
Kalê şêst û pênc salî di nav ‘koma hesinan’ de rûdine, tilîyên xwe yên zirav di nav têlan re derbas dike, jiyaneke nû dide pompeyên avê yên ‘mirî’ û dilê xwedîyên wan xweş dike.
Elî ferman yek ji niştecîyên bajarê Girkê Legê ye, lê navê wî li tevahîya herêmê belav bûye. Li kîjan gundê derdora bajarê Girkê Legê yekî gundî pompeya wî ya avê xirab bibe, rasterast berê xwe dide Elî Ferman.
Elî Ferman karê çaksazîya dînemo û pompeyên avê dike. Tevî ku di dikaneke biçûk û cihekî teng de kar dike, lê xizmeteke mezin digihîne xelkên herêmê. Ew dibêje: “Ji ber ku min ji vî karî pirr hez dikir, di destpêka xortanîya xwe de tevlî vî karî bûm. Di wê demê de ez bi piratîkê li ser destê xortekî ku ev kar dikir fêr bûm. Piştre jî ez çûm Şamê, perwerdeyeke taybet derbas kir û min bawername jî wergirt. Ji wê demê heya roja îroj, ez vî karî bê navber dikim”. Kedkarê ku salên demdirêj rengê reş ji nav pora wî bi temamî rakiriye, 45 sal ji temenê xwe di vî karî de derbas kiriye.
Elî Ferman dibêje; “Kesê ji karê xwe hez neke, ji dost û hevalê xwe jî hez nake. Kesên ku tên cem min, sûdekê didin min, divê ez jî beramberî wê, karekî baş ji wan re bikim, di heqdesta xwe de jî bi wan re alîkar bim. Kesên tên cem min hemû miletên me ne, divê haya me ji wan hebe û em bi wan re alîkar bin”. Elî Ferman destnîşan dike ku wî gellek caran belaş kar kiriye, kesên feqîr, tiştek ji destê wan nedigirt. Ew dibêje ku bi vî awayî alîkarîya gellek kesan kiriye.
Diyar e ku hezkirin, evîn û işq ne tenê di navbera mirovan de çêdibe, di navbera mirov û hesin de jî çêdibe. kalê por spî bi kar, hesin û tiştên derdora xwe re ketiye evînê. Her roj bi dilekî geş û kêfxweşîyeke mezin berê xwe dide cihê kar û di nav wan amûran de dibe yek. Weke ku di nav mêrgeke buharê de be. Li bara vê yekê, ew tişteke balkêş dibêje. Dibêje ku ev heftîyeke nexweş e û carinan ji sedema êşa xwe bi şev qet ranaze, tevî vê jî ew bawer nake kengî rok derkeve ta ji mal bide rê û biçe kar. Ew di nav kar de êşa xwe jî ji bîr dike.

Kirîza li Sûrîyayê derketî, ev 11 sal in bandoreke mezin li jiyana gel kiriye. Para karê Elî Ferman jî ji vê kirîzê heye. Ew dibêje ku demên berê her tişt hem bi hêsanî peyda dibûn û hem jî arzan bûn. Lê niha peydakirina parçeyan pirsgirêkek e û buhayên ku her car bilind dibin pirsgirêkeke din e. ji ber ku zêdebûna buhayê parçeyan bandorê rasterast li gel dike. Rewşa aborîya gel jî ne zêde ye. Di vî alî de gellek zehmetîyan dikişînin. Li milê din, tevî ku li Rojavayê Kurdistanê rêveberîyek heye û hewl dide pirsgirêkên gel çareser bike, lê ji bo karê Elî Ferman û pirsgirêkên pê re rû bi rû dimîne, nebûye bersiv. Ne yekîtî û ne jî sendîqe ji bo kar û pîşeya wî û hevalên wî nehatiye avakirin ku karibe mafê wan biparêze û pirsgirêkên wan çareser bike. Ew dibêje; “ji ber vê yekê û ji bo peydakirina pêwistîyên kar, me di nav dost û hevalên xwe yên vî karî dikin de weke hevparîyekê ava kir”. Eger tiştek ji yekî j wan re pêwist be, di nav xwe de li wî tiştî digerin û ji hevalê xwe re peyda dikin. Bi vî awayî pirsgirêka kêmbûna parçeyan çareser dikin û karê xwe dimeşînin.
Eşqa vî karî di dilê Elî Ferman de dîl nema ye. Dendikên wê di dilê zarokên wî de şîn û geş bûne. Ew dibêje “Zarokên min ji biçûkanîya xwe ve bi min re û di nav vî karî de mezin bûne. Bi rastî jî di hezkirin û jêhatîbûnê de, wan ji min derbas kiriye”.
Du kurên Elî Ferman pê re kar dikin. Navê kurê wî yê mezin Ayaz e. Ew dibêje “Ji ber ku min pirr ji vî karî hez kir, min dev ji dibistanê berda û hîn di yazdeh salîya xwe de tevlî vî karî bûm. Ev 22 sal in ez vî karî dikim. Ez di nav vî karî de mezin bûme. Ez ji vî karî pirr hez dikim. Ji bo min, Ew demên ku ez di nav kar de derbas dikim, demên herî xweş û dilşad in”.
Elî Ferman xwest nameyekê bigihîne nifşê nû. Bi dilekî vekirî got: “Miletê herêmê ne xwedî mal û milk in, hemû xwedî kar in. karê wan jî keda destên wan e. Ez dixwazim xwe weke mînakekê nîşan bidim; ez temen mezin bûme û nema weke berê dikarim kar bikim. Eger zarokên min fêrî vî karî nebûna, wê rewşa me gellekî xirab be. Ez bi hêvî me ku nifşê nû li kolanan bê kar nemînin. Bila xwe fêrî pîşeyekê bikin, ji xwe re kar bikin û alîkarîya malbata xwe jî bikin”.