
Xwendin pencereya ku mirov di rêya wê re dikare li cîhanê bi giştî bigere, bê ku ji odeya xwe derkeve, dikare jiyanê bi hemû hûrgilîyên wê û bi xweşî û nexweşîyên wê nas bike, bê ku têkeve wan rewşan. Xwendin rêya bidestxistina zanînê, dewlemendkirina qada rewşenbîrtîyê û ferehkirina asoyên hizrandinê ye.
Li Rojavayê Kurdistanê jî gavek ber bi geşkirina çanda xwendinê ve tê avêtin; yek jê, Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan e, ku ev serê pênc salan e li bajarê Qamişloyê tê lidarxistin.
Li bara astengîyên ku tûşî lidarxistina pêşangehê dibûn û bi taybet a 5’emîn birêz Ebûd Mixso, endamê komîteya amadekar, got :”Kelem û astengîya herî mezin li pêş me cih bû (cihê lidarxistina pêşengehê), çimkî çi li hola Zana ya şahîyan ku her çar salên berê pêşangeh lê dihat lidarxistin û çi jî navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê be; her du jî teng bûn û ji me re astengî û kêşe çêdikirin. Kêşeya din jî derîyên sînorî bûn, çimkî herêmên Bakur û Rojhilatî Sûrîyayê ji hawîrdor dorpêçkirî ne, tenê derîyê sînorî yê di navbera me û Başûrî Kurdistanê de vekirî ye, lewra me gellek zehmetî kişandin di derbaskirina pirtûkan de, hem jî rê nedihat vekirin ji mêvanên me re yên ku dixwestin tevlî pêşangehê bibin”.
Mixso di axaftina xwe ya bo kovara Şar de got: “Alîyên ku îsal tevlî pêşengehê bûn 44 alî bûn; ji sazî, dezgeh, weşanxane, çapxane û pirtûkxane”.
Ji alîyê xwe ve, Ebdo Şêxo, xwedîyê pirtûkxaneya Bindarûkê û gerînendeyê giştî yê weşanxaneya Neqşê ya bajarê Qamişloyê, ji Şar re axivî û got: “Xala herî erênî ew e ku îroj pêşangeheke pirtûkan li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Çimkî baş tê zanîn ku di her sê salên dawî de, êdî heta bi Pêşengeha Şamê Ya Navdewletî jî nema tê lidarxistin, wate ew e ku pêşangeha tikane li seranserî Sûrîyê; pêşangeha Ş.Herekol a pirtûkan e, her çendî ne li ser asteke cîhanî be jî, lê hêdî hêdî gavên baş diavêje û sal bi sal mezintir dibe”.
Her wisa di berdeweamîya axaftina xwe de Şêxo got ku hin xalên neyînî jî hebûn; “weke cihê lidarxistinê teng bû û kêşe ji ber vê yekê derdiketin, hem jî ji alîyê hênikirin û basarkan ve, hem ji me re weke beşdar û hem jî ji serdêran re jî dibû cihê tengavî û gazinan”.
Silêman Mehmûd, rewşenbîr û mamostayê zimanê erebî li zanîngeha Rojava, dibêje pêşangeh gaveke pirr baş be û dimîne xwedî nirxeke taybet. “Di nêrîna min de, ez dibînim ew tiştekî asayî ye, ku rojê 70’ê yan 100 kes serdana pêşangehê bikin, ji ber ku heger em rewşa aborî, çandî û ta bi rewşa jiyanî li ber çavan bigirin, her weha di serdema internêt û cîhana têkilîyên bêsînor de û di serdema cîhanîtîyê de (globalism, internationalism) û di serdemên şer de dûrbûnek ji xwendinê çêdibe û dengê helbestvan û nivîskaran û berhemên wan jî nizim dibe, lewra hejmara serdêrên pêşangehê û hejmara pirtûkên ku tên firotin nabin pîvan ji serkeftin an binkeftina wê re, çimkî di bawerîya min de pêşangeh rewşeke civakî û cemawerî ye, armanc jê handana li ser xwendinê ye, hem jî nivîskar û daneran digihîne hevûdin û karvedana wan bi xwîneran re jî pêk tê, li alîyekî din ew weke şahîyekê hevnaskirinê ye, ji ber ji gellek welatên mîna Iraq, Libinan û ta bi Mesir jî beşdar hebûn, ev şahîya pirtûkan e da ku pirtûk nirxê xwe yê hêja di nav civakê de bistîne”.
Mixso amaje bi wê yekê kir ku “par nêzî 12 hezar serenav bûn, lê îsal gihiştin 13 hezar serenavan, hejmara pirtûkan jî gihişte /130/ hezar pirtûkê”.
Ebdo Şêxo di axaftina xwe de pêşniyaz kir, ku divê êdî pêşangeh nema li hol û salonan were lidarxistin, “lê divê cihekî taybet jê re were amadekirin, bi hingarên taybet, cihekî fereh û xweşik û taybet bi xebatên bi vî rengî be, li gor pîvanên navdewletî be, hem ji alîyê dabeşkirinê ve, hem jî weşanxaneyên biçûk û yên mezin li gor pêwîstîya xwe û bi dilê xwe rûbera ku dixwazin ji xwe re bigirin”.
Şêxo amaje bi wê yekê kir û got: “Divê Rêveberîya Xweser baş nas bike gava ku pêşangeheke pirtûkan li dar dixe, ev tê wateya destpêka pirojeyeke çandî û girîng, divê amadekarî jî li gor wê astê bin”.
Silêman amaje bi buhaya pirtûkan kir û got: “Pêşangeh ne bazarek e, serkeftina wê jî ne girêdayî pirrbûna firotina pirtûkan e, ji ber, bi giştî, kesên ku pirtûkan dikrrin kêm in, yê ku bixwaze bikirre jî ew dikare her heyv pirtûkekê ji xwe re bikirre û li bende pêşangehê nemîne. Di mijara buhabûnê de; pirtûk jî weke hemû pêdivîyên jiyanê ye, ew jî girêdayî nirxê lîreya sûrî li hember dolar e, hem jî pirtûk sînoran derbas dike û xwedîyê weşanxaneyan buhaya barkirin û karûbarên pirtûkê jî zêde didin, lewra weke ku buhaya telefonekê bêhtirî 300 hezarî ye, ez buhaya pirtûkan gellekî asayî dibînim. Bi her hawî çi kesê buhaya pirtûkê ji xwe re dike bihane, ew ne di cihê xwe de ye, ji ber ku yê li ser cilan an telefon û xwarinê pereyan dimezêxe, ew ê karibe ji xwe re pirtûkekê bikirre ku sûdekê li tevahîya jiyana xwe bike bi buhayekê ez nabînim ku bilind e”.
Ibtîsam Ibrahîm, bajarê Qamişloyê ye, her sal serdana pêşangehê dike û ew ji hezkirîyên vê helkeftina salane ye, Ibtîsam dibêje: “Min dixwest bêhtir li nav pirtûkan bigerim, lê ez diwestîyam û ji ber tengbûna cih û germbûnê, min berê xwe dida malê, vê yekê dihişte ku ez ji gelek çalakîyan bêpar bimînim. Lewra serdana min gelelkî dirêj nedikir û ez li gor dilê xwe jî li pirtûkan negerîyam. Jixwe salên berê hin çalakî hebûn cihê dilxweşîyê bûn, me îsal ew nedîtin, weke pêşbirka pirsan; kê bersiva rast bida pirtûk weke diyarî jê re dibû xelat”.