
“Piştî 10 salan ji şer, di warê azadîya raghandinê de tiştek nehatiye guhertin, tersî wê fişara li “ser rojnamegeran zêdetir bûye”, bi vê hevokê rojnameger Kemal Şahîn nêrîna xwe li ser rewşa azadîya çapmenîyê li herêmên di bin kontrola rêjîma Sûrîyayê de, tîne ziman. Dibêje: “Li ser dirêjahîya 10 salan ji şerê li Sûrîyayê, geşedanên li vî welatî li ser manşêt û topstorî, yê pirranîya dezgehên çapmenîyê, yên herêmî û cîhanî bû, û gellek peyamnêr û rojnamegeran xwe gihandin welatê ku şer ew perçe perçe kiriye, lê ev yek ji bo herêmên di bin kontrola rêjîma Beşar Esed de, ne derbasdar e”. Esedê law, yê bi sozên nûjenkirinê, sala 2000î desthilat li Sûrî girt, lê di biwarê raghandinê de roj bi roj benê li stûyê dengên dijber tengtir dike. Şahîn dibêje “Rêjîm li Şam tenê dixwaze yek çîrokê guhdar bike, ew jî komplo li ser wê heye, ti rojnameger nikare behsa gendelîya di sazîyên hikûmetê de belavbûyî bike, ji ber wê jî divê kesê raghîner li dora meselê bizîvire û çend kirasan lê bike da ku karibe nêrînên xwe belav bike”.
Di demên dawîyê de hêzên rêjîmê çend rojnameger girtin, jixwe li Sûrîyayê girtina rojnamegeran ne tiştek pirr nû ye, lê ya nû ew e ku ev rojnameger alîgirên wê ne. Di heman demê de gellek bend li pêşiya karkirina di dezgehên ku ji derveyî Sûrîyayê weşanê dikin an yên rêjîm wan bi navê (dijber) bi nav dike, hene. Di 16ê adara derbasbûyî de rojnameger Kînan Weqaf li bajarê Tertûsê, yê li perava deryaya spî dikeve, û di dezgehek raghandinê ya nêzî hikûmetê de dixebite hat girtin û heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e, sedema girtinê jî postek li ser Facebook`ê bû, ku têde rewşa kehrebê li Tertûsê rexne kir, ew post bû sedem ku birêvebirê gerînendeya kehrebê li dijî wî dozê li dadgehê veke. Jixwe Kînan girtin dabû ber çavê xwe, ji ber li Sûrîyayê çi gotin ne li gorî dilê desthilatê be dibe sedema ku kirinên ne bi dilê te jî be, bikin. Kînan di posta xwe de gotibû dema hun vê “postê bixwînin” ez ê girtî bim.
Kînan ne nimûneyek bi tenê ye, beriya wî û dawîya çileya 2021ê de, stara kenala fermî ya hukûmeta Sûrîyayê Hala El-Ceref ji alîyê hêzên ewlehîyê yên rêjîmê ve hat girtin. Sedem jî çend post li ser Facebookê bûn, ku tê de rewşa jiyanî ya zehmet rexne kir. Lê ya balkêş ew bû ku rêjîmê girtina El-Ceref eşkere kir û wezareta karê hundrîn di 30ê çileyê de daxuyanîyek belav kir û tê de girtina 8 kesan (El-Ceref jî di nav wan de) girt ser xwe, û tawanên wan di çarçoveya “Tewanên Agahîyan” de hatine girtin. Sûrîyayê wekî yek ji cihên herî xerab ji bo xebata raghandinê li seranserî dunyayê tê naskirin, û di rêzê berî dawî de ji eslê 194 welatan de, ji hêla dezgeha azadîya çapmenîyê de cih girt; jixwe li herêmên rêjîmê rojnameyek ne alîgir jî tune ye. Rojnameger Kemal Şahîn, ê ku li Lazqîyê dimîne, ji Şar re dibêje sedema wê yekê ew e ku “Şam naxwaze wêneya ku çêkiriye were guhertin, wêneya ku tê de her tişt di bin kontrola min de, xuya dike”. Rojnamegerek din ku li Şamê bi dizî dixebite û nexwest navê wî were eşkerekirin ji Şar got: “Raghandin di herêmên rêjîmê de wekî meşa li ser benek zirav e, tu nizanî kengî ew bin diqete (…) tu gellek mijarên hêjayî nivîsandinê dibîne, ku wek rojnameger li ser wan bixebitî, lê rojnamegerî ne ji bo vî welatî ye”, û gotina xwe bi dawî kir.
Li Şam, ku paytextek dêrîn a rojhilata naverast e, niha rojnameyên çapkirî tune ne, ku rojnameyên (Baes, Sewra, Tişrîn) yên bi fermî girêdayî hikûmetê ne tenê li ser malperên internetê weşanê dikin. jixwe hejmara çapên wan bi salên şer re her û her kêm dibû, ku di 2012an de zêdetirî 50 hezarî dihat çapkirin, lê di 2016an de daket nêzî 20 hezaran, berî ku vê dawîyê bi temamî bisekine.
Rojnamegerê ku nexwest nasnameya wî were eşkerekirin, gazinê ji pereyên li beramberî berhemên rojnamegerî, yên ku amade dike, distînin, dike. Li gorî wî ew 6 hezar lîreyên sûriî li ser lêpirsînek rojnamgerî digrin û herger ket serê edîtorê dezgehê (jixwe %95 nakeve serî wî) pereyean hildide 8 hezaran. Ew jî di demekê de tê ku di nirxê lîreya Sûrî de ketinek dîrokî li beramberî dollarê Amerîkî çêbûye, û herî kêm 50 qatî nirxê xwe yê beriya şer winda kiriye.
Ev rewşa aloz, di demekê de ye ku serokê Sûrîyayê Beşdar El-Esed amadekarîyên xwe ji bo pêvajoyeke nû a Serokatîya Sûrîyayê re amade dike, diyar e ku ti projeyên nû di torikê wî de ji bo azadîya raghandinê û rêvekirina li pêşîya nêrînên dijber tune ye.