
Ji berê de mirov jiyaneke civakî jiyaye û yekcar nekariye bi tena xwe bijî. Dibêjin “Destek bi tenê çepka nade”, anku kesek bi tena xwe jiyanê derbas û berdewam nake.
Lewma her kanîkek, her solîneka avê gundek li dorê hatiye avakirin, û niştecîyan temenek bi hev re borandine. Bêguman e, gundîyan bi hev re kar dikirin, ango di hemû coreyên kar ên malê û çolê pêkve bûn. Ev jî dibû sedema xurtkirina peywendîyên biratî û rêzgirtin û hezkirinê di navbera wan de, çimkî alîkarê hev bûn. Dibêjin diyarî peywendî û hezkirinê çêdikin. Di wî demî de alîkarî di kar de şûna xelat û diyarîyan bû, dibû egera civakeke hevgirtî.
Alîkarî di Avakirina Xanîya de
Demê kesekî bixwesta xanîyekî ava bike, ji destpêkê de, ji çêkirina kelpîçan, xelkên gund, jin û mêr alîkar bûn. Hineka ax peyda dikir, hineka av, ên din ka, û herrî distirehan.
Di heman demî de zilamina bingehê dîwaran ji keviran didanî, jinan xwarin çêdikir, zarokan ava vexwarinê dida wan. Ev alîkarî berdewam dibû digel stiran û çîrok û henekan, û etmosfîrek ê keyfê peyda dikir.
Axeban û Alikarî
Axeban, ango valekirina axê li ser pûşê serbanî. Piştî xwedîyê malê serbanê xwe bi alîkarîya cîranan pûş dikir, gazî dikir “gelî gundîyan, êvarî axebana me ye”, çimkî wê demê dunya hênik dibe û zilam ji karê çolê vedigerin. Bêguman e axeban karekî civakî ye û alîkarî di vî karî de erkeke ji layê hemî gundîyan ve.
Dibe êvar û gundî têne axebanê bi mer û bêr û tenekeyên xwe ve, erdê dikolin ji bo axê, du yan sê xort li ser sêlmê dirawestin çendek axa kolayî vale dikirin di tenekeyan de, yê din teneke didin dest xortên sêlmê, ew jî hildidin serê ban û yên li serê ban axê li ser pûş belav dikin.
Weke em dibînin endamên wê malê nikarin axebanê bi tena xwe bikin. Lêbelê sibe ew jî wê herin alîkarîya maleke din; alîkarî zagonek bû ji bo gundîyan.
Hêleya Dehlê
Her sal, di meha gulanê de, demê seridandina genim, gellek coreyên balindeya hebûn, ziyan digehand genim û ceh û nîskan, bi taybetî ziyana çûka li ser genim. Lewma ji erkê gundîyan bû ku berdin çûka û hêlînên wan wêran bikin, vêca li hev dicivîyan, biryar didan ku herin hêla dehlê, dirav kom dikirin gulleyên çifteya dikirrîn.
Berî rojava dirahiştin çek û tenekeyên xwe, diçûn dehlê, ji dengê gumguma çifteya û qîrên wan, çûk ji deverê hemîyê direvîyan û hêlînên wan jî dihatin hilweşandin. Ev coreyê alîkarîyê hem bi kar û hem bi pereyan bû. Ew jî di ber bercewendîya tevahîya xelkên gund de bû, ku dexlê xwe ji balindeya diparastin.

Alîkarî bi Giyanewerên Kar
Gellek cotkarên xêzan, qantir û hespên wan nebûn, pêwistî du qantiran an yekî dibûn, cîranên wan ên zengîn û têr, alîkarî bi qantirekî yan bi du mehîna bi wan re dikir ji bo erdê xwe cot bikin û biçînin. Ne ew tenê, belkî karine din jî bi ajalan dikirin, mîna siwar bibe herê gundekî, genim bibe aşekî, barek şebeş bîne, têrek ax, tenekeyên avê, rojekî siwar be here ber pez, an jî bi wî qantirî şixra bikişînê (şixre ji du sêlmên kevan tê çêkirin û tejî gurzê simbilê genim li ser pişta hesp bi werîsekî tê girêdan, navê werîs jî benqade ye).
Palehî û Alîkarî
Di palehîya genim û nîsk û nok û berdaşên din de, demê pale di danê sibehê yan êvarî de bero mal diçûn meyze dikirin hinek paleyên din hîn palehîyê dikin, piştî silavê, paleyên nav kar radhêştin baqekî hildidan û digotin “ev e baqa we”, ango: werin alîkarîya me. Evan jî bi wan re palehî dikirn nêzîkî nîv demjimêrî û hemî bi hev re diçûn malê.
Heger malbatekê rojekê zûtir palehîya xwe qedandiba, roja pey re diçûn alîkarîya cîrananên xwe, û cîranan jî di karekî din de piştevanîya wan dikir, weke tê gotin: “Tiştên dunyayê bi deyn in”, palehîya sext sanahî dibû bi alîkarî û stranan
Palê ji deşta barava lo Hey pale pale pale
Rahişt das û qeynaxa lo Hey pale pale pale
Roj hatiye ber ava lo Hey pale pale pale
Çaxê kar û bizava lo Hey pale pale pale
Alîkarî di Agir û Şewatê de
Dema dexl diseridî û zer dibû çavê gundîyan li çolê bû û tirsa wan ji agirî bû. Heger dû li derekî xuya kiriba xelkê bi lez hev pê dihesandin, av û çiwal û bêrên xwe dibirin ji bo agir vemrînin, çimkî metirsî li ser zad û xanî û sewal û xelkên gund tevde bû.
Di şewata mal û xanîyan de jî pirranîya xelkê dibezîyan xanîyê agirpêketî, zarok, pîremêr, pîrejin reha dikirin û lawir û tiştên girîng ji xanî derdixistin, hinan av bi agir de dikir û hinekan ax jî pêde dikir. Çareya sereke bi rêya alîkarîyê bû; alîkarî ji me re parastina tevahî ye ji metisîyê.
Alîkarî û Metirsîya Mara
Xanî ji kelpîç, ax, pûş û dara bûn û dermanê markuj nebû lewma mar pirr bûn, û metirsîya wan jî hebû.
Her carekî pêjna marekî li malekê dihat, xwedîyê malê kesên derdora xwe pê dihesandin. Ew jî dihatin çifte bi wan re yan jî bêr û melhêb. Alîkarîya hev dikirin ta ku ew mar dikuştin. Çimkî heger ne hatiba kuştin belkî çûba malekî din û bi wan ve daba, dibêjin: “Mar e ne cih e û ne wer e”; li vê derê alîkarî tenahî û aştî bû.
Zibara Mele
Şev û rojên mele terxankirî bûn ji bo bang û mêjên li mizgeftê. Vêca xortan jî jê re çandinî dikir, şixre dikişandin, cercere û dêran dikir (wateya dêranê ew e ku zilam ka û genimê tevlihev bi melhêba li ber ba bilind dikin ji bo wan ji hev veqetînin). Ji vî coreyê alîkarîya bi mele re “zibare” tê gotin. Ji alîyekî ve alîkarî di navbera xortên gund de ye û ji alîyê din ve alikarî ji mele re ye. Ew jî erkeke beramberî karê wî yê olî ye.
Zibara Axê (muxtar)
Mîna ji mele re alîkarî hatî kirin, heman zibare ji axê re dihat kirin. Lêbelê ev zibare ciyawaz bû ku li gundn û bajarokinan xelkê zibare ji axê re dikir beramberî kar u xizmeta wî ji wan re, û li derine din zibare dikirin ji bo xwe ji stema axê biparêzin.
Alîkarî di Behîyê de
Dema kesekî koça dawî dikir, xelkên gund, jin û mêr, biçûk û mezin bilez amade dibûn da ku bi erkê behîyê rabin, ji kefin, şûştin, kolana gorê, vedana konê behîyê, pêşwazîya li behîvanan, û kirrîn û amadekirina xwarinê.
Çi alîkarîyeke behadar û kaw bû!!
Alîkarîyeke bi hest û dest û mal bû.
Alîkarî di Dawet û Şahînetan de
Di xweşîyê û reşîyê de tevahîya xelkên gund bi hev re bûn.
Daweta malekê şahîneta gundîyan teva bû.
Hemî alîkar bûn, hem bi hev re û hem bi xwedîyê şahînetê re. Ji dil û can xwe dadane xizmetê.
Hinekan pez digurandin, hinan birinc çêdikir, ên av digerandin, ên agir dikir û goşt hûr dikir. Xort û keç diçûn govenda semayê, digel bûk û zavê.
Seyandina (Dûna) Serbana bi Herrîyê
Her sal di dawîya payîzê de her roj dora serbanê malekî bû ku bête seyandin. Akinciyên gund, qîz û xort di milhev de bi vê alîkarîyê dirabûn.
Ji destpêkê de, ji amadekirina ax, av, ka û xwê, malac, bêr û dewlika û sêlmê ta dawîya seyandinê; alîkarî di nav bav û kalên me de rêzik û qewat bû.
Afret û Alîkarî
Herçende ku pirranîya karên em li ser axivîn bi beşdarîya mêr û jinan bûn, karine din hene bi taybetî bi jinan ve girêdayî bûn, an jî rolên sereke yên afretan bûn, mîna piştîyên pûş ji çolê, kelandina savarê, dankut bi mihkutan, destarhêrkê, çûna bêrîyê û duhtina pez.
Dûmahîkî, heger ne ji dewla serê alîkarîyê ba, ev karên borîn bi giştî lawaz û kêm diman.
Temamkirina wan jî gellek sext û zehmet bû. Alîkarî bingeha serkeftina kar bû, dirûşmeya civakeke aştîxwaz û dûrmeyzên bû, nîşana miletekî xwedî rewişt û têhnî pêkvejiyanê bû. Alîkarî di heman demê de erk û maf bû.