
Cûdî rûpela xwe ya Instagram vedike û wêneyên xwe yên di ropela xwe de diqulipîne û bi dilekê şewitî, û kela girî di qirka wê de, hehsa çîroka her wêneyeka xwe dike û dibêje: “Ji ber karê min ê rojnamegerîyê min nikarî li zankoyên hikumta Sûrîyayê bixwînim û tevî damezrandina zankoyan ji aliyê rêveberiy axweser ve, lê ta niha tu danpêdan bi bawernameyên wan zankoyan nehatiye kirin, lewma min berê xwe da Herêma Kurdistanê da ez dûrî êş û zehmetîyan xwendina xwe temam bikim”.
Cûdî ya 26 salî, ji şênîyên bajarê Kobanîyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, û niha yek ji xwendevanên beşê peywendîyên navdewletî û diplomasî li zankoyeka Herêma Kurdistanê ye.
Cûdî (weke xwest xwe binav bike), di sala 2014an de, di dema êrîşa Daişê li ser bajarê Kobanîyê koçî bajarê Qamişloyê bû û ji wî bajarî çîroka wê destpê kir.
Li bajarê Qamişloyê, Cûdî dest bi karê ragihandinê kir. Û sala 2019ê xwendina xwe ya bakelorya temam kir û paşî berê xwe da Herêma Kurdistanê.
Wergirtina xwendevanan li zankoyên Herêma Kurdistanê ,ji sala 2003ê ve dest pê kiriye, ku wê demê hikumeta Herêma Kurdistanê salane hijmareke kursî didan xwendevanên Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, lê piştî sala 2011ê û ji ber penaberîya hejmareka mezin a welatîyên Rojavayê kurdidtanê bo Herêma Kurdistanê, hejmar zêdetir bû.
Ehmed Mihemed Emîn, berpirsê leqê Herêma Kurdistanê ya Yekîtîya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava, dibêje: “Vekirina dergehên zankoyan li pêşîya xwendevanên Rojavayê Kurdistanê gaveke gellekî baş bû ji alîyê hikumeta Herêma Kurdistanê ve, ku ev xwendevan ji xwendinê bê par nebûn, bi taybet ku şerê Sûrîyayê ta niha berdewam e û salane hejmara xwendevanên me li zankoyan zêde dibe, lê tevî wê yekê jî xwendekar rastî hejmareke pirsgirêkan tên”.
Yek ji wan pirsgirêkan ew e ku gellek xwendevan bawernameya bakelorya ji Rêvebrîya Xweser wergirtine û ev bawername ne cihê danpêdanê ye li Herêma Kurdistanê; hikumeta Herêmê tenê danpêdanê bi bawernameya hikumeta Sûrîyayê dike.
Ji alîyekî din ve, niha xwendevan rastî pirsgirêkeke din hatine, ew jî dema sererastkirina bawernameya bakelorya, Wezareta Perwerdeyê ya Hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaza gellek belgeyan dike, weku bawernameya pola 9ê û ya 10 û 11ê, û divê ev bawername li gel bawernameya pola 12ê li Wezareta Derve ya Sûrîyayê û Balyozxaneya Sûrîyayê li Îraqê werin pesend kirin.
Xwendevanên Rojavayê Kuritanê çawa dikarin li zankoyên Herêma Kurdistanê bixwînin
- Dikarin pola 12ê li Herêma Kurdistanê bixwînin û ew xwendevan yekser bi rêya sîstema zankoline re têne wergirtin.
- xwendevanên xwedan bawernameya pola 12ê ya hikumeta Sûrîyayê dikarin bi rêya rêxistina SPARK yan DAFI navên xwe tomar bikin û li zankoyên Herêma Kurdistanê werin wergirtin, serbarî ku ev her du rêxistin alîkarîyên diravî û cih ji wan xwendevanan re dabîn dikin û piştevanîya wan dikin ta derçûnê.
- Xwendevanên ku li zankoyên hikumeta Sûrîyayê dixwînin dikarin xwendina xwe veguhêzin bo zankoyên Herêma Kurdistanê.
Elîsa Ehemd, sala 3ê beşê ragihandinê, li zankoya Selahedîn, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê dixwîne, dibêje: “Min pola 12ê li Herêma Kurdistanê temam kir, lê proseya tomarkirina navê min ji bo pola 12ê gellekî zehmet bû, ji ber ku Wezareta Perwerdeyê ya hikumet Herêma Kurdistanê daxwaza bawernameya pola 9, 10 û 11 ji min kir, û niha ji ber şer û alozîyên li deverên me, gellek xwendevan nikarin van belgeyan dabîn bikin”.
Elîsa ku niha pêşkêşkar e di radyoya Pêşkewtin de, dibêje: “Ragihandin xewna min bû û ez niha gellekî kêfxweş im ku ez li vî beşî dixwînim, rast e pirsgirêk hene lê wergirtina me li zankoyên Herêma Kurdistanê û peydabûna derfeteke bi vî rengî gaveke gellekî baş bû, bi taybet ji bo wan kesên ku nikarin xwendina xwe li zankoyên hikumeta Sûrîyayê temam bikin”.
Ji alîyê xwe ve, Cûdî ya ku ev e yekem car e ji Rojavayê Kurdistanê derdikeve, dibêje: “Xwena min bi xwendina vî beşî cîbecî bû, lê cudahîya zaravan (Kurmancî û Soranî) di navbera başur û rojavayê kurdistanê de hiştiye hinek zehmetî bikevin devê rêya min; ev pirsgirêk a hemû xwendevanên Rojavayê Kurdistanê ye”.
Salim Resol jî yek ji xwendevanên Rojavayê Kuristanê ye û li kolîja Kargêrîya Aborî, beşê Zanistên Aborî li zankoyeka Newroz a taybet, li bajarê Dihokê dixwîne, lê ew herdem bi tirs e ji ber ku tenê li Herêma Kurdistanê danpêdan bi bawernameya wî tê kirin, wate di siberojê de ew tenê dikare li Herêma Kurdistanê bi bawernameya xwe kar bike.
Bawernameyên zankoyên hikumî li Herêma Kurdistanê li hemû welatan danpêdankirî ne, lê zankoyên taybet tenê li Herêma Kurdistanê danpêdan bi bawernameyên wan têne kirin.
Li gor amarên Yekîtîya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava, ji sala 2013ê û ta niha bi giştî nêzîkî 700 xwendevan li zankoyên Herêma Kurdistanê hatine wergirtin, 197 xwendevan ji bo sala xwendinê ya 2020-2021 hatine qebûlkirin.
Li gor sîstema xwendinê ya Herêma Kurdistanê, xwendevanên pileyên yekem û duyem û sêyem werbigrin li dezgehên hikumetê têne erkdarkirin, û tevî ku tenê xwedan nasnameya Iraqî dikarin li dezgehên hikumetê dikarin erkdar bibin, lê xwendevanên Rojavayaê Kurdistanê jî yên ku di her sê pileyên destpêkê de bin dikarin li dezgehên hikumetê li Herêma kurdistanê kar bikin lê bi rêya girêbestan.