
Sîstema fêrkirinê yek ji stûnên sereke yên pêşketina çi civakê û mayîna çi dewletê ye, lewre ku îroroj bûye pîvana wê pêşketin û mayînê û têkar û bandora wê li tevahîya biwarên jiyana hevwelatîyan derveyî gumanê ye.
Li Sûryaya berî sala 2011an, ew sîstem tam yekalî bû: Yek ziman, yek ol, yek dîrok, yek fikr û raman û yek îdeyolojya, û çi kesê ji ol û zimanekê din baya naçar bû ku di seranserê qonaxên xwendina xwe de ola islamî û ziman û dîroka erebî bixwîne û ezber bike û zanabûn û qehremanîya diktatorê partîya Beis ser zimanan şev û roj dubare bike.
Vê sîstema navborî mejîyê nifşekê mezin ê şagird û xwendekarên sûrî çep siwar kir û ew fêrî tundrewî û regezperistî û mildana korane kir, êdî bersiv ji pirsan bêhtir bûn û afirandin bû jirêketin û pepûkî, û solalêsî bû netewperwerî û welatparêzî.
Di wê sîstemê de, gerek bû xwendekarê kurd bi zimanê êla “Qureyş” rewişt û dîroka Qureyş bixwîne û xwendekarê Suryan û Êzîdî ayetên quranê li zanîngehê ezber bikin.
Bi tu awayî, pêwendî di navbera civakê û naveroka pirtûkên dibistanê de nebû. Armanc ew bû afirandina xwendekarekî (hevwelatîyekî) yekşêwe ku yek ji yê din neyê ciyawazkirin, lewre derçûyîyên amojgeh û zanîngehên sûrî li ku ku bû dibûne erkdar û karmend; an ku pisporî tenê bi nav hebû lê di ware pratîkê de bê qîmet bû.
Sûrya piştî 2011an
Ziyana herî kûr û rexna herî tûj a ku di laşê dewleta Sûryayê de çû xwehr piştî raperîna miletê sûrî mayîna şagird û xwendekaran ji dibistanan bû.
Ev serê deh salan, rêjeya nexwendewarîyê pirr bilind bû û bi sed hezaran xwendekar ketin ber pîj û diranên makîneya şer, hin hatin kuştin û hin bi xwedîyên xwe re reviyan welatinên din û hin tev li mîlîs û girûpên çekdar bûn û yên mayî bi zor û zehmetîyê salê ew spartine salê.
Çi rêjîm çi rikberên wê, herduyan kar tenê ji bo mayîn û serkeftina xwe kirin bê ku berdewamîya xwendinê yan jiyana xwendekaran ji wan re derd be. Bi sedan dibistan bûne qişle û serbazgeh yan mizgeft û amojgehên olî û bi sedan hatin bombebarankirin û xisara ku li binyata jorîn û jêrîn bû ew bi hêsanî venagere.
Rojavayê Kurdistanê (Bakur û Rojhilatê Sûryayê) piştî 2011an
Piştî vekişîna hêzên hikumeta sûrî ji deverên kurdî (Cezîrê, Kobanî û Efrîn), Partîya Yekîtîya Demokrat (PYD) ew dever bi rê ve bir.
Ji 2014-2015an ve, “Rêveberîya Xweser” dest bi guhertina rêbazên xwendinê li dibistanan kir li gor hêman u pîvanên wiha:
– Pirtûkên xwendinê tenê bi serperiştîya Rêveberîya Xweser û li gor fikrê “netewa demokrat û biratîya gelan” têne çapkirin û sepandin.
– Her pêkhateyek (kurd, ereb, suryan) bi zimanê xwe bixwîne û fêr bibe.
– Her du tuxmên xwendekaran (nêr û mê) bi hev re bixwînin.
– Materyala “sinc û civak” li şûna materyalên olê bi giştî.
– Xwendina seretayî arezûmendane ye (li dewleta sûrî neçarî bû).
– ji pola 4ê ve, şagird zimanekê serbar bo xwendinê ji xwe re hildibijêre (ê kurd wek nimûne gerek e zimanê erebî yan suryanî fêr bibe…).
– Ezmûn tune lê nirxandin e.
Rêveberîya xweser vê sîstemê li deverên jêr desthilata xwe (çi bajar çi gund û çi kamp) bi kar tîne.
Ji /2423/ dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûryayê tenê /400/ dibistan di dest rêjîmê de mane (ji wan /38/ dibistan ku dora /25,000/ şagirdan dihewîne li her du xalên rêjîmê li Hesekê û Qamişlo).

Ev tecrubeya Rêveberîya Xweser ku cara yekem e li ser xaka Sûryayê pêk tê ji sîstema fêrkirinê ya rêjîma sûrî pirr pêşketîtir û mirovanetir e, lê ji ber ku rewşa şer li dar e û dijmin li hawîrdor in, ev tecrube di hinek şaştî û kêmanîyan de wer bû:
– Lezkirina danîn û guhertina rêbazên xwendinê
– Ne amadebûna kadroyên fêrkirin û birêvebbirinê.
– Sepandina coreyeka fikr û îdeyolojyaya siyasî û civakî.
– Ne rewatîya belgenameyên xwendekaran li derveyî Rojavayê Kurdistanê.
Şerê danpêdanê
Bi vî rengî, du coreyên sîstema perwerde û xwendinê (li gel a ku turkan û Artêşa Sûrî ya Azad li deverên dagîrkirî sepandiye) çêbûn û paşeroja xwendekaran li seranserî Sûryayê bi neçarî kete bazara siyasetê, êdî dewama çi şagird û xwendekarî, li çi dibistan û zanîngehê, bû helwesteka siyasî ji alîyê wî û dê û bavê wî ve.
Hikumeta Şamê ji alîyê xwe ve, çi kesê ku li derveyî desthilata wê xwendina xwe dike ji danpêdanê bêpar hişt û di encamê de tibabeka mezin a xelkên Rojavayê Kurdistanê (çi kurd çi ereb çi suryan) ketin wê tirsê de û xwe ji dibistanên Rêveberîyê vegirtin û zarokên xwe şandin dibistanên fermî yên hikumetê tev ku rêbazên rêjîma Beis têne dan û di yek polê de jimara şagirdan /50/ derbas dike.
Asoyên çareserîyê
Bê guman, çareserî girêdayî pêşketina rewşa Rêveberîya Xweser û Rojavayê Kurdistanê ye bêhtir ku girêdayî Şamê û hikumeta Beisê be. Her weha çendî ev Rêvberî karibe xwe ji wan şaştî û kêmanîyan dûr bixe ew ê karibe sîstema xwe ya fêrkirinê li hikumeta Şamê û tevaya dunyayê bisepîne.
Ku xwendekarê Rojavayê Kurdistanê xwendina xwe bi temamî lê bike û çawa ku bi serî kir kar bi mûçeyeka têrker û bilind li hêvîyê be wê gavê ew ê ne hewcedarî tu alîkarî û danpêdana çi kesî be.
Lewre, sîstema fêrkirinê ya Rêveberîya Xweser hewcedar e van gavan bi pêş ve biavêje:
– Meşandina siyaseta (Derîyê vekirî) û vexwendina çi kesên zana (kurd û ne kurd) da ku bi mûçeyên berketî li sazî û fêrgehên Rojavayê kar bikin.
– Hinartina xwendekarên jîr bo welatên derve.
– Spartina danîna pirtûkên fêrkirinê bi destên kesên pispor.
– Dûrxistina siyaset û partîzanîyê ji derveyî dîwarên fêrgehan.
– Serperiştî û çalakkirina tevgera wergerê bi awayekê zanistî û akademîk.