Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
VAKSÎN DIKARE RÊ LI BER BELAVBÛNA “CORONA”YÊ BIGRE – Kovara Şar

Pêleke nû ya vîrûsê “Corona”yê gihîştiyê herêmên Rojavayê Kurdistanê, ev core bi navê “Dêlta” tê naskirin, di atseke metirsîdar û girantir belav dibe, jana wê li sînga mirovan dixe û her kes ji temenê biçûk ta mezin pêdikeve. Pizîşk hişiyarî didin xelkê xwe vaksîn bikin û Rêveberîya Xweser rêkarên nû disepîne ji bo pêşîgirtina vîrûsê.

Cîgira Hevserokatîya Desteya Tendirustîyê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Derwîş, ji kovara Şar re, teqez kir ku wan “ta niha 23 hezar derzîyên vaksînê ji Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî wergirtine û li ser du qonaxan wan ev vaksîn belav kirin”.

Derwîş da zaîn ku “qonaxa yekem ji vaksînê pizîşk û tîmên Tendirustîyê ku di xeta pêşîyê de ne, û rûbirûyî “Corona” ne, herwiha nexweşên teminmezin û yê nexweşîyên demdirêj bûn, û qonaxa duyem her kesê ku bixwaze vê vaksînê werbigire dikare serdana navendên wan, ên destnîşankirî bo vaksînê û xalên Heyva Sor, bike”. 

Ti astengî li pêş vê piroseyê tune ne, lê tenê hejmara vaksînan kêm e û têra xelkê nake, li gorî Cîgira Hevserokatîya Desteya Tendirustîyê li Herêma Cizîrê, û da zanîn ku hewildanên wan berdewam in û soz hene ku tebabek din a vaksînê bigihêje herêmên Bakurê Rojhilatê Sûrîyê.

Di dawîya nîsana îsal de, Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku tebabek ji /200/ hezar derzîyên vaksînê bi rêya destpêşxêrîya “Covax” a cîhanî gihîştiye Sûrîyayê, ji vî tebabî para herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê tenê 10% bû.

Berpirsa Tendirustîyê amaje kir ku “para wan li gorî hejmara xelkên herêmê kêm e”, û diyar kir “xelk berê tirsa wan ji vaksînê hebû lê piştî belavbûna coreyê nû yê vîrûsê “Corona”, xelk bêhtir, berê xwe didin navendên stendina vaksînê”.

Roja çarşemê 14ê êlûnê, Şaneya Kirîzê ya Herêma Cizîrê biryara qedexeya kombûnanan stend, ji wan kombûnên zemawend û konên şînîyê û civîn û meşan li xwe digire, û ev biryar dê roja înê 17ê êlûnê bi cih bibe ta demek nediyar.

Cîgira Hevserokatîyê diyar kir ku “dema rakirina vê qedexeyê li ser hejmara tûşbûyan dimîne, û dibe ku qedexeya giştî jî were ragihandin eger hejmara pêketîyan zêde bibe”, herwiha berpirsa Tendirustîyê bang li xelkê kir ku “pabendîyê bi rênimayên nû bikin û vaksînê bistînin”. 

Xebat Zekî 32 salî ye ji bajarê Qamişloyê ye, ta niha vaksîn nestendiye, û ji ber metirsîya wê li ser dê û bavê wê ku bi temenê xwe mezin in, diyar kir ku ew sibe dê serdana navendeke wergirtina vaksînê li Qamişloyê bike, da ku vê nexweşîyê nestîne û nede malbata xwe.

Herwiha ev jina sî salî, eşkere kir ku ew “li ser dê û bavê xwe ditirse ji encamên wergirtina vaksînê, ku gellek kes dibêjin encamên wergirtinê jî wek pêketina bi vîrûsê giran e”, wê daxwaz kir ku “pêwîst e alîyên peywendîdar xelkê li ser vê vaksînê û encamên wê agahdar bikin.

Ji alîyê xwe ve, Mehmûd Şêxê 40 salî ye, ji bajarê Dirbesîyê ye, da xuyakirin ku wî her du carên wergirtina vaksînê qedand. Ji destpêka ku vaksîn li bajêr peyda bû wî û hevjîna xwe, serdana navendeke vaksînê kirin û stendin, ji ber ew dibêje “êdî ev nexweşî demdirêj e û tenê bi vaksînê dikarin xwe jê biparêzin”.

Şêxê herwiha amaje kir ku nexweşî her ku diçe girantir dibe, ji ber wê yekê ew dibîne ku “çi qwasî mirov di zûtirîn dem de vaksînê bistîne wê xwe û derdora xwe ji vê bobelatê biparêze”.

Di rewşeke zêdebûna pêkwtîyan û kêmbûna vaksînê de, metirsî hê jî berdewam e, ku rojane xelk li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê pê dikevin û gellek kes jî jiyana xwe ji dest didin.

Di 16ê meha tebaxê ya derbasbûyî de Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, hin rêkarên Tendirustîyê ragihand, ji wan pabendîya bi rênimayên tendirustîyê û ji hevdûrketinê, bitaybet piştî belavbûna coreyê nû yê vîrûsê “Dêlta” û zêdebûna hejmara pêketîyan.

 Li gorî hejmarên fermî yên herî dawî yên Desteya Tendirustîyê ya Rêveberîya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, hejmara pêketîyan gihîştiye bêhtirî /2450/ kesan, ji wan bêhtirî /800/ kesî jiyana xwe ji dest daye.

Di sibata îsal de Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, qedexe rakir, û ev biryara nû tê ji ber vê pêla nû û bilindbûna hejmara tûşîbûyên “Corona”. Pizîşkên pispor daxwaza pabendîyê bi rênmayên jihevdûrketinê dikin.

Dr. Seed Hiso, pisporê nexweşîyên sîngê, ji kovara Şar re got: “Rojane ew li kilînkeya xwe ya li bajarê Qamişloyê ji 10 ta 15 nexweşan pêşwazî dike”, û diyar kir ku “vê carê nexweşî girantir e û li sînga mirovan dixe”.

Hiso herwiha destnîşan kir ku “berî meha êlûnê, ev nexweşî li hinavan dixist, lê ev heftîyeke bêhtir, nexweşî xwe li sînga nexweşan digire û bi awayekî girantir e”; îro tenê serdana 4 nexweşan li malan kiriye û 6 rewşên din yên ku tûşî nexweşîyê bûne li kilînkeya xwe pêşwazî kir.

Pisporê nexweşîyên sîngê amaje kir ku “rêya rêlibergirtina vê nexweşîyê qedexekirina kombûnanan û divê xelk vaksînê bistînin”. Dr. Hiso da xuyakirin ku “ji ber vaksînê welatên ewropa rê li ber belavbûna nexweşîyê girtin”. Herwiha Dr. Hiso eşkere kir ku “eger rêjeya xelkê ku vaksînê bistînin bighêje 40% dê nexweşî bê sînordarkirin”.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170