GULLEYÊN BÊSERÛBER DIYARDEYA HERÎ METIRSÎDAR DI CIVAKÊ DE YE

Ji ber ku malbatekê biryar da ku şahîya serketina zarokên xwe di xwendinê de, bi berdana gulleyên bêserûber li dar bixe, konê şîna jineke ducanî, li ber mala hevjînê wê yê koçber, li bajarê Qamişloyê, hate vedan.

careke din, diyardeya gulleyên bêserûber, li bajarên Rojavayê Kurdistanê rû dide, û kesên bê guneh dibin qurbanî.

Vê carê jî, qurbanî jineke ducanî bû, ku ji bajarê Efrînê, ji ber wêran û talankirinê, piştî dagerkirina wê, koçberî bajarê Qamişloyê bibû.

Dayika ducanî ya koçber qurbanîya gulleyên bêserûber bû

piştî ragihandina encamên ezmûnên asta bekeloriya ya li gor rêbazên hikûmeta Sûrîyayê, hejmarek malbatên xwendekarên serketî, li bajarê Qamişloyê, wekû şahîyekê bo serketina zarokên xwe, gulleyên bêserûber berdan. Di heman demê de, Sûzana 29 salî bi lawikê xwe yê du salî re, li paxçeyeke giştî bû, û yek ji wan gulleyan, cihê xwe di laşê wê de çêkir.

Jêderekî, ku ji malbata Sûzan nêzîk e, ji ŞAR re diyar kir ku, “Sûzan bo nexweşxaneya Ferman hate veguhestin, û nişterkarî bo wê hate çêkirin, lê bi sedema ku gellek xwîn ji dest dabû, rewşa wê ya tendirustî bi paş ket, û di encama rewşa nexweşxaneyê ya xirab de, bo yeke din hate veguhestin, lê beriya ku bigihêjin, wê jiyana xwe ji dest da”.

Sozên bê encam mayî

Heman jêderî got ku, “di roja duyem a şînîya Sûzan de, şandek ji berpirsên Rêveberîya Xweser seredana konê şînîyê kir, soz ji hêla Kenaan Berekat ve, ku Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê ye, hate dayîn ku, bi armanca birrîna rê li ber vê diyardeyê, dê yasayên nû werin bi cî kirin, her wiha soz dan ku, lêkolîn werin kirin bo naskirina kesên bûne sedema jidestdana Sûzan, da werin sizadan, lê ta niha yek ji van sozan bi cih nebûye”.

Nerazîbûnek li dijî vê diyardeyê li ser malperên civakî rû da

Çalakvan, rojnemeger, rewşenbîr û pirranîya bikarhênerên malperên civakî wekû şoreşekê li dijî vê diyardeyê li ser rûpelên xwe li dar xistin. 

Daxwaz û bi dengê bilind hate kirin ku lêkolîn çêbibin, kesên gunehkar werin naskirin, û li gorî yasayan werin sizadan.

Kampaniyek bi navê “Gulleyên we yên bêserûber me dikujin”  ku di sala 2018an de ji hêla hindek rojnemeger û çalakvanan ve dest pê kiribû, di rêya rojnameger Evîn Şêxmûs, ku yek ji damezirînerên wê kampanyayê bû, careke din dest pê kir.

Evîn Şêxmûs ji ŞAR re diyar kir ku “ev kampanya bi xwe di encama birîndarbûna zarokekê bi gulleyeke bêserûber de dest pê kiribû, û ji bo Sûzan careke dî dest pê kir, û dê berdewam bike ta ku mafê Sûzan were stendin”.

Evîn matmayî dimîne bê çawa “mirovên ku daxwaza jiyaneke aştîyane dikin, di heman demê de, berdana gulleyan wekû nîşana kêf û şahiyan dibînin”.

Tev li ku ti amarên fermî û teqzkirirî bo qurbanîyên vê diyardeyê tune ne, lê her sal berdana gulleyan di boneyan de dibe sedema kuştina hindek kesan, û pêwîst e ku alîyên têkildar bi awayek rijd li ser vê diyardeyê rawestin da ku rê li ber bigirin û nehilin ku êdî konê şînîyê li ber derîyê xelkê bo vê yekê vebin.

Ji alîyekî din ve, Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûrîayê di gellek daxuyanîyên xwe de berdeana gulleyan qedexe dike û dibêje çi kesê vê yekê pêk neyine dê bê sizakirin. Lê ev yek rê li ber vê diyardeyê negirt û welatî vê yekê dikin berpirsarîya wê. 

Têgihaştin û yasa çareserî ne

Ta ku rê li ber vê diyardeyê were girtin, pêwîst e ysayên nû werin destnîşankirin, ku ne her kes karibe çekan bi dest bixe, û eger ev çek bêserûber hatin bikaranîn, sizayên giran di derheqê wan de werin encamdan, weha Emîna Îsa, berpirs e di Nivîsgeha Karûbarên Rêxistinan de, çareserîya vê diyardeyê dibîne.

Emîna herwiha dibîne ku, “berî bicîkirina yasayan, pêwîstîya civakê bi temamî, bi têgihiştinê heye, ku bikaranîna çekan, berpirsayetîyeke giran e”. 

Emîna desrnîşan dike ku “ta ev têgihiştin belav bibe, rola mezin di belavkirina wê de, dikeve ser milê rêxistinên civaka sivîl û dezgehên ragihandinê. Di asta yekem de, pêwîstî bi danûstendina bi desthilatdarîya deverê re heye, ta ku yasayên li barê vê diyardeyê werin naskirin, û bo xelkên deverê werin şîrove kirin. Herwiha, pêwîstî bi kampînên têgihiştinê heye, çi di rêya belavkirina proşran de be, çi di rêya rûniştinên danûstendinê de be, ta ku bi şêweyekî zelal, encamên vê diyardeyê yê xirab, li ber çavên xelkên deverê werin diyar kirin”. 

Li gor nerîna Emîna, ya ku dibîne, pirsgirêk ew e ku “axafitin li ser yasayên nû çêdibin, lê cihê mixabinîyê ye ku ta niha ti axaftinên desthilatdarîyê bi cih nebûne”.

Emîna amaje bi vê yekê dike û dibêje: “Ku sizayên giran dê bibin paçvelêderek li ber çi kesê xwedî çek û bêserûber bikar tîne”.

Piştî derbasbûna zêdetriî heftîyekê li ser kuştina Sûzan bi gulleyeke bêserûber, ta niha kujerê wê nehatiye naskirin, û ti helwesteke fermî ji hêla Rêveberiya Xweser ve nehatiye destnîşankirin, Azad lawikê du salî di vî temenê biçûk de, ji dayika xwe bê par ma, û eger rê li ber vê diyardeyê neyê girtin, dê mîna Azad bi hezaran zarok ji malbata xwe bê par bimînin.

Close