
Di destpêka her rojeke nû de, Lîlav di rêya pêlên radyoyeke xwecihî re, silavên spêdeyê bi dengekî zelal, ji xelkên bajarê xwe re, dişîne, û bi gotinên xweş, hêvîya rojeke aştiyane ji wan re dirêse.
Lîlav bi temenê xwe 20 salî ye, li bajarokê Tirbespîyê ji dayik bûye, û wekû pêşkêşkar di radyoyeke xwecihî de kar dike.
Di yek ji lingên xwe de, astengdar e, û di rêya avakirina siberoja xwe de, rastî dîwarên astengîyan dibû.
Bi vîneke xurt û dilekî tije hezkirin, dîwar li dû yê din dihilweşand, û rêya xwe berdewam dikir.
Bi xwendina xwe gihişte asta bingehîn, û derbasî qonaxa kar bû, û ji sala 2016an ve bernameyên radyoyê pêşkêş dike, û yek ji avakerên radyoya bi navê STAR bû, û ta niha di karê xwe de berdewam e.
“Bavê min piştgirê yekem bû, da ku ez dest bi kar bikim”, Lîlav bi van gotinan çîroka xwe vedibêje.
Astengîyên ku civakê ji Lîlav re çêdikin
Keçek e, û satengdar e, du sedemên ku derfet bûn, da ku xelkên li derdora Lîlav, destêwerdanê di jiyana wê de bikin, her û her ji wê re digotin ku, pêwîst e di mala xwe de bimîne, bi mehnedaniya ku weheye kar bandorê li tendirustîya wê bike.
Şêweya şkenandina moralên Lîlav ne tenê bi axaftina li ser kêmasîya di laşê wê de bû, lê ji ŞAR re diyar kir ku, civaka li dora wê, rêzê li jinan nagire, û bi çavekî kêm li wan dinihêre.
“Rojekê, jineke temenmezin ji min re got, eger tu lawik baya dê ti pirsgirêk neba, lê keç û “kêmendam”, her û her, dê mîna dareke şikestî be”, bi dilêşî Lîlav ev gotin bi bîra xwe anî.
Gotinên van kesan bûne sedem ku êdî Lîlav xwesteka derketina ji mala xwe jidest da, û tevlîbûna bi xelkê re, red dikir.
Lê bi derbasbûna demê re, Lîlav biryar da ku rola xwe di civakê de, wekû ji wê tê xwestin, bilîze, û yekem car bû ku bernameyek li ser ekrana têlêvîziyoneke xwecihî, pêşkêş kir, û ji ŞAR re teqez kir ku, karê wê aniha di radyoyê de, pêwîstî hêza gellek kesan e.
û roj bi roj, Lîlav dibû cihê avakirina hêvîyan, bo heval û hevkar û malbata wê.

Vîna berdewamkirinê
Lîlav bawerî bi hêza di hundirê xwe de dikir, di milê bawerîya kesên nêzî wê de, yên ku hêza xwe ji vîna wê werdigirtin, û bi berdewamî digotin ku, ji Lîlav fêrî bawerîya bi hêza di hundirê her mirovekî de dibûn, û pêwîst e tu kes bi kêmasî li xwe nenihêre.
Weha Lîlav gihişte rastîya ku kêmasîya di laşê wê de, ne sedem e ji bo ku jiyana xwe rawestîne, berovajî wê yekê, karînek li cem wê heye, dikare di rêya wê re xizmeta xelkên civaka xwe bike, û hêza xwe veşartî nehêle.
Nameyek ji civakê re
“Gellek kes hene, rewşa wan ji ya min xirabtir e, weheye ronî di çavên wan de nebe, yan jî “kêmendam” bin, lê ramanên xweş di mejîyê wan de hene, ji bo vê yekê pêwîst e em bi yek destî piştgirîya kesên weha bikin, da ku bigihêjin mafê xwe û di civakên xwe de, xwedî bandor bin”.
Lîlav dibîne ku pêwîstî bi avakirina navendên taybet bo kesên xwedî pêdivîyên taybet heye, ji ber ku pêwîstî heye cihek hebe lê bicivin, bi hev re perwerdeyan bistînin, û hêzê ji hev werbigirin.
Herwiha Lîlav dibîne ku, kesên ne normal ew in ên ku bi nêrîneke kêm li yên weke wê dinihêrin, ji ber ku hêza wê heye, û bawer e ku dê karibe bibe mînakek ji hêza ciwanên “kêmendam” re, di civaka xwe de.
“Em di welatekî de djiîn ku şer lê heye, aramîya bi temamî peyda nebûye, weheye ev ceng bibe sedema ku kesên “kêmendam” pirr bibin, ji bo vê yekê, pêwîst e civaka me ji me re bibe dest û ling, da em bi hev re, welatê xwe ji nû ve ava bikin”.