
Ziman, ew navgîna ku jiyana mirovan hêsan dike û wan ji afirindeyên din cuda dike. Ku di rêya vê navgînê re dikarin danûsitandinê bikin, karûmarê xwe bi rê ve bibin û pêwîstîyên xwe bi cih bînin, her weha daxwaz û hestên xwe derbirînin û bînin ziman.
Her welatek zimanê xwe di hundirê welatê xwe de ferz dike, ji ber ku ew zimanperwer in û di wê bawerîyê de ne ku ziman nasname û hebûn e. Ev welatên han, berî her tiştî doza zanîna zimanê xwe li koçberan an jî çi kesê dixwaze li welatê wan cih bigire, dikin. Mirovên ku zimanê welatekî nizanîbin, ew welat wan kesan nahewîne û mafê niştecihbûne nade wan.
Piştî kirîza Sûrîyayê û bi sedemên siyasî û xirabîya rewşa giştî, miletê herêmên Rojavayê Kurdistanê koçberî welatên Ewropayê bûn. Gellek ji koçberan zehmetîya fêrbûna zimanên biyanî kişandin, lê ne tenê wan, lê belê yên ku malbata wan bi dû wan de mayî jî, çi dê û bav, xwîşk û bira, zarok, hevjîn an jî destgirtîya wan be.
Îcar, xelkên herêma me dîtîn ku pêwîstîya wan bi navendên fêrbûna zimanên biyanî heye. Ku ev yek hem xizmeta kesên ku li ser rêya çûyîna welatên derve ne dike û hem jî wek pirojeyek bi sûd e ji bo qezenckirina pereyan bo kesên sermayedar. Hinohino bi dehên navendan vebûn û gellek ziman mîna almanî, inglîzî, holendî, fransizî û hwd di van navendan de peyda bûn. Mamosta Cewad Ebdullah, ê ku birêveberê navendeke hînbûna zimanan e li bajarê Qamişloyê dibêje: ”Di hêla zimanên biyanî de, zimanê ingilîzî li pêş e, ji ber ku di dema niha de gellek kar hene zimanê inglîzî tê de esas e, ku di nav şert û mercên pejirandina kar de, zanîna zimanê inglîzî li pêş e, her weha gellek xwe fêrî vî zimanî dikin ji bo pêşxistina kesayeta xwe. Di peyî re zimanê almanî tê û pirranîya xwendekarên vî zimanî, keçên ku destgirtîyê wan li Almanyayê ne û beşek ji wan jî, xwendekar in ku dixwazin xwendina xwe li Almanyayê berdewam bikin”.
Her weha bi pêşketina ku îroroj li hemû dinyayê çêbûye û li gor xwestekên ku dema me ya niha dixwaze, pirranîya malbatan êdî zarokên xwe ji piçûkanî ve rê dikin navendên zimanan û bi taybet zimanê ingilîzî da zehmetîyên fêrbûnê di meznayîya xwe de nekşînin, ku bi vê yekê zarok jî bi rêjeyeke mezin cihê xwe di van navendan de digirin.
Piştî zêdebûna navendên fêrbûna zimanên biyanî, gellek navend ketin rikberîyê, ku navendên bûn xwedînav û vedenga xwe dan, nirxê korsên xwe pirr bilind kirin û bi vê yekê zirar gihandin kesên ku dixwazin xwe fêrî zimanên biyanî bikin. Li bara vê xalê Leyla Ednan, keça ku destgirtîyê wê li Almanîyayê dimîne, dibêje: “Berî ku dest bi korsa xwe ya zimanê almanî bikim, min li buhayê korsên vî zimanî li çend navendan pirsî, buhayê korsê ji navedekê ta ya din cuda bû, lê bi giştî hemû buha bûn, ji 250$ dest pê dike û dighêje ta 700$.” Her wiha zêde kir û got: :Tev li ku hin navend hebûn, ku heman mamosteyî, heman ziman li navendeke din dida, lê nirxê korsê li her navendekê ne wek a din bû, lê tişta ku jê matmayî mam, ew e ku li navendekê kors bi 350$ bû, lê li navendeke din bi 650$ bû!”. Bi vî awayî, asta keysbazkirina van navendan eşkere xuya dibe. Yanî ew dibînin ku ev kes neçar in ku korsên ziman vekin û hîn bibin an jî bawer in ku xelkên zimanên biyanî hîn dibin, kesine dewlemend in, ku çi qas nirxê korsê bilind be jî, dê qebûl bikin. Lê ji ber ku tu kes ser sezakirina van navendan nasekine û nirxekî yeker ji wan re tune ye ku ev navend li gor wê korsên xwe nîşan bikin, lewma ew bi rehetî nirxê korsan bilind dikin.
Di hin navendan de, nexasim ên ku xwedî nav û hêz in, tev li ku xwendekarên wan nirxekî buha didin jî, lê jimara wan di hundirê refan de pirr zêde dikin, carinan di hundirê refekê de hejmar dighêje ta 20 xwendekaran. Em dizanin ku her çi qas jimara xwendekaran zêde bibe, dê mafê tevlîbûna xwendekar kêm bibe, gerek ji bo vê yekê jî çareserîyek yan jî sînorek bê danîn, da ku her xwendekarek bighêje asteke baş ji hînbûnê û ji ber vê Dîlan Hacelî ya ku zimanê Almanî di navendekê de dixweîne, dibêje: “Tev li ku min 500$ nirxê korsê daye jî û di destpêkê de ji me re gotin dê girûp tenê 10 kes bin, lê roj bi roj jimar zêde kirin û niha gihaye 19 kesan di refekê de”. Dîlan zêde kir û got: “Carinan dema em peregrafekê dixwînin, dem têra me hemûyan nake, ji ber ku hin xwendekar xwendina wan qels e û demeke dirêj dixwun, bi vê yekê mafê tevlîbûna xwendekarên din tê xwarin”.