
Li bin konê şînîyê yê penaberekî ji Serê Kaniyê li Qamişloyê, bi dehan kes ji xelkên bajarê dagîrbûyî, û ji tevahîya pêkhateyan kom bûne, sersaxîyê ji malbata kesê koçbar re dixwazin, û tev li rewşa hev dipirsin, û bîranînan û pêşeroja bajarê xwe gotûbêj dikin.
“Şademergîya hevdîtinê û axaftinên vegerê, bi xemgînî û azarkêşîyê tên sitrandin, lê tevî wilo jî, ev komcivat hevgirtina xelkên Serê Kaniyê, û paşmayê wan ji pêkvejiyana hevbeş diparêze”, wiha Hecî Mihemed Elî, yek ji rûspîyên herêmê, ku li şînîyê amade bû, hevgirtin û hevkarîya xelkên Serê Kaniyê yên koçber û penaber, piştî dagîrbûna bajar, ji Kovara (Şar) re, pesin dide.
Girîngîya Hevgirtina Penaberan
Li gor Mihemed Elî ku koçberîya bineçarî û rêderdîya penaberbûne, hişt ku hevgirtina xelkên Serê Kaniyê, ji tevahîya pêkhateyên bajar, ji berê ve bihêztir bibe. Rûspîyê 75 salî, tizbîya xwe libekê li pey libekê dikişîne, û li bara giringîya vê hevgirtinê, ji (Şar) re dibêje: “Dîroka pêkvejiyanê û hevgirtina pêkhateyên Serê Kaniyê kevnar e, bi kêmanî ji temenê avakirina bajarê nû ve ye, ku di sedsala 18an de dest pê kir, û hîn jî didome, lê bihêzkirina vê yekê îroj ji her demê ve girîngtir e, çi ku ev hevgirtin nîşana girêdana bi bajêr ve ye, û şanaz im ku xelkên Serê Kaniyê, binçîneyên li ser xwedî bûne, ji dest nedane, ev yek hêvîyên vegerê û jinûavakirina bajar li ba min geş dikin”.
Hevgirtin Di Rûyê Dagîrkerîyê De
Berî cotmeha 2019an, anku berî dagîrbûna Serê Kaniyê ji alîyê Tirkîyê û komên çekdar ên Artêşa Niştîmanî ya Sûrîyayê ve, ku “Enqera” piştevanîya wan dike, bajarê Serê Kaniyê ji misilman û xiristiyan û êzidîyan; Kurd û Ereb û Siryan û Ermen û Aşûr û Çeçan û Şerkesan ve pêk dihat, û her demê nemûneyeke balkêş bo aştîya navxweyî û pêkvejiyana hevbeş bû.
Ji encama êrîşa leşkerî ya Tirkîyê, ku navê “Kanîya Aştîyê” hilgirt, pirranîya xelkên Serê Kaniyê û gundewarên wê koçber bûn, ji lewre bajarê dagîrbûyî rengên pirrengîya xwe ya neteweyî û olî jidest da, lê tevî wilo jî, penaberên bajar hevgirtina xwe parastin, bi xwe re birin deverên din, û ji berê ve xurtir kirin.
Bandora Hevgirtina Civakî
Li bajar û deverên penaberbûnê, yên ku xelkên Serê Kaniyê li wan bi cih bûne, her wekî Qamişloyê û Hesekê, komcivatên koçberên bajarê dagîrbûyî berçav in, çi ku ew li ku ve li hev rast tên, civatê digerînin, ji bilî komcivatên dostanî û yên malbatî, ku bi berdewamî tên birêxistinkirin.
Rojnameger Ebdilhelîm Silêman, ku yek ji penaberên Serê Kaniyê ye, û bi malbata xwe re li bajarê Qamişloyê bi cih bûye, kêfxweşîya xwe li bara hevgirtina xelkên Serê Kaniyê diyar dike, û dibîne ku hevgirtina civakî ya ku li Serê Kaniyê hebû, û perçebûna malbatên koçber û penaber li hundir û li derveyî bajar, herwiha li hundir û derveyî welat, hêmaneke sereke di xurtbûna hevgirtina heyî de ye.
“Ev hevgirtin baş û balkêş e, û ew ne awarte ye, lêbelê xelkên Serê Kaniyê wê ji bajêr bi xwe re anîn, û li deverên penaberîyê bêhtir xurt û berfireh bû”. Silêman ku rewşa penaberên Serê Kaniyê ji nêzîk ve dişopîne, ji (Şar) re daxife, û dibêje: “Hevgirtin encameke xwezayî ye, ku dema civakek nexweşî û zehmetîyê dikişîne, û xelkên wê ji jîngeha xwe derdikevin yeka din, vêca xwe bêhtir bi hev girê didin, û xem û derdên xwe yên rojane bi hev re parve dikin”.
Li gor rojnamegerê 37 salî, ku mayîn û bihêzbûna hevgirtina xelkên Serê Kaniyê, dihêle ku aramî û dilnîyabûna derûnî di nav penaberên bajar de peyda bibe, û herwiha xweragirtina wan di vê qonaxa dijwar de zêdetir bibe.

Hevgirtin û Berjewendîyên Aborî
Komên çekdar ên dijberîya Sûrîyayê, yên ku Tirkîyê rêveberîya Serê Kaniyê di destê wan de berdaye, malûmilkên xelkên bajar dizîn û talan kirin, û her wiha ji encama binpêkirinên wan ên berfireh û rêbazbûyî dermafê sivîlan, ku rêxistinên mafnasî yên navdewletî piştrast dikin, êdî penaber û koçber dibêjin ku li jêr sîya hebûna wan hêzan, ew pênafikirin ku vegerin Serê Kaniyê, ji ber ku bajar nema biewle ye.
Bêguman mercên penaberîyê û rewşa aborî ya zehmet, ku herêm bi giştî tê de derbas dibe, penaberên Serê Kaniyê jî neçar dikin ku li kar bigerin, da ku karibin debara jiyana malbatên xwe bikin, û herwiha li civakên ku lê bi cih bûne, bibandor û berhemdar bin.
Hejar Heso, penaberekî Serê Kaniyê ye, li herêma pîşesazîyê li Hesekê dikaneke sazkirina tirimpêlên mazotê vekiriye, ji (Şar) re diyar dike ku xelkên bajarê dagîrbûyî, berjewendîyên xwe didin ber hev, û di her warî de, zêdayîyek baş di bazara kar de li herêma Cizîrê encam dane.
Li dikana xwe ya ku lekên şehmê û mazotê li dîwarên wê yên spî vedane, hosteyê 32 salî tirimpêleke mazotê tekûz dike, û di barê hevkarîya xelkên Serê Kaniyê bi hev re ji (Şar) re dibêje: “Xelkên me xwe bi xwe piştgirîya hev kirin, û pirojeyên kar bi hev re vekirin, û bi sayê vê yekê derfetên kar jî bo kes û penaberên bê kar peyda kirin”.
Li gor hin şopîneran jî, karkirin û tevgera xelkên Serê Kaniyê li bajarên herêma Cizîrê, dihêle ku ew behredar bin di avakirina wan bajaran de, wiha helbet dibin cihê rêzgirtinê jî, di çavên civakên mêvandar de.
Wekî tevahîya penaberên Sûrîyayê, xelkên Serê Kaniyê jî hêvî dikin ku ev şer bidawî bibe û dagîrker ji bajarê wan derkeve, da ku vegerin malên xwe, û ji nû ve bajarê xwe ava bikin, û herwiha bi geşkirina aştîya navxweyî û pêkvejiyana hevbeş careke din xweşbûn û pirrengîya berê vegere.