Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
PÊWÎST E REWŞA ABORÎ BERBIÇAV BE HEGER BIRYARA QEDEXEKIRINA ÇÛNÛHATINÊ HEBE – Kovara Şar

Bi êş û keseran Dêya Cûdî ya 56 salî di nava bazarê Qamişloyê de digere û lîsteya bûhaya sebzeyan dixwîne, lê matmayî namîne ji ber ku her tişt piştî daketina lîreya Sûrî bûye agir. 

Hêvîyên Dêya Cûdî di çêkirina mûneta werzê zivistana îsal de pirr kêm bûne, nexasim ku ragihandina biryara qedexekirina çûnûhatinê li ber guhê wê ketiye û ew xweş dizane ku heger biryar derkeve kar li hemû deveran tê rawestandin; anku karê rojane yên zarokên namîne.

Dêya Cûdî ji Şar re wisa diaxive: “Her sal di vê demê de em mekdûsan çêdikin, lê di rewşa “Corona”yê de… îsal  hemî pêdivîyên sereke roj bi roj buha dibin, zehmet e ku em bikarbin qûtê zivistanê hîlînin”.  

Semîra Elî ya 34 salî, ji  bajarê Qamişloyê, dibêje: “Em nema diwêrin dakevin markêtan ji ber ne hemî kes maskan datînin, hîn jî şênîyên bajêr li “Corona” weke henekek yan jî pêkenokê dimeyzênin”.

Semîra destnîşan kir ku divê biryara qedexekirina çûnûhatinê pêk bê ji ber nexweşî dîsa pirr belav dibe, û amaje bi wê yekê kir ku divê “Saziyên Karûbarên Civakî û Rêveberiya Xweser selikên xwarinê li hemî xizan û hewcedaran belav bikin”.

Û di nerîna wê de armanca belavkirina van selikan ew e  “sivikkirina rewşa heyî ya welatyan e, ku di encamê de rewşa aborî li herêmê nebaş e, û heger qedexekirina çûnûhatinê ya giştî yan a nîvço li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê pêk bê dê rewş aloztir bibe”. 

Dr. Sead Hiso pisporê nexweşîyên Sêngê li Qamişloyê da xuyakirin ku ji dawîya meha bihurî û vir ve rêjeya mirovên bi “Covid-19” ketine li deverê zêde bûye û ev yek ne pirgirêkeke mezin e, ji ber kesên ku pêdikevin vîrûs tenê li pergala xwarinê dixe, lewra bandora vîrûs li sênga wan kêm e, di encamê de hejmara kesên ku bi “Covîd” dimirin kêm e.   

Hiso ji Şar re teqez kir ku “ev qedexe sûdeke wê ya mezin li ser rêjeya kêm a kesên ku bi “Covîd” re dijîn heye”. Û bang li kesên temenmezin kir ku “pabendîyê bi rêgezên tendirûstîyê bikin dema ku nefesa wan diçike da ku saxlemîya hemûyan pêk bînin û hevkarîya wan bikin, û guhdana teybet bo kesên ku bi vîrûsê ketina bê kirin. Û kesên ku dixwazin xwe ji vîrûsê biparêzin divê biçin nexweşxaneya teybet ji bo vaksînê bistîne û jiyana xwe û jiyana kesên derdora xwe nexe metirsîyê”.

Li gorî nerîna Dr. Sead, piştî pêla sêyem, bila hemî kes bi vîrûsê bikevin, nexasim ku bandora wê tenê verşandin û dilxelandin e. 

Lewra Dr. Sead dibêje: “Piştî zêdebûna hejmara kesên ku bi “Corona” ketine, di qonaxa sêyemîn de, belavbûna wê ji berê zûtir e, lewre nayê xwestin ku Rêveberiya Xweser biryara qedexeya çûnûhatinê ne giştî û ne nîvço ferz bike, ji ber kêmbûna hejmaran ne çareserî ye, bila hemû kes pê bikevin ji bo laşên wan bi hêz bibe; anha di werzê payîzî de pêbikevin çêtir e ku di zivistanî de pêbikevin”.

Aborînas Mihmed Hefîd ji Şar re bandora aborî ya biryara qedexekirina çûnûhatinê ya bo rêlibergirtina belavbûna “Corona’yê şirove dike û dibêje: “Ji encamên ku derketina vîrûsa “Corona” bandorek neyînî li aborîyê dike, komên herî zêde li herêma me bandor bûne karkerên ku di cihên taybet de kar dikin, anku di cihên nefermî de ne. Mixabin, ev kom rêjeyek mezin a civakê di nav xwe de digire”. 

Aborînas Mihemed dibîne ku ev yek dibe sedema “xirabbûna şert û mercên wan û windabûna çavkanîya wan a sereke bo debara jiyana wan, û pêwîst e Rêveberî  pêdivîyên wan ên bingehîn û malbatên wan pêk bîne”.

Aborînas amaje bi wê yekê kir ku “carinan biryarên dijwar ji van karkeran re tên dayîn.Mîna ku gellekan bi hev re ji kar dûr dixin, an ji ber rawestandina kar, û carinan qutkirina mûçeyan û paşvexistina dana mûçeyê ji ber ku ev kom bê parastina qanûnî ne, yasayek tune ye ku mafên wan biparêze; Di sîstema Rêveberîya Xweser de parastina qanûnî ya wekî tendirustî û saxlemîya civakî nîn e”.

Aborînas Mihemed van xalên jêrîn weke çareseîyekê pêşnyaz dike:

  1. Dabeşkirina tîmek pispor ji bo vekolîna bandorên neyînî li ser civakê berî girtina biryarên qedexekirin û girtinê û lêkolîna bandorên ku ji ber derxistina wan biryaran, nemaze bandorên tenduristî, civakî û aborî.
  2. Berhevkirina daneyan ji bo karkerên ku ji van biryaran bandor bûne.
  3. Berhevkirina daneyên jinên karker ên ku ji biryarên qedexeyê bandor bûne.
  4. Danîna pilanên awarte ji bo karkerên ku rojane mûçeyê xwe distînin, plansazîyek stratejîk a ku van bandorên neyînî bigire nav xwe de pêş bixin.
  5. Xizmetên tenduristiyê ji karkerên birîndar û hejaran re bê pêşkêş kirin
  6. Dabînkirina vaksînan ji bo xebatkarên tendirustîyê, nemaze yên ku bi nexweşan re û xebatkarên paqijîyê re dikevin têkilîyêç
  7. Alîkarîya diravî ji karkerên di cihên nefermî û taybet de dixebitin.

Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170