WARHIŞTIN Û RÊDERDÎYA PENABERBÛNÊ RÛYÊ CENGÊ YÊ BIÊŞ E

Li ber siha dîwarê xanîyê kelpîçan yê ku ”Salih Faris“ û malbata xwe tê de bicih bûne, penaberê nexweş ji destê hevjîna xwe derman dixwe, piştî çend rojan ji vegera wî ji ”Şamê“, paytexta Sûrîyayê, ku li nexweşxaneyeke wê dihat derman kirin.

”Salih“ (46 salî) penaberekî ji Serê Kanîyê ye, û rewşa wî ya tendirustî aloz e, her du gurçikên wî ji kar sekinî ne û dilê wî jî kêm kiriye, û ev çend sal in nikare ti karî bike, niha jî ew û hevjîna xwe û çar zarokên wan di xanîyekî kirê de li bajarê Hesekê rûniştine; bi kêmbûna alîkarîyên mirovahî, di rewşeke dijwar de dijîn.

Malbata ”Salih“ yek ji hezaran malbatên ku ji encama êrîşa leşkerî ya Tirkîyê û komên çekdar ên dijberîya Sûrîyayê li ser Serê Kanîyê, ji neçarî koçber bûn, berî ku ”Enqera“ û Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayê bajar dagîr bikin, û xelkên wê koçber bikin.

Penaberî û Zehmetîyên Jiyanê

Ji ber giranbûna nexweşîya ”Salih“, ew nikaribû bi me re baxive, lewre hevjîna wî ”Xensa Elî“ ji dêvila wî, ji (Şar) re dibêje: «Ev deh sal in hevserê min nexweş e, û em her du mehan wî dibin Şamê ji bo dermankirinê, lê ji piştî penaberîyê, rewşa me ya aborî dijwar e, û malxwêyê me tune ye».

Her çar zarokên ”Salih“ dixwînin, kurê wî yê mezin, şagirtê pola 9an, lê ji ber penaberîyê û nexweşîya bavê xwe neçar ma ku dev ji xwendinê berde û bi zaroktî kar bike, da ku debara jiyana malbata xwe peyda bike, lê tevî wilo jî keda wî têrê nake ku rewşa malbatê baş bibe.

”Xensa Elî“ rewşa ku malbata wê tê de derbas dibe ji (Şar) re tîne zimên: «Yek qutîk ji dermanê hevserê min bi 750 hezar L.S ye, û tenê têra 20 rojan dike, û mûçeyê kurê min hema hema têra kirêya xanîyê ku em tê de ne dike, û ger ne alîkarîya meriv û xêrxwazan ba, me nedikarîbû derman jê re peyda bikira». 

Penaberên Kirêdar ji Alîkarîyan Bêpar in

Bi sedan malbatên Serê Kanîyê yên penaber li bajarên herêma Cizîrê bi cih bûne, bêhtirê wan naxwazin biçin kampên penaberan ên ku Rêveberîya Xweser li Heseke ava kirine, her wekî ”Bavê Casim“ (75 salî) ku di xanîyekî kirê de li bajarê Qamişloyê bi cih bûye.

«Naxwazim ku dîroka Serê Kanîyê û navê wê yê giranbuha di kampekê de bê kurt kirin» bi van gotinan ”Bavê Casim“ her du kampên ”Waşo Kanî“ û ”Serê Kanîyê“ bi bîr tîne, û bi keser ji (Şar) re dibêje: «Dema ku dibêjin biçe kampê, ez pê hest dibim ku ez nema careke din vedigerim Serê Kanîyê, û gava ku ez ji vegerê bê hêvî bibim, dê ti wate ji jiyana min re nemîne».

”Bavê Casim“ kalemêrekî nexweşê dil e, ew û hevjîna xwe, ti zarokên wan tune ne, niha jî penaber û bê malxwê ne, û li ser alîkarîya xêrxwazan xwedî dibin, û bi gotina wî, ku «penaberên ji derveyî kampan, ji alîkarîyên mirovane bêpar dimînin, ne rêxistinên mirovane, û ne jî Rêveberîya Xweser li wan xwedî derdikevin».

Wêne: Izedîn Salih

%85 ji Xelkên Serê Kanîyê Koçber in

Li gor amarên Rêveberîya Xweser ku bi destpêka êrîşa Tirkîyê re, 162 hezar kes ji Serê Kanîyê û gundewarên wê, ku 45 hezar ji wan zarok in, koçber bûn, û ji encama binpêkirinên Tirkîyê û komên Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayê, çalakvanên bajar dibêjin, ku ta niha rêjeya penaberên Serê Kanîyê yên ku vegerîyane malên xwe nagihêje %15 ji hejmara xelkên bajar berî dagîrkerîyê.

Herî dawî, li kampa ”Waşo Kanî“ li rojavayê Hesekê nêzîkî 15 hezar kes ji penaberên Serê Kanîyê bi cih bûne, û bêhtirî 11 hezaran jî li kampa ”Serê Kanîyê“ li rojhilatê Hesekê ne, û hîn jî 40 dibistanên bajarê Hesekê bi sedan malbatên penaber hembêz dikin, ku Rêveberîya Xweser bi destpêka pêla penaberîyê re, derîyê wan li pêş penaberan vekir, zêdebarî bi deh hezaran penaberên Serê Kanîyê, yên ku li bajarên herêma Cizîrê di xanîyên kirê de bi cih bûne. 

Jiyana Konan, Bijardeyeke Têr Êşe:

Ji ber kêmbûna alîkarîyên mirovahî bo penaberên Serê Kanîyê yên ku di xaniyên kirê de li bajarên herêma Cizîrê rûniştine, û mercên dijwar yên jiyana rojane li jêr siya alozbûna rewşa aborî li Sûrîyayê bi giştî de, gellek ji wan penaberan neçar dibin ku berê xwe bidin kampan, piştî ku ji arambûna rewşê, û vegera bajarê xwe ya nêzîk, bê hêvî dimînin, wekî ”Leyla Hesen“, ku piştî sal û nîvekê ji penaberîyê, di dawîyê de, ew û zarokên xwe neçar man, li kampa ”Serê Kanîyê“ bi cih bibin.

Jinebîya (34 salî) dayika 4 zarokan e, û hevserê wê di şerê li dijî ”Daişê“ de, di sala 2016an de, jiyana xwe ji dest da, ew karmenda Rêveberîya Xweser e, û ji piştî dagîrkirina Serê Kanîyê, li bajarê Hesekê, di xanîyekî kirê de rûniştibûn, lê ji ber buhabûna nirxê pêdivîyên jiyana rojane, û nebûna alîkarîyên mirovahî, neçar ma berê xwe bide kampê.

«Meh bi meh xwedîyên xanîyan kirê li xelkên Serê Kaniyê buhatir dikin, û herî dawî kirêya xanîyê ku ez tê de bûm gihişt 200 hezar L.S, ev buha %80 ji mûçeyê min e, vêca ezê çawa xwe û çar zarokên xwe xwedî bikim, her wiha rêxistinên mirovane, bi tenê alîkarîyê didin penaberên di kampan û dibistanan de» wiha ”Leyla“ sedemên ku hiştin ew berê xwe bide kampê eşkere dike.

Tevî nepeydabûna hêsantirîn mercên jiyanê, û nesazbûna xizmetguzarîyên giştî li her du kampên ”Waşo Kanî“ û ”Serê Kanîyê“ yên penaberan, dîsa jî dibin bijardeya hin malbatên penaber, yên ku neçar dimînin berê xwe bidin wan, û di rewşeke dijwar de bijîn.

Close