Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
GUFTÛGOYÊN KURDÎ-KURDÎ HÎN JÎ HELEZ NE BIHURÎYE – Kovara Şar

Tev li hemû nakokîyên rêjîmên dagîrker û dijminên doza kurdî, mîna rêjîma Turkî, Sûrî, Îran û Îraqê, lê her ew dibin xwedî yek helwest li bara pirsgirêka Kurdî. Weke nimûne, yên ku pirr in, di sala 2017an de ev her çar welat bûne yek dijî referendoma Herêma Kurdistanê ku li ser bingeha berjewendîyan pêwendî û nerîna xwe ava dikin. 

Ji bilî wê jî, îro li Rojavayê Kurdistanê ev nimûne dîse xwe tîne zimên. Rêjîma Esed, rikberîya Sûrî, Turkî, Îran û Rûsiya tev dijî bidestxistina mafên Kurdan li Sûrîyayê ne û hewil didin bi heman şêweyan ku Kurdan dûrî dezgehên biryara siberoja Sûrîyayê bixin, mîna komîteya destûrî û guftûgoyên Cinêvê jî. Ji xeynî wilo, tev şerê Rêveberîya Xweser dikin, tev li ku ev rêveberî ne lixurû Kurdî ye, û di nav de Ereb û Xirîstîyan jî hene, û jixwe tu navê Kurdî jî lê tune ne. Helbet weke ku em dizan eger ne hebûna Amerîka û hin hêzên navdewletî li deverên Kurdî ba, yên ku niha tê bi navê ‘Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê’ tê nasîn, wê Kurd li ber wêran û komkujîyan ba û bûba armanc bo êrîşên ji aliyê rêjîm, rikberî, Turkiyê û Rûsya jî ve. Li bara vê yekê pirseke giring xwe tîne ziman, ku pirranîya Kurdan dimînin matmayî ji vê helwesta alîyên Kurdî ku tev miletek in û xwedîyê dozekê ne, lê her nikarin li hev bikin? Ma ne ev rêjîmên dagîrker pirr dûrî hev in û acendên wan jî cuda ne û hin caran li dijî hev ketine şeran jî, lê her dibin yek sebaret doza kurdî! Gelo bo çi Kurd jî li ser bingeha neteweyî, biratî û berjewendîyên xweparastinê di bin sîwana nûnertîya hevbeş nabin yek?

Eger em werin van hokar û nimûneyên ku me anîne ziman şirove bikin, di bin sîwana berjewendîyên Kurdî de û pêkhateyên wê deverê, bêguman wê giringîya danûstandinên Kurdî berz bibe, nemaze ku di bin çavdêrîya nûnertîya Amerîka de, ya ku bûye sedemek sereke ji bo parastin û hebûna gelê Kurd ji metirsîya ku niha heye ji alîyê rêjîmê, rikberî û Turkîyê ve, ku her ew bendewar in û gefan didin. 

Ev bûye dora salekê ji destpêka danûstandinên Kurdî-Kurdî re, ku bi serpereştîya Amerîka ne û bi navê serkirdeyê Hêzên Sûrîya Demoqrat ceneral Mezlûm Ebdê ye. Lê ta niha her du alîyên ku danûstandinan dikin ( ENKS û PYNK)ê hîn jî li xwe dizîvirin û herûher vedgerin xala pêşî ji gazin û gilîyan, tev li ku wan her du xalên sereke mohir kirine mîna nerîn û lêvegera siyasî. 

Ji bilî vê jî, Rikberîya Sûrî mîna rêjîmê dijî mafê Kurda ye, û tev li ku ENKSê endamê îtîlafê ye jî lê ev opozîsiyon bû hevpişk di dagîrkirina Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Sipî de ji aliyê Turkîyê ve. An ku, hebûn û nebûna ENKSê bêwate bû ku dibe dijî stratejiya wê ya “projeya neteweyî”. 

Dûrî hemû alîyên partîtî, eger Kurd li gor metirsîya vê demê û giringîya hebûna Amerîka li devera Kurdan û stratejîya wê li bara Sûrîyê ku her wê bi rêya  kurdan û wan pêkhateyên devera Rojava û rojhilatê Ferat be, pêwîst e ku alîyên siyasî tev zû li hev bikin. Xala giring a din, ew e ku hemû alîyên siyasî û civaka sivîl ên ji derveyî PYNK û ENKSê tevlî guftûgoyan bibin da ku karibin fişarê li wan bikin û ev tişta han bibe nûnertîyeke giştî ji bo xelkên rojava. Di pey wê re, ev rêveberî ji nû ve ava bibe û pêkhateyên wê deverê ji Ereb û Mesîhiyan jî tevlî bibin. Helbet ev gava han wê bibe sedem û bingeh ku Kurd êdî platformeke serbixwe ya Kurdî durist bikin û bibe nûnerê Rojavayê Kurdistanê. Wê çaxê Kurd karin beşdarî guftûgoyên Cinêvê bibin weke Kurd û nûnerê 4 melyon kes bin û êdî peyre tu pêwîstî nîne ku ENKSê di hundirê îtîlafa Sûrî de bimîne. Ev tişta han helwesta Kurdî bi hêz dike li cem heman alîyan, nemaze Amerîka û Rûsiya û derî li ber destwerdanên mîna Turkî û rikberî û rêjîma Esed digre. 

Bêguman teqezkirina mafên Rojavayê Kurdistanê dive bibe stratejîya yekem bo tevhî alîyên siyasî, ji ber rewşa rojava di metirsîyê de ye, lê helbet wê gaveke şanaz be piştevanîya alîyên kurdistanî çi başûr be yan jî bakur be dibin siwana stratejîya neteweyî de. Lê weke tê zanîn biryara Rojava her di destê her du rexên Kurdistanî de ye û ev bixwe bandora wê li biryar û guftûgoyan heye û dibe sedemek û hokarekî din ku ev danûstandin ji “beza reqê” xurtir bi rê ve diçin. Pêwîst e ku hemû alî zanibin serkeftina Rojavayê Kurdistanê di vê derfeta guhertinê de li Sûrîyayê, ku belkî sed salê din dûbare nebe, bêguman wê bibe hokarekî erênî bo parçeyên din ji Kurdistanê. 

Bi rastî ev derfeteke pirr hêja ye ku îro ew hokarê navdewletî li alîyê berjewendî Kurdan e ku Fransa, Brîtanya û Amerîka îro tev doza yekrêzîya Kurdan dixwazin da karibin berjewendîyên xwe bi cî bikin. An ku, ava me Kurdan û van dewletan bi hev re di rûbara berjewendîyan re diherikin û dibe goleke mezin; û nezanî ew e eger em nikaribin sûdê jê bigrin. Ew ezîtî û berjewendîyên kesayetî û partîtî, îro dibin dijî doza neteweyî û xizmeta dagîrkeran dike, jixwe ku partîyên Kurdî ta niha tênegihiştibin, wê çaxê tu sedem namînin ji bo hebûn û berdewamîya wan, û êdî ew, ne tenê, nabin nûnerên Kurdan, lê wê demê dibin dijminên xwebexş ên dijî miletê xwe. 


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170