Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
GIRTINA DERGEHÊ TIL KOÇER BER ALÎKARÎYÊN MIROVÎ JIYANA XELKÊN HERÊMÊ DIXE METIRSÎYÊ – Kovara Şar

Girtina dergehên sînorî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, bi vîtoyên Rûs û Çînê, jiyana bi milyonan ên xelkên van herêman dixe metirsiyê.

Dergehê Til Koçer, ku beramberî bajarokê Rebîaa yê Iraqê ye, piştî dagîrkerîya Tirkîyê ji Serê Kanîyê û Girê Spî re, pêre gellek pirsgirêkên mirovî bi xwe re derxistin holê, ku rêjeya derbasbûna alîkarîyan û bitaybetî yên tendirustî, daket %70. 

Rûsya dixwaze ku dergehê Til Koçer li jêr desthilata rêjîma Sûrîyayê be, û alîkarîyên derbas bibin bigihêjin destê wê, û ev e ya ku Amerîka li ser erê nake, ji ber ku ew dever cihê hebûna hêzên wê ye û nêzîkî yek ji mezintirîn baragehên wê ye.

Civînên navdewletî jî li bara vekirina dergehên sînorî tu encam nedan, neteweyên yekgirtî jî pêwendî û têkilîyê tenê bi rêjîma Sûrîyayê re dike.

Êdî Rojhilatî çemê Feratê di rewşeka pirr zehmet re dê derbas bibe, li gel hebûna bi sed hezaran koçberên Efrîn û Serê Kanîyê û yên hermên dîtir jî, di vê salê de jî hejmarek ji karwanên alîkarîyên tendirustî derbasî deverê bûn û hemî radestî rêjîmê bûn, ta bi vaksîna Korona radestî rêjîmê bû û paşî wê radestî Rêveberîya Xweser kir.

Kirîzeke siyasî ye, û bandora wê mirovî ye, di mijara dergehên sînorî de, pirsgirêk di navbera Îran û Rûsyayê de jî heye, û ev yek bi girtina dergehê Tepqayê re diyar dibe, dergehê Tepqayê li jêr desthilata hêzên taybet yên Mahir El-Esed e, birayê serokê Sûrîyayê Beşar El-Esed e, ev hêz bi nêzîkbûna xwe ji Îranê re tê naskirin, û ev yek dilgiranîyê li cem Rûsan çêdike, Rûs jî nahêlin ku ev dergeh di bin destê hêzên Îranî de bimîne ji ber wilo girtî ye, û kereste derbasî Rojhilatî Feratê nabin, ev jî bandoreke neyînî li jiyana xelkên deverê dike û rewşa wan zehmetir dike.

Rûsya bikaranîna vîto wekû serkeftinekê li dijî Amerîka û Yekîtîya Ewropayê dibîne, tevî hemî hewildanên navdewletî bo vekirina dergehê Til Koçer, lê vîtoya Çîn û Rûsya van hewildanan têk dibe.

Diyar e ku Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî li bara vekirina dergeh lawaz bûye, piştî çend vîtoyan daxwazên vekirina dergeh kêm dibin bêyî ku rewşa mirovî li bin çav were derbaskirin.

Rêveberîya Xweser girtina dergehê Til Koçer bi biryara siyasî binav dike, û dibêje ku bandora girtinê dê encamên xerab bi xwe re bîne, tevî rewşa aborî ya aloz û sepandina yasaya Sîzer, rewş bêhtir ber bi xerabîyê ve diçe. 

Tenê dimîne fişarên ku her kes hêvîyan pê ve girêdidin, Amerîka dê karibe dergehê Til Koçer veke yan jî na.

Encûmena Ewlehî piştî demekê ji civînan biryar da ku dergehê Bab El-Hewa yê li parêzgeha Idlibê şeş mehên din vekirî bimîne, û yê Til Koçer dê girtî bimîne, ta niha jî sedema girtina dergehê Til Koçer nehatine naskirin, lê sedema sereke vîtoya Rûsî – Çînî ye ku rêgirîyê li ber hemî hewildanên Amerîka bo vekirina dergeh dikin, di heman demê de jî Rûsya daxwaza vekişîna Amerîka ji Sûrîyayê dike û devera Rojhilatî Feratê bi temamî bixe bin kontrola xwe, û ev yek cem xelkên deverê cihê metirsîyê ye, yek jê vegera rêjîmê û ya din jî egera êrîşeke Tirkîyê bi ser hin bajarên Kurdî de. 

Dergehekî mirovî ye dibe bobelateke siyasî û jiyana xelkê aloz dike, devera Rojhilatî Feratê di rewşeke aborî pirr zehmet re derbas dibe.

Bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî beramberî lîreya Sûrî, sepandina yasaya sîzer, girtina dergehê Tepqayê ji aliyê Rûsan ve û di dawî de girtina dergehê Til Koçre li pêş alîkarîyên mirovî, ev hemî sedem in ku jiyana xelkê tengav bibe û bi zehmetî debara jiyana xwe bikin.

Şandera Amerîkî ya bo Neteweyên Yekgirtî got ku “bi vekirina dergehê Bab El-Hewa bi milyonan Sûrî dê kêfxweş bibin û dê birçî nemînin, û vaksîna Korona jî dê derbas bibe, lê ev alîkarî dê di bin çavdêrîya Rûsyayê de be, û piştî şeş mehan derbaskirina alîkarîyan dê bisekine”.

Hikûmeta Sûrîyayê jî dibîne ku derbaskirina alîkarîyan bi vî awayî binpêkirin e ji serwerîya Sûrîyayê re, mebesta rêjîmê jî ew e ku dixwaze alîkarî bi rêka wê re derbas bibin.

Sûrîyayê dibêje zelalî di belavkirina alîkarîyan de tune ye, û heye bigihêje destê girûpên terorîst.

Neteweyên Yekgirtî dibêje ku rewşa mirovî li Sûrîyayê niha ji her demê zehmetir e, û bi milyonan koçber li deverên ne di destê rêjîma Sûrîyayê de hene û gerek e alîkarî bigihêjin wan. 

Li dergehê Bab-El Hewa mehane bêtir ji /1000/ barhilgirên alîkarîyan derbas dibin û bi biryara Encûmena Ewlehî dê rê li ber rêxistinên mirovî vekirî be da ku karê xwe berdewam bikin.

Li vir kesekî behsa dergehê Til Koçer nekir, û di rapora Neteweyên Yekgirtî de jî behsa vî dergehî nehatiye kirin, û ev yek tê wateya ku dever bi giştî tê paşguhxistin, nakokîyên Rûsya û Amerîka li deverê bi giştî ber bi çarenivîseke ne diyar ve diçin, ne tenê li ser asta derbaskirina alîkarîyan û vekirina dergehên sînorî, lêbelê li ser asta siyasî û hebûna leşkerî ya her du hêzan li Rojhilatî Feratê jî.

Rêveberîya Xweser destgirêdayî û bê çare maye, tevî hemû hewildan û bangan, lê ev hewildan têkçûn û dergehê Til Koçer girtî ma, rêveberî behsa bobelateke mirovî di demên pêş de li deverê dike, lê kesek guh nake.

Şanderê Rûsyayê yê bo Neteweyên Yekgirtî dibêje “derbaskirina alîkarîyan ji xaka Iraqê bo Sûrîyayê bê wate ye û çênabe”.

Amerîka hebûn û bercewndîyên xwe li Sûrîyayê diparêze û derdê Rûsya yê sereke ew e ku wê deverê bi giştî kontrol bike bêyî ku ti guhdanê li rewşa mirovî bike. 

Baceya van nakokîyan, xelkên deverê didin û dîsa dergehê alîkarîyan di rûyê wan de hate girtin.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170