Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
PIRSGIRÊKA NEBÛNA PEREYÊN XURDE YÊN DOLAR LI BAZARA QAMIŞLOYÊ – Kovara Şar

Bi gavên giran û rûyekî xemgîn û çilmisî, ku pereyên wê di destê wê de bûn, piştî ku karmendê ofîsa xurdekirinê ew matmayî hişt û pereyên kêm dabû wê, ji bilî wê jî 35 dolar bi pereyên Sûrî wergirtibû.

Rûhat Xelef, ya 55 salî, ji ofîseka xurdekirinê ya bajarê Qamişloyê derdikeve, ji alîyekî dilê wê kêfxweş e ji ber ku kurê wê jê re 250 dolar şandîye û ji alîyekî din xemgîn e ji ber tenê 235 dolar ji ofîsa xurdekirinê wergirtiye; an ku 15 dolar komîsyona gihandina wan pereyan hat qutkirin.

Rûhat nerazîbûna xwe wisa tîne ziman: “Xwezî pereyên me wek ku hatiye şandin bidine me lê mixabin ta 35 dolarên mayî jî bi pereyên Sûrî didine me; hertim ev yek tê dûbarekirin…”.

Lê Rûhat dîsa gotina xwe bi êş ji Şar re berdewam dike û dibêje “ma ka em çibikin, wisa jî biqede baş e”.

Pirranîya bihayên kelûpelan bilind dibin, û şênîyên Rojava bi rêya pereyên ku ji derve ji wan re tê debara jiyana xwe dikin. 

Hesen Çolî (46 sal), hevwelatîyek bajarê Qamişloyê yê, dibêje “tenê ji kompanya Kamîran, a li navenda bajêr, pere weke ku hatiye şandin em werdigirin”. 

Çolî teqez dike û dibêje “pirranîya van ofîsan pereyên dolar ên 5, 10, 20 bi lîyreya Sûrî didine me”.

Tevî ku mercên jiyanê, di van demên dawî de, di rewşeka aborî ya aloz de derbas dibe, ku bandorên wê di nekarîna gellek malbatan de ji bo peydekirina pêdivîyên xwe yên bingehîn ên jiyanê diyar dibin. Daketina nirxê lîreya sûrî li hember dolarê Amerîkî bû şahidê buhabûnên bi bilez, lewra şandina pereyan ji derve çareserkirina herî baş e, û şênîyên herêmê vê yekê teqez dikin.

Mihemed Hesen, yê 40 salî, 300 dolar, bo dêya xwe, di rêya şirketa xurdekirinê re şand Qamişlo, malbatê 247 dolar stend, piştî ku komîsyona xwe jê bir, 47 dolar bi lîreya Sûrî da wan bi behaneya ku beşên 20, 10 û 5 dolar tune ne, û ev bandor li ser rêjeya xurdekirinê dike; malbat gazinan dike û daxwazê dike ku zabîte li ser bisekine. 

Mihemed ji Awusturya, di rêya telefonê re, xwest ji ŞAR re  gilîyê xwe bike, dibêje: “Pêwîst e ku hevwelatî vê yekê qebûl nekin û pereyan bi lîreya Sûrî wernegirin, ji ber ku ew dibe sedema ziyanên mezin”.

Mihemed wisa êşa xwe tîne ziman: “Pirsgirêka rêjeya komîsyonê bo pereyan li şirketên veguhestina pereyan niha tevlihev e, û tedbîrên pêşîlêgirtinê ji hêla Komîteya Aborî ve ne dirûst e û malbata min li Qamişloyê zehmetîyê dikşîne”.

Wêne: Hesen Hisên/ Erşîfa Kovarê

Serokê “Yekîtîya Serafîna” li herêma Cezirê Ednan Elî di axaftina xwe de ya ji Şar re li ser nebûna beşê 5, 10 û 20 dolar dibêje “rêxistinên civaka sivîl ew in ên ku van beşan ji sûkan vedikişînin”, lê ew teqez dike ku “cûdahîya di nevbara lîreya sûrî û dolar de ne mîqdarek mezin e, an ku 50 lîre an 100 lîreyên sûrî ne ew cudahîya pirr e, lê dema hevwelatî bibîne ku tê xapandin ew dikare serî li “yekîtîya serafîna” bide da ku edaletê pêk bîne, ji ber ku komîteyek lihevanînê û komîteyek diravî heye dikare destwerdanê bike û çareser bike”.

Hevserokatîya Hevbeş a Zabîte û Qoçanan li herêma Cezîrê Read Ebdê, bal kişand ser girîngîya derketina giştînameya hejmar /624/, ya ku di 20ê gulana 2021an de hate derxistin, li gorî wê hemî ofîsên serafîna neçar in heman pereyên ku hatine şanidin radestî hevwelatîyan bikin. Û neyên guhertîn bi pereyên sûrî, ji bilî ger yek bixwaze, û divê ew jî li gorî bihaya serfê di heman demjmêrê de li gorî sûkê bide.

Ebdê piştrast dike ku derketina giştînameyê di encama gilîyên dubare yên welatîyan de ku serî li zabîtê dan. “Ji ber vê yekê, girîng bû ku em gilîyên hevwelatîyan guhdar bikin, pirsgirêkên wan gengeşe bikin û ji wan re çareyan bibînin. Mînak, heger kesek 200 dolarî bike sûrî 10 dolar ji mîqdarê wê kêm dikin, ji ber ofîsên serafê dibêjin ew kevn e yan jî qetyan e, yan jî qirêj e. Ev yek nema pêk tê ji ber me ji wan re gotiye divê hemû pere bêne girtin û tiştek ji miqdarê wê kêm nebe”.

Tê payîn ku derxistina ev giştînameyê dê wekî çareserîyekê be bo hemû pirsgirêkên heyî û welatîyan ji arîşeyekê xelas û rehet dike.
Ebdê gilî û gazinên welatîyan li bara wergirtina mîqdarên mezin bi lîreya Sûrî dibêje: “Ev kêmasî ye, û ev pirr bandorê li rehetîya welatîyan dike û neheqîyê dike, û vî tiştî nas nake heya piştî ku vedigere malê û wan pereyan dijmêre; lewra divê her kes berî ku ji ofîsê derkeve pereyên xwe bijmêre”.

Di dawîya axaftina xwe de, Ebdê bang li hemwelatîyan kir û got: “Pêwîst e ku kaxezekê bi miqdarê hewalê werbigre”. 

Hêjayî balkişandinê ye ku daketina nirxê lîreya Sûrî li hember dolarê Amerîkî û zêdebûna bihayên kelûpelan encamên xirab li ser lêçûnên jiyana welatîyan çêkir.

Aborînas dibêjin ku şandina pereyan ji derve hêzeke aborî ye bo şênîyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170