
Qeyran û kirîza aborî li Rojavayê Kurdistanê aloztir dibe û dengê welatîyan bilind dibe û gazin jî gellek in, her tişt buha dibe û nirxê lîreya sûrî beramberî dolarê amerîkî roj bi roj dadikeve, ti çareyên berçav ji pirsgirêka heyî re tune ye, welatî jî destgirêdayî ne û tiştek bi destê wan ve nayê, debara jiyanê bi zehmetî tê kirin, nemaze di rojên buhûrî de ku nirxê nan bilind bûye û nirxê sûtemenîyê jî sê qat hat bilindkirin, ku hîn ne diyar e bandora wê dê çibe; pêşbîn e nirxê gellek ji cûreyên keresteyan bi buhabûna sûtemenîyê re bilind bibe.
Ferhan Îsa, karkerek li bazara karkeran a bajarê Qamişloyê kar dike, ji demjimêrên sibehê ve berê xwe dide bazarê û li bende karekî dimîne da ku karibe pêdivîyên sereke ji mala xwe re peyda bike, ta nîvro kar dike û diçe mala xwe, lê dema diçe dest vala ye, ji nirxê kelûpelên xwarinê matmayî maye, dibêje: “Ev heyvek e mirîşkek derbasî mala min nebûye, bi zehmetî şîrê zarokan û hin pêdivîyên jiyanê yên sereke ji mala xwe re dabîn dikim”. Ev e rewşa pirranîya welatîyên Rojavayê Kurdistanê ye, li gel wê jî kirêya destê karkeran li gorî rewşa heyî pirr erzan e.
Li gel vê rewşa zehmet û aloz keysebazî jî heye, ku barê welatîyan giran dike, çi ji buhabûna nan be yan jî qutkirina hin keresteyên xwarinê ji bazarê bi mebesta buhakirinê ji alî bazirganan ve. Remedan Hiso, welatîyek ji bajarê Qamişloyê ye, li nav bazarê digere û dibêje: “Şekir buha bûye û di rojên buhûrî de bi temamî qut bibû, jixwe şekir jî keresteyek sereke ye li her malekê û bi dstê bazirganan tê qutkirin da ku buha bikin, bi buhabûna nirxê dolar bilind dibe û dema dolar dadikeve nirxê şekir wekî xwe dimîne û erzan nabe”. Remedan dibêje çavdêrî ji alîyê desteyên peywendîdar ên Rêvebirîya Xweser tune ye û ev yek dihêle ku keysebazîya bazirganan bi awayekî berçav çêbibe, ne tenê di madeya şekir de, lêbelê di hemî cûreyên kelûpelan de.
Bazirgan jî di vê mijarê de xwedî nerînek cuda ne, dibêjin ku keysebazî bi rêka xwedanên kargehan li wan tê kirin, û her carekê nirxê keresteyan li wan buha dikin û ew jî neçar in ku suda xwe bikin û li gorî buhabûna jêdera keresteyan ew jî buha bikin. Hesen Hemo bazirganek li bazara sereke ya Qamişloyê kar dike, kelûpelên xwarinê difroşe, dibêje: “Dûrbûna rê û baceyên dergehên sînorî nirxê keresteyan buha dike, û sîstemê baceyan jî bi berdewamî tê guhertin, û gellek caran jî kirêya veguhestina keresteyan û kirêya otombîlan pirr buha ye û ev buhabûn jî dikeve ser nirxê bar de, di heman demê de jî hin caran piştî ku otombîl tê barkirin û dighêje Rojavayê Kurdistanê wan agahdar dikin ku nirxê bar buha bûye û wan neçar dikin ku bi nirxê nuh ji kargehan bikrrin”.

Îmad Ehmed jî bazirganîya caw dike, dide zanîn ku “buhabûn ne di destê wan de ye û rojane nirxê caw li gorî nirxê dolarê amerîkî tê guhertin û ev yek bandoreke mezin li welatîyan dike, ku gellek caran dixwazin caw bikirrin lê dema dibînin ku buha bûye nema dikirrin û vala vedigerin malên xwe”.
Mîlad jî karê bazirganîya giştî dike, dide zanîn ku “hêzên dergehên sînorî kontrol dikin dikarin nirxê keresteyan erzan bikin, bi taybetî dergehê Tepqayê ku pirraniya keresteyan ji wir derbasî deverê dibin, lê dergehê Tepqayê ji ber nakokîyên di navbera rûs û rêjîmê de ev demeke girtî ye û nema kereste ji wî dergehî derbas dibin û ev yek pirsgirêkek pirr mezin e, ku pirranîya bazirganan neçar dibin xwestekên xwe ji Tirkîyê bi rêka Başûrê Kurdistanê bînin û bi vê rêkê jî pirr buha ye, li alîyekî din ve jî gellek kereste li Sûrîyayê nayên peydakirin, tenê li Tirkîyê hene ji ber wilo jî bazirganên Tirkîyê gellekî keysebazîyê dikin û nirxê bar buha dikin”.
Gazin ji Rêvebiriya Xweser tên kirin, xelk dibêje ku bi erkê çavdêrîyê ranabin û lêkolîn, lêgerîn û lêpirsîn tune ye, ji ber wilo bazirgan keysebazîyê dikin û her demekê cûreyeke keresteyan li bazarê qut dibe piştî wê buha dibe, rêvebirî dibêje ku karînên wan tune ne ku nirxê dolarê amerîkî daxin, herwiha nikarin nirxê keresteyan jî daxînin ji ber ku kelûpel ji dervî Rojavayê Kurdistanê derbasî deverê dibin, herwiha kargehên xwecihî pirr hindik in û xwesteka bazarê bi cî nayînin, rêvebirî jî dide zanîn ku anîna keresteyan ji derve dihêle bazirganên mezin keysebazîyê bikin, herwiha rêvebirî niha hewl dide ku kargehên xwecihî pêş bixe û hindek din ava bike da ku anîna keresteyan ji derve kêm bike û karibe di heman demê de jî bi nirxekî erzan bifroşe.
Rewşa aborî li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zehmet dibe, di dema dawî de sûtemenî û nan li xelkê hatin buha kirin û dengê gazinan jî bilind bû, welatî daxwaza çareyekê ji rewşa heyî dikin da ku ev buhabûn bisekne, dibêjin barê wan giran dibe û birêvebirina jiyanê jî pirr zehmet e, û karînên wan yên aborî sînordar in, eger rewş wiha bimîne tê wateya ku dever il pêş bobelateke aborî pirr mezin e.