Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
KEDA HERÎ PAQIJ A JI NAV AXÊ YE – Kovara Şar

Kalê heftêsalî li nav bexçeyê xwe digere. Destên xwe ser pelên şînkayîyên xwe re dibe, çavên xwe li seranserî bexçe digerîne û bêhneke kûr dikişîne. Kalo dibêje “Her cureyek ji şînkayîyê, ji dendikê ta bi berhemê, rojane li ber çavên min geş û mezin dibe. Şînkayî, weke zarokan e. eger em lê ne miqate bin, wê çilmisî û melûl bin.

Kalo yan jî weke li herêmê bi “Bavê Beşîr” tê naskirin, çîroka xwe wiha dibêje: “Beriya çil salî piştî ku min xanîyê xwe di nav erdê xwe de ava kir, min bîra avê jî di heman demê de kola. Ji wê demê heya roja îro, anku ev çil sal e ez karê çandina şînkayîyê dikim. Berhemên şînkayîyê li bazarê difiroşim û debara mala xwe pê diqedînim”. 

Bavê Beşîr diyar dike ku di salên destpêkê de tecrubeya wî li bara şînkayîyê kêm bû. Lê hin bi hin û sal bi sal bû xwedî tecrubeyeke xurt, niha li herêmê weke pisporê şînkayîyê û şêwermendekî tê naskirin. Ew dibêje gellek kes bi armanca naskirina awayê çandina şînkayîyê, tên cem û agahîyan jê digirin.

Li gorî ku Bavê Beşîr dibêje, li herêmê du demên çandina şînkayîyê hene, ji bo şînkayîyên di demsala havînê de berhem didin, di dawîya sibatê de pîvaz, bexdanûs, cercîr, pelên silka, bacanên sor, yên reş, îsot û xiyar tên çandin. Şînkayîyên di payiz û zivistanê de berhem didin weke tivir, lehane, reşad û xes di dawîya havînê de tên çandin.

“Despêkê tu yê axê mer bidî, hûr bikî, tov li ser bireşînî, bi şeweyekî tevlî hev bikî û aveke hûr lê bikî ta şîn bibe. Piştre avdan li gorî demê ye, eger dinya germ be, pêwist e her du rojan carekê were avdan, eger dinya cemidî be, her pênc-şeş rojan carekê tê avdan”. Kalo bi van gotinan çandina şînkayîyê pirr hêsan dike. Lê di rastîyê de gellek zehmetîyên wê hene.

Bavê Beşîr destnîşan dike ku çandinî karekî ne hêsan e. gellek zehmetîyên wê hene. Destpêk merdana axê û çêkirina mişaran e. piştî çandin û avdanê, karê zehmet tê. “Gava her du pelên destpêkê yên dendikê derdikevin, pêwist e rojane ji beriya derketina rokê ta êvarê, şînkayî were şopandin. Çûk gellekî ji wan pelên destpêkê yên gellek cureyên şînkayî hez dikin. Eger em rê li ber negirin, ew nahêlin şînkayî ‘çavên xwe veke’. Ji ber vê yekê ez her tim li nav bexçe digerim û nahêlim çûk şînkayîyên min bixwin. Wekî din min bûk çêkirine, tûl, ta, naylon û tiştên ji bo çûkan bizdonek li nav bexçe belav kirine. Piştî ku şînkayî hinekî mezintir dibe, kêzikên weke ‘mirmirk’ derdikevin û pelên şînkayîyê kun dikin. Çareya wê tenê tûl an jî derman e. ez derman kêm bikar tînim. Lê ew jî ji neçarîyê ye”. Di dema berhemdanê de, Bavê Beşîr bi alîkarîya malbata xwe rojane serê sibehê berhemên xwe kom dikin, paqij dikin, dikin gurz û dibe bazarê difiroşe.

Wêne: Rûbar Mihemed

Di van salên dawî de barekî din li wan zêde bû. Nepeydabûna elektirîkê pirsgirêkeke mezin bi xwe re derdixe. Ava wan ji bîrê ye, ji bo derxistina avê jî, pêwistî bi elektirîkê heye. Bavê Beşîr diyar dike ku ji ber qutbûna elektirîkê, wan jenerator peyda kir. Lê pirsgirêkên jenetoran jî xilas nabin…

Bavê Beşîr li bazara bajarê Girkêlegê û di nav gel de bi şînkayîya xwe ya xwezayî pirr navdar e. ji ber ku dizanin berhemên wî paqij in, li bende dimînin û şînkayîyên mala xwe ji wî dikirrin. “Ez şînkayîya xwe tenê bi ava bîrê av didim. Semad û dermanên kîmawî bikar nayînim. Ji bo axê jî ez zibil bikar tînim. Ji ber vê yekê xelk ji şînkayîya min hez dike”. Bavê Beşîr diyar dike. Eger ev çand li herêmê belavbûba û kedkarên weke Bavê Beşîr pirrbûba, pêwistîya me bi şînkayîyên derveyî herêmê yên ku jêdera wan nedyar, nedima. Milet jî dê her tim berhemên xwe xwariba û rewşa wan jî wê baştirba.

Li gorî ku Bavê Beşîr dibêje, gellek rêxistinên sivîl û yên civakî serdana wî kirine, karê wî şopandine û soza alîkarîyê jê re dane. Lê heya niha yekî ji wan ti alîkarî pêşkêşî wî nekiriye. “Tên wêneyan dikişînin û diçin…” bi dilekî melûl dibêje. Mereq û hêvîya wî ya mezin xanîyekî naylonî bû. Ew dibêje ji ber ku zivistan pirr sar e, şînkayî çênabin. Ew di demsala zivistanê de bê kar dimîne. Lê eger xanîyekî naylonî hebe, dê karibe di zvistanê de jî şînkayîyê biçîne, berhem kom bike û bifiroşe. Çêkirina xanîyên naylonî gellek pere dixwaze, derfeta Bavê Beşîr di avakirina tenê xanîyekî de jî tune ye. Ew ji wan rêxistinan gellekî bi hêvî bû, lê hemû hêvîyên wî ber bayê çûn.

Tevî temenê wî yê mezin, lê hîn vîn, hêz û eşqa axê û berhemên wê li gel Bavê Beşîr qet kêm nebûye. Ji ber temenê wî, kurê wî ‘Beşîr’ ji bo li mal bimîne û alîkarîya bavê xwe bike, dev ji karê derve berda û tenê bi bavê xwe re alîkar e. Lê kalê heftêsalî hîn weke xortekî hijdeh salî rojane bexçeyê xwe dişopîne, karê xwe ji çandina dendikê ta bi komkirina berheman bi destê xwe dike. 


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170