HIN KÊŞEYÊN PROSEYA XWENDINÊ LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Li Sûrîyayê, ji serdema damezrandinê ve ta weke îro, bi giştî tenê zimanê erebî weke zimanê fermi hatiye bikaranîn, û ji alîyê fermi û destûrî ve jî, tenê zimanê erebî ye, ta weke îro jî.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, xewna her kurdekî ye ku bi zimanê xwe bixwîne û binvîse, û bibe zimanê fermî, nexasim li navçeyên Rojavayê Kurdistanê.

Heta ku kirîza Sûrîyayê sala 2011an dest pê kir jî, qet bi fermî xwendin bi zimanê kurdî tune bû, anku qedexe jî bû.

Îro jî, piştî deh sal li ser wê kirîzê derbas bû, xwendin êdî li dibistanên Rojavayê Kurdistanê bûye bi kurdî, serbarî hebûna rêbazine din bi zimanê erebî û siryanî, anku bi giştî bûye du beş, beşê li jêr kontirola hikûmeta Sûrîyayê, ku piroseya xwendinê bi zimanê erebî ye, û xwendin bi zimanê ermenî û siryanî jî li dibistanine taybet ên xiristyanan heye, û beşê din li navçeyên jêr kontirola Rêveberiya Xweser ku bi zimanê kurdî û erebî û siryanî ye.

Ji bo nirxandina vê mijarê, gerek hin qonax û ast werin berbiçavbirin; qonaxa destpêkî, anku qonaxa derbasbkirina zimanê kurdî bo dibistanan, qonaxa veguhertina xwendinê bi temamî bo rêbazên kurdî, rêbaz ji alîyê teknîkî û siyasî ve, ji alîyê destûrî û fermî û danpêdanê, û qonaxa diyaloga kurdî-kurdî.

Di havîna sala 2012an li bajarê Dêrikê, û li ser vexwestina Sazîya Zimanê Kurdî ya bi ser Rêveberîya Xweser ve, komcivînek li bara derbaskirina zimanê kurdî bo dibistanên fermî hat lidarxistin, tê de nûnerên sazî, dezgeh, amojgeh, komîteyên zimanê kurdî û kesayetine ku di ziman de kar dikin, amade bûn, ji wê komcivînê komîteyeke şopandinê hat avakirin, ez jî yek ji wê komîteyê bûm, weke nûner û mamostayê (Peymangeha Bedirxan) a Zimanê Kurdî ya Dêrikê, li bara wê yekê jî hin têbînîyan didim şirovekirin, du nakokîyên sereke derketin; ya yekem ew bû ku hatin gotin rêbaz ji pola yekê ta 12an amade bûn ji bo çapê û di dema destpêkî de nayên guhertin, ew yek jî bû cihê nerazîbûna amadebûyan ku çawa nerîna wan di rêbazan û guhertina wê de tune be. Dûyem, ta ku em bi tena xwe biryareke weha nedin û bêhtir li ser hurgulî û piştevanîya wê yekê rawestin, me mercê erêkirina “Desteya Bilind a Kurdî” ku di wê demê de hemû alîyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê li xwe digirt danî, lê wê desteyê tu biryar dernexist, ji ber wê yekê, ji alîyê xwe ve, min û gellek havkarên din, bi taybet yên nêzîkî “Encumena Niştîmanî ya kurdî li Sûrîyayê” xwe ji wê komîteyê vekişandin, wekî din me karê xwe li bara zimanê kurdî li (Peymangehan Bedirxan) berdewam kir, û Sazîya Zimanê Kurdî biryar da ku bi tena xwe waneyeke zimanê kurdî derbasî dibistanan bike, lê bêyî ti biryarên fermî kurdî û ne jî danpêdanê ji Hikûmeta Sûrîyayê, piştî demekê Hikûmeta Sûrîyayê gellek dibistan ji ber zimanê kurdî girtin.

Di sala xwendinê ya 2015an de Rêveberîya Xweser her sê polên 1,2 û 3 yên seretayî bi temamî kirin bi kurdî û rêbazên erebî rawestandin, ENKSê jî ew pênkav bi tevlîhevkirin û têkbirina rewşa xwendin û xwendekarên kurd bi nav kir , her weha got ku ew rêbaz eydiyolockirî ne, li dijî wê yekê jî ENKSê xwenîşandan li dar xistin.

Êdî hin bi hin Rêveberîya Xweser rêbazên xwe derbasî hemû dibistanan kir, tenê dibistanên di çargoşeya ewlekarî li Qamişlo û Hesekê ku li jêr kontirola Hikûmeta Sûrîyayê ne, rêbazên hikûmet ên bi ziman erebî ne, weke xwe man, û hatin dayîn.

Wêne: Şêrzad Seydo
Wêne: Şêrzad Seydo

Ji ber vê rewşê, rêjeyek ji malbatên kurd zarokên xwe şandin dibistanên li çargoşeyên ewlekarî, û rêjeyeke din jî berê xwe dane navçeyên jêr desthilata hikûmetê, bi taybet ber bi Şama paytext ve, her weha rêjeyeke din jî berê xwe dane Herêma Kurdistanê û welatên Ewropayê.

Di vê çarçoveyê de, min xwendinek ji bo pirtûka “CIVAK Û JIYAN “  ya pola 2yem ya qonaxa seretayî li Rojavayê Kurdistanê encam da, ku 109 şaştîyên rêzimanî, 39 peyvên biyanî ku ew peyv bi hêsanî û resenî di kurdî de hene, serbarî hin al û wêneyên partîtî û alîyekî siyasî derdibirînin, serbarî hin movik û waneyan, her wisa sîstem û ramanên Rêveberîya Xweser û alîyê wê yê siyasî, ku ew mijar jî bi giştî di rêbazên wê de dihat dîtin. Ji ber wê yekê ENKSê û alîyine sivîl û çavdêr Partîya Yekîtîya Dîmuqratîk PYD û Rêveberîya Xweser bi eydiyolockirina piroseya xwendinê tometbar kirin, herweha berhevkirina wan rêbazan ta radeyekê ne bi şêweyekî pispor û akademî ye, û bi dehan mamosta jî tevlî piroseya xwendinê hatin kirin û ew ne derçûyên zanîngeh û amojgehan in.

Di diyaloga kurdî-kurdî de, her alîyek ê din li bara piroseya xwendin û rêbazan helwesteke cuda anî ziman, Rêveberîya Xweser ENKSê bi banga xwendina bi rêbazên hikûmetê û dijatîya zimanê kurdî tometbar kir, ENKSê jî serastkirina piroseya xwendinê û rêbazan weke xaleke sereke û merc di diyalogê de anî ziman, û weke helwest beramberî piroseya xwendinê hin pêşinyaz anîn holê, weke azadîya hilbijartina rêbaza xwendinê ji alîyê malbatan ve, anîna rêbazeke girêdayî (UNESCO) ku ev rêbaz li dibistanên Dêrazorê, Tepqa û Reqqayê têne dan, an jî sererastkirina rêbazên Rêveberîya Xweser, mijara ku ENKSê li ser teqez dikir, siberoja xwendinê û xwendekaran, û danpêdana bi bawernameyan e.

Mijara herî girîng a ku metirsîyê li cem kurdan li Sûrîyayê peyda dike ew e nebûna danpêdanê bi rêbazên kurdî û nefermîkirina xwendinê bi zimanê kurdî, û weke daxwazeke sereke ye ku di destûra Sûrîyayê de cihê xwe bigre û siberoja xwendinê zelal û neveşartî be.

Close