ŞÊNÎYÊN HERÊMÊN BER ÇEMÊ FERATÊ ZIYANÊ JI QUTKIRINA AVA ÇEM DIBÎNIN

Qutkirina Tirkîyê ava çemê Feratê jiyana şênîyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê û aborîya wan dixe metirsîyekê. Kêmbûna ava çem ziyan gihaştiye gellek biwaran, û ev yek barê şênîyên ku karê wan li ser ava vî çemî ye giran kiriye.

Newaf Geyad gundîyek ji gundê Borêzê ye, yek ji gundên ber çemê Feratê, xwedan bîstanekî bi çar sed û deh darên berdar e, wî ew dar di hektarek erd de yê ku bav û bapîrên wî jê re hiştine çandiye, hêvîya Geyad ew e ku di çend salên li pêş de karibe bi pereyên ku ji berhemên daran werin, her heft kesên mala xwe, yên ku li gel wî derdê xizanîyê dikişînin, xwedî bike, loma ew bi sexbêrî çavdêrîyê li darên xwe dike.

Qutkirina dewleta Tirkîyê ava çemê Feratê hişt ku asta avê bi pênc metreyan li alî Sûrîyayê dakeve, û vê jî bandorek li ser biwara çandinîyê ya herêmên ber çemê Feratê kir, ji ber ku çandinîya vê herêmê li ser avdana ji çemê Feratê radibe û ew av niha paşve vekişîyaye û gundên ku berê li ser lêva çem bûn, niha ava çem bêhtirî sê kîlometreyan ji wan dûr ketiye.

Newaf Geyad ew jî wek xeynî xwe ji çandinkarên herêma ber çem Feratê ye, ava ji çem di rêya sondeyan re dikişand nav erdê xwe û pê zevî û darên xwe av dida, lê daketina ava Feratê rê li ber vê yekê girt û hişt ku ew di avdana darên xwe de xwe bispêre ava bîra birayê xwe û avê ji wir bikişîne. Geyad dibêje ku “pêwîst e darên berdar bi ava şîrîn werin avdan , û ava bîran a vê deverê şor e lewra zirarê digihîne daran, û heya niha ziyan gihiştiye 20% ji darên min”.

Li gorî ku Geyad dibêje bîra birayê wî ya ku wî jê darên xwe av dida, û tevî ku ziyana wê avê li ser daran heye, lê ew jî ji dest wan çû, ji ber ku piştî ava çem gellekî daket û vekişîya, ava bîrê jî miçiqî û êdî ji bo ku bîr carek din biav bibe divê ew were kûrkirin û borîkirin ta ku karibin xwe bigihînin ava şîrîn û wê  derxînin; ev yek jî gellek pere û mezaxtin jê re divên, jixwe ji destên pirranîya çandinkaran nayê.

Peydakirina ava pêwîst bo avdanê gellek pirsgirêk bo xwedîyên baxçeyan derxist holê, yek jê kêmbûna mazota pêwîst ji bo derxistina avê ji bîran, her wiha zehmetîya kirrîna ava şîrîn, nexasim di rewşeke aborî ya zehmet de ku şênî tê de dijîn.

Ti bijareyên guncawî rewşa aborî ya xwedanên dar û zevî û bîstanên herêma ber çemê Feratê tune ne, Geyad dibêje: “Kirrîna ava sarincekê gihiştiye pênc hezar lîreyî sûrî, ji ber vê gellek pere ji çandinkar re divê ta ku ew karibe dar û bîstanên xwe av bide. Û bîrên xwe yên avê kûr bikin ew jî gellek pere jê re divê, ji ber divê bîr werin borîkirin, ji xenyî zehmetîya bidestxistina mazotê bo pê pompeyên avê”.

Ne tenê çandinî li herêma ber çemê Feratê, ji ber girtina Tirkiyayê ava çem, ziyan dîtiye, lê ziyan gihiştiye ajalan jî. Evdê Xelîl, yê 45 salî ku şivanek ê gundên ber çemê Feratê ye, diyar kir ku ew gellek zehmetîyê ji kêmbûna ava Feratê dikşîne, dibêje: “Ez neçar bûme ku ava şîrîn bi sarincran bikirrim da ku ava vexwarinê bo pezê xwe peyda bikim”. Ev yek jî bareke dîtir avête ser milên şênîyên vê herêmê.

Masî jî para xwe ji vê ziyanê dîtine. Ehmed yê 40 salî ku nêçîra masîyan dike, dibêje: “Kêmbûna avê ziyan bi rengekî taybet gihandiye masîyan, çi ku di mehên qedexeya nêçîrkirina wan de, an ku di van mehan de, pêwîstîya wan bi av û beraveke paqij heye ji bo ku hêkên xwe lê bikin, lê girtina avê ev barûdox ji holê rakirin”.

Belavbûna kevzan di ava çem de piştî miçiqîna golên avê, û nebûna stasyonên parzinandin û paqijkirina avê bandoreke neyînî li tendirustîya mirovan dike, ji ber ku ava vexwarinê ya gund û bajarên herêmê ji çemê Feratê tê.

Ji 27î çileya îsal de dewleta tirk her û her ava çem Feratê ji ser alîyê Sûrîyayê qut dike, yan kêm berdide ta ku av gihaşte “asta mirî” li gorî ku berpirsyarine bendavên li ser Feratê dibêjin, û Rêveberîya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê agehdar dike ku piştî sîstema birrîn-berdana karebayê (16 demjimêr birrîn, û 8 demjimêr berdan) ya ku niha ji alî wan de tê pêkanîn, heye ku di çend rojên nêzîk yên li pêş de kareba yekcar ji ser herêmê were birrîn; li gorî peymana ava ya di nav Tirkîyê û Sûrîyayê de, divê Tirkîyê 500 m3  ji avê berde alîyê Sûrîyayê, lê niha ew 200 m3  tenê berdide.

Close