî navê xwe wekû Kurd tomar bikin. Bi vî karê hêsan Revenda Kurdî dê bikaribe xizmeta xwe û doza gelê xwe jî bike û derfeta hebûna wan li welatên Ewropa bibe nimûneyeke erênî bo civaka Kurdî tevî.