
Ji dema dagîrkirina bajarê Serê kanîyê ji aliyê Tirkîyê û girûpên girêdayî wê ve, û ketina stasyona Elok a avê di destê wan de, rêzebirrîna avê li ser bajarê Hesekê û gundawarê wê her berdewam e, û herî dawî di 23 hezîrana bûrî de bû, ku bê çi sedemeke diyar hate birrîn. Di axaftina xwe de ya li gel kovara Şar, Omer Salim, ku ew yek ji endeziyarên di stasyona Elok de kar dike, diyar kir ku ”Ti pirsgirêk di stasyonê de tune ne, û ew amade ye ji bo kar”, her weha amaje bi wê yekê kir ku “sedema birrîna avê ew e nakokîyên di navbera Rêveberîya Xweser û Hêzên çekdar, yên girêdayî Tirkîyê, de, li ser çendatiya elektetrîka diçe Serê Kanîyê û gundewarê wê”.
Stasyona Elok a komkirina avê di sala 2010an de piştî kêmbûna ava vexwarinê li bajarê Hesekê û gundewarê wê hate avakirin, ku 30 bîr nêzîkî gundê “Elok Şerqî” 10 KM dûrî Serê Kaniyê hatin kolandin, bi karîna digihêje /175/ hezar metreyên çargoşe ji ava vexwarinê rojane, û hawizeke avê bi karîna /25/ hezar metreyên çargoşe, û /12/ tirmpeyên mezin, ku avê bi rêya borîyên veguhestinê bi dirêjahîya /67/ KM vediguhêze stasyona navçeya Huma li gundewarê bajarê Hesekê yê rojava, û jê diçe komavahîyan.
Ji hêla xwe ve, welatîya çilsalî ya bi nave “Emîne Hisên” ji taxa Kelasê ya bajarê Hesehê, diyar kir ku ew azarîya birrîna avê dibînin, û nexasim wek ku da zanîn “Em niha di demsala havînê de ne, û pêwîstîya me bi avê pirrtir dibe, ku pileyên germahîyê dighêjin 45 pileyê”.

Hisên amaje kir ku ”Em ava bîrên navxweyî yên di taxan de hatine kolan ji alîyê xelkê ve, bikar tînin, da ku em, pêdivîyên xwe yên rojane pêk bînin, û em wê avê jî vedixwin, tevî ku ew gemar e û nayê vexwarin”.
Di heman mijarê de, welatîyê bi navê “Ebid Hisê” ku ew koçber e ji bajarê Serê kanîyê, dibêje: ”Birrîna Avê azarîya me û perîşanîya me wekî koçber zortir dike, û em ava vexwarinê her sê rojan bi 5 hezar Lêreyên Sûrî dikirrin, û ev yek pirr zehmet e”.
Hisê diyar kir û got: ”Ava ku em dikirrin ne paqij e, û gellek nexweşîyan jî çêdike, û ya herî pirr jehrî ye, û navçûyîn e”. Di berdewamîya axaftina xwe de Hisê ji Rêveberîya Xweser xwest ku ”çareyeke bilez ji vê kirîzê re bibîne, û ava vexwarinê bi awayekî berdewam peyda bike”.
Di 27 adara sala bûrî de /49/ rêxistinên Sûrî yên sivîl û mafnas di daxuyaniyeke hevbeş de operasyona birrîna avê ya berdewam şermezar kirin, û her weha daxwaz kirin ku:
- fişar li desthilata Tirkîyê bibe da ku careke din avê ber bi deverên ku bêpar ji avê mane bi awayeke yekser û bilez berde, û misogerkirina ku careke din ev yek dubare nebe ji bo çi behaneyê be.
- Bêalîkirina stasyona Elok ji dijberîyên siyasî û leşkerî û her weha rêveberîya wê têkeve destê komeke sivîl ji kesên pispor, û bi şopandineke navdeweletî, û rê li ber bikaranîna hêzên Tirkîyê ji vê yekê weke çekekî bigre.
- Misogerkirina ku hemî niştecîyên navçeya Bakur û Rojhelatê Sûrîyayê sûdê ji avê bibînin, bi awayeke wekhev bê ciyawazkirineke ji çi rengî be.
Birrîna avê bûye sedema belabûna nexweşîyan, ku li gorî nexweşxaneya “Gel” ya li taxa Ezîziyê li bajarê Hesekê, ku ji dema birrîna avê ta dema amadekirina vê raporê 2000 rewşên jehrîyê di encama vexwarina ava gemar de gihiştine wan, û her weha amaje bi wê yekê kirin ku rojane 35 zarok têne nexweşxaneyê ku bi jehrîyê ketine ji ber ava gemar.
Rêveberîya Tendirustîyê ya ser bi Rêveberîya Xweser ve teqez kir ku hejmara li gel wan qeydkirî li barê rewşên bijehrîketinê di encama vexwarina ava gemar de ya neguncav ji bo vexwarinê bêhtirî wilo ye, ku kesin hene diçin nexweşxanîyên taybet da xwe derman bikin, û hin jî diçin dermanxaneyan da ku xwe li malê derman bikin, û li gorî rêveberîyê hejmar nêzîkî 8 hezar kesî ye.
Endamê komîteya şopandinê ya Herêma Hesekê Dr. Dirbas Mamê diyar kir ku amarên nexweşên ku di encama ava gemar de li kampên koçberên Serê Kanîyê û Waşûkanî di heyvên bûrî de weha ne:
-Gulan 160
-Pûşber 250
-Nîsan 400
-Pûşber 800
-Tîrmeh ta niha gihiştiye Hezar zarokê ku bi jehrîyê ketine.
Dirbas amaje bi wê yekê kir ku amarên tomarkirî yên girêdayî niştecîyên bajarê Hesekê weha ne:
Rewşên navçûyînê, di heyva Nîsanê de /197/ zarok û /172/ kesên gihiştî, û yên bijehrîketinê /169/ zarok û /1190/ kesên gihiştî, û bi giştî /1728/ kes nexweş ketine.
Hêjaye gotinê ye ku stasyona Elok a Avê ku li gundewarê rojhilatê bajarê Serê kanîyê ye, ew çavkanîya serke ya avê ji nişteciyên bajarên Hesekê, Til Temir û kampên Holê, Erîşe, Waşûkanî û Serê Kaniyê, û navçeyin din jî re ye.