
Bêguman hemû alîyên siyasî yên Sûrî, çi rêjîm be yan jî rikberî be, ne ew in yên xwedîyê biryara çareserîya kirîza Sûrîyayê, ku bêtirî deh salan ev rewş berdewam e. Hêjayî gotinê ye ku pirsgirêka Sûrîyayê bûye kêşeyeke navdewletî ji bilî destwerdanên herêmî. Lewra çareserî jî helbet wê li gor berjewendîyên wan dewletên zilhêz be, û biryar jî jixwe di destên wan de ne, mîna Rûsya û Amerîka.
Parçebûna nexşeya cografî li erdê helbet vê bersivê teqez dike ku ta niha sê herêmên sereke hene, ji bilî deverên di bin desthilatdarîya rêjîma Essed de, li bakurê Sûrîyayê Tirkîyê û milîsên rikberîyê ew dever dagîr kirine. Jixwe Rojavayê Kurdistanê û bakur-rojhilatê Sûrîyayê di bin desthilatdarîya Rêveberîya Xweser de ye, bi piştevanîya Amerîka. Tevlû ku rewş niha ji berê aramtir e, lê hin alozîyên leşkerî-siyasî ta niha çareser nebûne, nexasim li devera Idlib di navbera Rûsya û Tirkîyê de, ku ev bixwe yek ji kelemên dûrxistina çareserîya siyasî ye. Ji bilî vê jî, bandora hebûna Îran û girûpên Şî’î yên bi ser ve, li alîyê rêjîmê, dibê hokarekî din di vê biwarê de. Hokarê sêyem li bara vê yekê, bêguman, rewşa de-fakto ye ya Rêveberîya Xweser ku ji alîyê rêjîma Essed û rikberîyê ve jî nayê pejirandin. Herdu alî yekhelwest in li dijî mafên neteweya Kurd li Sûrîyayê û Kurdan nabînin hevpar bi xwe re, lê tenê wan mîna metirsî li ser welat dibînin ku ‘dixwazin welat parçe bikin’.
Bêguman lihevkirina Amerîka û Rûsya wê faktorê sereke be sebaretî çareserîya siyasî ku di van demên dawî de bêtir diyar dibe. Di despêka heyva êlûna buhirî de gava Brett Macgurk, berpirsê Encûmena Ewleyî ya Amerîka li Rojhilata Navîn, li Cinêvê bi nûnerê Rûsya re rûnişt, mijara Sûrîya û Îranê hate ziman û bi hayedarîya Îsra’îl jî. Niha jî daxwazeke Mosko heye ji Îsra’îl ku civîneke taybet bi nûnerê Amerîka re li dar bixe ji bo çareserîya kirîza Sûrîyayê, û rewşa hebûna Îranê li wan deveran, ku dûrxistina milîsên wê berjewendîyeke hevbeş e li cem herdu welatên zilhêz Amerîka û Rûsya.
Herweha, ev xalên lihevkirinê di navbera Rûsya û Amerîka de hîn ji dema serokatîya Trump de dest pê kir, havîna 2019an. Wê çaxê li Qudsê (Jêrûsalîm) civatek di navbera Jon Bolton, nûnerê Encûmena ewlehîya neteweyî ya Amerîka, û nûnerê Rûsî de çêbû, ev civat di bin sîwana Îsra’îl de bû, ku şêwirmendê ewlehî yê wê jî beşdar bû di civînê de. Her sê alîyan li ser xalên sereke yên nexşeya çareserîya siyasî li Sûrîyayê li hev kiribûn, taybet li bara metirsî û derxistina milîsên Îranê ji Sûrîyayê û parastina ewlehî û sînorên Îsra’îlê, lê piştî du mehan Jon Bolton dev ji karê xwe berda. Lê di vê dema niha de ev daxwaz dubare dibe û bêguman hin bandorên wê diyar dibin, û helbet ev gera şeşemîn ya komîteya destûrî li Cinêvê, bi serpereştîya nûnerê navdewletî Geir Pedersen, mîna dilopên pêşî ne ji siberoja lihevkirinên berfereh ji alîyê her du hêzan ve ye. Anku Amerîka û Rûsya îro ji berjewendîyên wan e ku rê li ber bandora Îranê bigrin û hêzên wê yên leşkerî ji Sûrîyayê derxin. Wê ev biryar cihê dilxweşîyê be li cem Rûsya jî ku Îranê ji ber lingê wê derkeve û desthilatdarîya rêjîma Essed di dest wê de bimîne. Helbet dê Rûsya bêtir fişarê li ser Essed bike da ku çareserîya siyasî bipejirîne, û wê çaxê Amerîka û Îsra’îl jî razî dibin.
Ji alîyekî din ve, hikumeta Erdogan piştî ku ji New York û Soçî, di vê gera dawî de, destvala vegrîya, ji ber ku erêkirin nestand da ku derbasî deverên Kurdî bibe mîna dagîrkirina Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Spî, bêtir niha gefan li Kurdan dide û êdî dibe kelem li pêşîya çareserîya siyasî. Li vê barê, helbet bêyî çareserkirina rewşa Idlibê û derxistina girûpên tundiraw mîna (Al-qaîda) û (Haîet Tahrîr Al-Şam) û peyre vegerandina rêya xurt a navdewletî (M4) û (M5) ku bikeve bin destê rêjîma Essed de ta ku navbera Helebê û Lazqiyê vebe, wê çareserîya kirîza Sûrîyayê dest pê neke. Loma Erdogan êrîşên xwe dijî kurdan xurtir dike û gefan dide ku êdî sebra wî jî nemaye û “wê guh nedê ne Rûsya û ne Amerîka”.
Di vê çarçoveyê de kirîz aloz û tevlîhev dibe, alîyên siyasî yên Kurdî jî di nav wê parçebûnê de ne. Piştî bêhtirî deh salan ji kirîza Sûrîyayê hêzên siyasî yên Kurdan nikarîbûn li hev bikin û nûnertîyeke hevbeş ava bikin da bibin berpirs di ber doza neteweya Kurd de û beşdarî goftûgoyên siyasî li Cinêvê û heman deveran bibin, û nikarîbûn sûdê ji vê hebûna Amerîka li deverê bigrin, nexasim ku hêzên Kurdî bixwe hevalbendên hevpeymanîya navdewletî ya dijî Daîşê ne û bi hezaran pakrewan û qurbanî danîn. wilo jî ENKSê ne xwedî rol bû di nava itîlafa Sûrî de ku her ma di bin sîwana Tirkîyê de û ecendeyên dagîrkirinê û guhertinên demografî li deverên Kurdî.
Wê helbet Kurd bi giştî ji pêvejoya çareserîya siyasî dûr nekevin, nemaze ku çavên pirranîya alîyên herêmî û li gel wan jî Rûsya li deverên Kurdî ne, û ev bixwe xaleke sereke ye û cihê nakokîyan e di navbera van alîyan de. Herweha, wê Amerîka hewil bide kaxeta Kurdî weku hevalbendê xwe bikar bîne hemberî Rûsya da ku Kurd bêpar nemînin di çareserîya dawî ya siyasî de li Sûrîyayê, lê bêguman giranî û bandora Kurdan derfeta wê bêtir hebe eger tev alîyên siyasî danûstandinên Kurdî-Kurdî serkeftî bi dawî bikin. Di vê mijarê de tê xwestin ku hemû alîyên Kurdî dûrî nakokîyan bikevin û li ser xalên hevbeş nûnertîya xwe ava bikin û platformeke Kurdî damezrînin.
Çareserîya siyasî û derfetên nêzîkbûna wê her girêdayî bi wê lihevkirina herdu welatên sereke Amerîka û Rûsya ye, ku îro roj ev aso bêtir têne xuyanîkirin, nemaze ku guhertina Essed nema êdî şertekî Amerîka ye, lê her ew dixwaze ku çareserî li gor biryara Encûmena Ewlehî /2254/ be û dûrxistina milîsên Îranî û aramîya sînorên başûrê Sûrîyayê û valakirina wê deverê ji milîsên bi ser Îranê ve ji bo parastina sînor û ewlehîya Îsra’îl.