
Saleke ziwa û hişk bi ser herêmên Cezîra Rojavayê Kurdistanê û cotkarên wê ve derbas dibe. Ev yek di rewşekê de tê ku mûsimê îsal ji ber kêm barîna baranê û têkçûna berhemê genimê bejî. Ferhan Heso, cotkarekî ji herêma Dirbêsîyê ye, xembarîya xwe tîne ziman û dibêje “750 donim (75 hektar) têk çû, ku bi temamî naye palekirin, lê hêviya min li /800/ donimê din ê avî ye, ziyana ku min dîtiye bi 150 ton genim li gorî sala par qerebû bike”.
Heso, daxwaza destekê ji Rêveberîya Xweser dike, da ku tov û semadê bi deyn bide cotkaran û alîkarîyê bide wan bo berdewamîya çandinîyê, her wiha Heso pêşniyarî li Rêveberîyê dike ku tovê baş û berhem ji bo cotkaran dabîn bike.
Ji aliyê xwe ve, Ednan Mio, endezyarê çandinîyê, ji kovara Şar re destnîşan dike, ku “sedemên paşketina çandinîyê ji ber buhayê semadê ye”, ku ew bi xwe jî peyda jî, û nirxê wê buhaye, “semada gerim bi /400/ dolarî ye ku bêyî wê berhem nade, û semada sar jî, bi /350/ dolarî ye, her wiha sotemenî jî bi miqdarekî kêm tê dan ku têra cotkaran nake û dereng dikeve”.
Selman Barûdo, Hevserokê Desteya Aborî û Çandinîyê ya Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, got ku ew giringîyê didin dabînkirina genim ji bo çandinîya tov û ard, û ji Şar re diyar kir ku “îsal rewşa mûsimê genim xirab bû ji ber kêmbûna baranê û girtina ava çemê Firatê ji alîyê Tirkîyê ve”, ku ji nîvê meha sibatê 2021’ê de av ji ser Sûrîyê re birrî ye.
Barûdo da xuyakirin ku vê yekê pirsgirêkek mezin peyda kir, ku zirarê bigihîne mûsimê avî li herêmên ser ava Firatê li Reqqa, Tebqa û Dêrazorê, her wiha zirar berê jî ji ber kêmbaranê gihîştiye mûsimê bejî û hişt ku bi tevahî têk biçe.
Barûdo destnîşan kir ku “ji zêdetirî yek milyon hektar zevîyên Rojavayê Kurdistanê, 300 hezar tenê avî ye, ew jê çaverê dikin derdora (400 ta 500) hezar ton jê berhem bikin, ku li gorî salên berê jî ev tebabek hindik e. Di sala 2020’an de, mîqdara hilberîna genim li deverên Rêveberîya Xweser nêzîkî 850 hezar ton bû, û ew di sala 2019’an de gihîşt nêzî 900 hezar ton, ku îsal jî kêmî pêdawîstiyên deverê ye, ku salane pêwîstî heye zêdetirî 600 hezar ton yedek hebe, ji bo çandinîya tov û arvanê nan”.
Li gorî Hevserokê Desteya Aborî û Çandinîyê, yedekê Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê di embarên genim de, berê derdora 170 hezar ton heye, ew çaverêne ku 400 hezar ton berhemê din jî werbigirin, her wiha Rêveberî amade ye ku genim ji xwe re ji derve bîne da ku pêdivîyên herêmê peyda bike heke hilberîna herêmê têrê neke.

Selman Barûdo, eşkere dike ku ew dikarin genim bi rêyên derve bînin, bi nirxekî kêmtir jî, û li gorî wî nirxê ku wan destnîşan kiriye ji bo genim asta yekem e ya cîhanî, ku nirxê cîhanî derdora 270 dolar ji yek ton genim re ye, lê wan 355 dolar daye ji bo yek ton genim, ku îro yek dolar bêtirî 3000 lîreyên sûrî dike.
Di 19’ê Gulana derbasbûyî de, Rêveberiya Xweser, nirxê yek kîlo genim bo 1150 lîre destnîşan kir, û berî wê jî hikûmeta Şamê 900 lîre destnîşan kiribû.
Cotkarên gellek herêmên bakur û rojhilatê Sûrîyê, ji 20’ê gulana derbasbûyî ve, dest bi radestkirina hilberîna berhemên xwe ji genim dikin bo 26 navendên wergirtina genim ên kompanya pêşvebirina civaka çandinîyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ve, û ta niha derdora 100 hezar ton hatiye wergirtin, ev yek jî li gorî Hevserokê Desteta Aborî û Çandiniyê ye, wî bal kişand ser wê yekê jî ku komîteyên wergir ên ji hêla lêhûrbûna kalîteya genim û rêjeya nepakîyê ve bi cûreyên genim re nerm in, ku îsal rêjeya qebûlkirkna wê digihêje ta %37, ev yek bilind e li gorî salên berê ku bêtirî %20 nedihate qebûlkirin.
Cezîra Rojavayê Kurdistanê, ku herêmeke sereke bû di çandinîyê de û jêdera aborî ya sereke bû ji bo xelkên deverê, lê piştî şerê Sûrîyê daketinek berbiçav ji hilberîna çandinîyê lê peyda bû, ku %60 berhemê genim ê Sûrîyê ji vê herêmê bû.
Beriya 2011’an, Sûriyê bi qasî çar mîlyon ton genim hilberîn dikir, lê piştî wê hilberîn pirr kêm bû, li gorî amarên fermî yên Hikûmeta Şamê, salê di navbera milyonek û yek û nîv mîlyon ton ji genim berhem dikir.
Endezyarê Ednan dibîne ku “pêwîst e navendên lêkolînên zanistî werin vekirin û tov bi xwe çêkin, ji ber gellek caran tov ji derve tê wergirtin û kalîteya wê nebaş e, û divê li ser derman jî çavdêrî hebe ku pirranî nebaş e, û cotkar ziyanê dibîne, li kêlek vê pêwîst dike ku projeyên biçûk ên çandinîyê bêne destekkirin”.
Di dawîya nîsana borî de, Desteya Aborî û Çandinîyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê giştînameyek weşand û tê de got ku qedexe ye bazirganî li genim were kirin an yekdestkirin, “ji ber girîngîya wê di peydakirina ewlehîya xwarinê û peydakirina nan de”, ev yek piştî metirsîyeke mezin hat ku herêmên Rojavayê Kurdistanê rastî kirîzek demdirêji bi dabînkirina nan bibin.
Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, amaje pê kir ku ji bo sala bê ew “xwedî pilan in ji bo destekkirina çandinîyê bi hemû alavên pêwîst bi avdanî û sotemenîyê, û peydakirina semadê bi nirxekî erzantir, ku bêtirî 300 dolarî ye ji bo yek tonê, her wiha Desteya Aborî kar dike ji bo avakirina 5 nanpêşgehan û kargehekê ji bo hilberîna hevîrtirşê”.
Hêjayî gotinê ye ku Rêveberîya Xweser di 14 hizîranê de biryara qedexekirina firotin an jî derxistina berhemên çanidinîyê da.